Xofa Îşkencê

Min li zîndana Amed ya 5 Nolî fam kir ku çima ji xewa keroşk/kerguh re dibên nîvşîyar: dijminên keroşkê pir in, hêza wê ya xweparastinê, tenê rev e. Xewa wê ewqas sivik e ku bi pêjn û xişînek herî biçûk jî ji xewa xwe çeng dibe û direve.

Li zîndana Amed (1980-1984) her sanîya me bi îşkencê dagirtî bû. Hingî li me didan, her gav û midêr goştê canê me ji lêdana bi copan reş û şîn dikirin; ji ya bi daran jî di helisandin û diperçivandin, hestîyên me diderizandin û dişikandin. Êdî werê ku xofa lêdanê di temamê çavîyên canê me de bicîh bûbû!

Helbet lênerîn û ramana li hember jîyanê û helwest û tevgera her mirovî ya li hember vê rewşê cuda bû û lebata ku em jê re divên wêrekî yan newêrekî jî cuda bû. Hinekan digotin:

“Evanên ku ewqas îşkencê bi min dikin, endamê dewleta mêtinkar in. Ez jî welatperwerekî doza rîzgarîya welatê xwe dikim. Ew ji bo serwerîya xwe bimeşîne li min didin, ez jî ji bo serxwebûn û azadîya gelê xwe berxwe didim!” Hinekan digot:

“Me dev ji dijmin berdabû, me hevdû dikuşt û hêzên parastina dijmin jî li me temaşe dikir; gelo ev normal bû?!” Hinan digot:

“Doza me heq bû, lê şêweyê tekoşîna me ne rast bû, loma ji ber şaşîyên xwe em vê êş û tadê dikişînin!” Hinan digot:

“Me ji bo rizgarîya gel tekoşîn da, lê gel ji ber qîrîna me paçikan dike guhê xwe û li me nabe xwedî! Ya herî girîng jîyana min e. Welat û gel ne ji jîyana min girîngtir e!” Yê din lê vedigirand û digot:

“Gel li ber me kesî negerîya û negot; `me rizgar bike!`, em ketin zanîna netewîtî û bindestîya xwe, me rizgarîya şexsê xwe, di rizgarîya neteweyî û civatî de dît, loma me dest bi rêxistinî û tekoşîna serxwebûn û azadîyê kir, lê ji ber kêmanî û şaşîyên xwe û ji ber sîyaseta mêtinkariya tirkîye, em van îşkenceyan dikişînin.” Gava gardîyanan ji me re digotin:

“Têkevin rêza lêdanê!” Wê gavê pir kêm be jî, hinek mirov dilerizîn, rûyê wan zer dibûn, çavê wan fireh dibû û av diketê. Hinek jî dixelîyan û ji hişê xwe diçûn, yan bi sara diketin.

Hinek mirov, ji mirovtîya xwe şerm dikir û li berxwe diket. Hinek jî rik û kîna wan bêtir dibû û di dilê xwe de ji neyarê hov re digot:

“Bila fersend têkeve destê min, xwedê ji min û we re mezin e!”

Hinek jî wek ji pûk û bahozekê, yan ji reşêşkek baranê xelas bûbe, bi qerf û henekan dixwest hevalên xwe ji wê hest û psîkolojîya xerab dûr bike.

Çarpênc leşker, bi dar û copan li ber hinek hêsîr dibedilîn û bi seetan li dest, ling, tilmeqûn, sîng û pişta wan didan, wek pola disekinîn û diketin berxwedana bêdengmanê. Hinek di çend daran de diqêrîyan û pir hindikan jî carna lava dikirin.

Li zîndana Amed, madeyek ji distûra wan jî, divîyabû em di temenê de razana. Gardîyan gava taqa derî vekira, yan di qulên taqan de, bidîta yekî di xew de, ne di temenê de razayî ye, him ji bo ku çima destûr dane, pêşî her yek deh dar li destê nobetdaran dixist û piştre bangî kesê di xew de dikir, li wî kesî dida.

Bi roj, ji sibehê heta êvarî em li ser lingan bûn. Ya me li der û hundir talîm dikir û merş digot; yan jî me li pêya, di pêşkêşîya yekî de, tevan bi hev re, pirtûka “Prensîp û Şoreşên Ataturk” dixwend.

Gava ku me xwarin, yan çay vexwara, yan mirovekî îdare nekira ku li pêya bipê, xwe li qorzîyekê bera xwardaya, ku pêjna gardîyan bihata yan teqîn ji pace û derî bihata, bi xofa ku me rûniştî nebîne, em çeng dibû serxwe!

Ez qet ji bîr nakim: rojekê gava ez û hevalekî, nobetdar bûn, gardîyan paca derî vekir. Li gorî destûrê me çû kabok li hevda û kunya xwe xwend. Me got:

“Bûyer nîn e, `serdarê` min!” Gardîyan jî got:

“Çawa bûyer nîn e, dêqahpno, çima ew mirov li ser linga ye!?” Me li dû xwe nerî ku bi rastî wa yek li ser linga ye! Me got:

“Serdarê min, heta ku te pace vekir jî kes li ser linga nebû! Belkî gava dengê şûrikê pacê çûbê rabûbe!” Gardîyan got:

“Herin bang wî bikin!”

Ez çûm li ber wî sekinîm. Min bala xwe dayê ku çavê wî girtî ne! Min bi dengekî nizm bang wî kir, ji bo ku di xewê de bû, dengê min neçûyê! Vê carê min bi milê wî girt û wî hejand. Ji xew veciniqî, li dora xwe nerî û bi şerm revîya nav cîya û betanî kişand serê xwe!

“Bi rastî jî ew mirov di xew de bû, serdarê min! Gava dengê şingîna paca hesin çûyê, ew jî di xew de rabûye û ketiye temenê!!”

Gardîyan bîstekê bêdeng sekinî û hizirî, tiştek negot, pace girt û çû

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *