Komkujîya DÎIŞ li Kobanî!

Êrîşa DÎIŞ ya li Kobanî êş û xemgînîyek giran xist dilê her Kurdekî; nefret û kîna Kurdan ya li hember vê rêxistina hov û piştgirên wê zêdetir kir. Loma li Başûr pêşmergeyên qahreman, li hember terorîstên DÎIŞ dest bi operasyênên tolhildanê kirin.

Çavkanîyên Kurd yên Kobanî radigihînin ku vê êrîşa bi giştî yan qismî ji alî hêzên terorîstên DÎIŞ yên ku ji nava sînorên Turkîye hatine pêkhatîye.

Gava ku di heman demê de Serokkomarê Turkîye jî daxwîyanî bide û bêje: “bi çi bibe mal, em destûr nadin ku li wê derê dewletek Kurd ava bibe!” bêtir zelal dibe ku dewleta Tirk piştgirî û hevaltîya van terorîstan dike.

Dewleta Îran jî mîna ya Tirk vekirî li hember dewletbûn an serwerbûna gelê Kurd ya bi her şêweyî ye. Lê ev dewletana ji alî din ve jî xwe nêzî hin hêzên Kurd dike mîna marên di tûrik de xwe wek dostê Kurdan rêdide, bi bertîlan dikevin paxila wan û bi wan vedide û bi hev dike xayin û neyar.

Ji alî hin Kurdan ve pirsgirêka herî mezin, reva ji yekîtî û hevkarîya bi hemû hêzên Kurd re û li dijî van hêzan hevalbendî û hevkarîya bi neyarên xwe re ye. Zen dikin ku bi vê sîyasetê wê xwe bêtir biparêzin û xurttit bibin.

Gava ku dijmin kolekirin yan tunebûna gelê te ji xwe re kiribe armanc, wê çawa destûr bide ku tu li ser navê vî gelî bi hêz bibe! DÎIŞ`ek here wê yek din derxe pêşberî  te. Ma artêşên Tirk, Ecem û Ereban hindik Kurd qirkirine! Tew nebe, wê bi artêşên xwe êrîş bikin.

Bala xwe bidinê: Kurdistana Başûr hîn serbixwe nebûye jî, lê dîsa karibû hêza navnetewî ji bo Kobanî têxista tevgerê û pêşmerge bişanda Kobanî û nehêle Kobanî têkeve destê terorîstan yan jî daxwaza neyarên Kurdan di wan de bişikîne!

PKK/PYD/PJAK û hemû rêxistin û sazîyên hevalbendê wan, gelê Kurd û hemû hêzên Kurd yên dervî we, bi israr dixwazin bi we re yekîtî, hevkarî û alîkarîyê bikin, hûn jî bi israr wan red dikin û neyartîya wan dikin! Ev çawa sîyaset e ku hûn bi dewletên mêtinkar û muxaberatên wan, bi hemû partî û hêzên neteweyên serdest re karin hevkarî û yekîtîyê bikin, lê bi hêzên Kurd re nikarin bikin!?

Di vê rewşa dunyayê de, Kurd nebin dewlet yan nebin hevpar dewlet (federal, konfederal), wek ku azad nabe, ji qirkirin û zordarîyan jî rizgar nabe.

Gava dewletên heyî bi hemû zagonên xwe ve li ser hîmê nîjad û neteweyekê avabûbin, tu nikre bi guherandina hukumet û rejiman van dewleta serast bike û bike dewleta gelê Kurd jî. Divê ev dewlet ji hîmên xwe de bên hilweşandin.

Bêyî daxwaza neteweya serdest, tu hêza Kurd nikare şoreşê li van welatan pêkbîne û rejîmên nuh û demokratîk ava bike. Ji xwe partîyên Kurd yên di vê îddîayê de û di serî de PKK bi xwe ne demokrat e û tu pîvanê demokrasî di tu tevger û sazîya wê de nameşe.

Çawa neyarê gelê Kurd li Kobanî vê komkujîya hovane pêkanî û em wan bi nefret riswa dikin, divê yên Kobanî îdare dikin jî berpirsîyarîya xwe pêkbînin û şaşîyên xwe bibînin. Berî ku dostanîyê û hevkarîyê ji dewleta Tirk û Sûrî û hêzên dijber yên Ereb bixwazin, divê ji partî û hêzên Kurd bixwazin.

Divê em zanibin ji bo serdestên mêtinkar hebûna her Kurdekî ji wan re gef e, loma jîyana tu Kurdekî ne di ewlehîyê de ye.

Li ku tevger, serhildan yan berxwedana Kurdan hebe, li wir talûkeya komkujîya Kurdan jî hey e. Tenê dewletbûn û artêşek xurt dikare Kurdan ji xezeba mêtinkaran û hêzên wan yên terorîst biparêze!

Hêvî dikim ku vê êrîşa DÎIŞ`ê bibe egera hevkarî û yekîtîya hêzên Kurd! 27-6-2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *