Rêzdar Mistefa Hicrî: “Komara Kurdistanê danîna binyata rêbazekê bo paşeroja pirsa netewî bû”

Rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2ê Rêbendanê, 78emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Avakirina komara Kurdistanê, guherîneke girîng a dîroka siyasiye Kurdistan û Kurd e. ev Komara ji aliyekê encama geşeya hizra siyasî û rêkxistinkirina pirsa Kurd li çarçoveyeya çêkirina bingeha niştimanî de hate pêş, ji aliyê din ve, avakirina rêbazekê bû bo paşeroja pirsa netewî. Zêdebarî rewşa hestiyar û ew rewşa ku Komara Kurdistanê tê de hate avakirin, ew kiyana niştimanî ji gelelek aliyan ve balkêş û cihê lêhûrbûnê ye. Ceribandina tejî ji destkewt lê demkurt a Komarê, piştre bû hivênê dîtingeheke Kurdistanî ku li tevgera demokratîk û netewî ku li Rojhilatê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê de jî rengveda. Bi dîtinekî giştî, Komara Kurdistanê hivênê geşeya hizra netewî û nirxên mirovî û demokratîk li dîroka Kurdistanê de û heta li deverê de jî kêm mînak e.

Piştî derbasbûna 78 salanbi ser avakirina Komara Kurdistanê, niha jî bo me Kurdan sermayeyekî dîrokî û serekaniya desthilateke demokratîk û hevdem netewî ye ku li hizra netewa me de bi zindî maye.

Silav li Hizba damezrêner û avakerê Komara Kurdistanê, yada avakirina Komarê li xelkê emegdare Kurdistanê pîroz be.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

1ê Rêbendana 1402 a Rojî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *