Rizgarkirina Şingal li Amed hat pîrozkirin!

îro li bajarê Amedê Ciwanên Netewî yên Kurdistan, rizgarkirina şingalê bi al û sitranên serxwebûnê pîroz kir.

Xelkê Amedê Rizgarkirina şingalê, bi govenda pîroz kir!

Ciwanên Netewî yên Kurdistan daxûyanîyek da:

Di daxûyanîyê de hat ziman, wek Serok Barzanî gotibû: “Min çavê xwe li bin ala Kurdistanê vekir û ezê ji bo wê her tim xebat bikim û şer bikim!” û li ser vê gotinê tekoşîn dike.

Ji bo wê jî em spasîya Serok Mesut Barzanî, pêşmergên kahreman û hemû hêzên Kurd dikin!

Em bi Rizgarkirina Şingalê gellek serbilind û kêfxweşbûn! Aqûbet li serê Kobanê û her çar perçê Kurdistanê be! Bijî Serxwebûn û bijî Kurdistan !

Bijî Peşmerge!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *