Xiyaneta PKKê Careke Din Eşkere Bû. Li Hemberî Dewletbûna Kurdistanê Şer Îlan Kir…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

PKKê li Kurdistanê,  ji dewletên kolonyalîst zêdetir xeter e û bûye astengeke girîng. Di van rojên dawî de carek din xiyaneta xwe û dijminîtîya xwe li dijî dewletbûna kurdan, li dijî PDKê, li dijî Serokê Kurdistanê  gelek eşkere dîyar kir. Loma jî divê miletê kurd û Kurdistan ji belaya PKKê xelas bibe. Ev yeka jî bi naskirina PKKê dibe. Divê di heman dem de  xebatên PKKê yên li dijî tevgera milî û li dijî çarenivîsiya milletê kurd baş bê nas kirin.

PKKê hîç hewcedarî tune bû, Lê ji aliyê merkezeke ku ji miletê kurd re dijmin bû, hat ava kirin…

Tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê piştî serhildanên milî şikeseteke mezin xwar. Serokatîya Tevgera milî tasfîye bû û hatin kûştin û hatin daliqandin. Piştî vê şikestinê miletê kurd ji derveyî siyasetê ma. Li Bakûrê Kurdistanê entegrasyoneke xûrt û asîmîlasyoneke ne mirovane dest pê kir. Miletê kurd hat înkar kirin û ji bona ku miletê kurd bibe tirk Kemalîstan sîstemeke gelek nîjadperest ava kirin.

Kurdan ji bona xwe li hemberî dewletê biparêze, her dem rêyek dîtîye ku bi awayekî muxalefetê bimeşîne. Bi taybetî jî, dema ku li Tirkiyeyê qonaxa pirpartitî dest pê kir, kurdan li dijî partiya dewletê CHPê, Partiya Demokrat (DP) re piştgirî kirin.

Piştî salên 60î yanî piştî darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960î jî, beşek kurdan di Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎPê)  de mûxalefeta xwe li hemberî dewletê meşandin. Di heman dem de, li der dora komeleyan û kovarên siyasî jî mûxalefeta xwe bi rêve birin.

Di sala 1965an de Partiya Demokrat a Kurdistanê a Tirkiyeyê (TKDP) ava bû.

Lê girîngtirîn dem ji bona Tevgera Bakûrê Kurdistanê, piştî salên 1974an dest pê kir. Ez ji vê qonaxa Tevgera Bakûrê Kurdistanê, mîna/wek “Bihara 2emîn” bi nav dikim.

Di vê qonaxê de, gelek partiyên Kurdistanê ava bûn. Di demek kurt de, di nav gel de bûn hêzên bi wate û girîng. Tevgereke girseyî ya rasteqîne hat hûnandin û ava kirin.

Dewlet, beriya wê jî û bi taybetî jî piştî ku Tevgera Bakûrê Kurdistanê gelek pêş ket û xûrt bû, wê demê stratejiyeke nû pejirand. Biryar da ku ji hûndir de vê tevgerê tasfiye bike, rêya dewletbûnê dûr bixe û teslîm bigre.

Loma jî PKKê organîze kir û bi rêxist. Bi her awayî ji bona ku PKK xûrt bibe, alîkarî kir.

Rêxistinên Kurdisatanê, hemû bajarên Kurdistanê bi rêxistin kiribûn. Loma jî hewcedarîya rêxistieneke nû tune bû. Rêxistineke nû bes dikarî bi destê dewletê ava bibûya û bi armanceke taybet dikarî ava bibûya. . Wusa jî bû. 

PKKé ji aliyê kurdên ku bi tevgera milî ya kurd û çanda kurd re pêwendiya wan tune bû; ava bû…

Qedroyên ku bi tevgera kurd re bi awayekî têkildar bûn, di nav partî û rêxistinên Kurdistanê de cî girtibûn. Loma jî dewletê ji dervayî wan li qadroyekê digerîya. Ocalan ji bona vê yekê gelek musaît bû û hatibû amade kirin jî..

Ocalan, ji ew kesên serserî/pêxas/çekokêşan partiyek ava kir. Ji kurdan û tirkan jî kesên ne di nav tevgara Bakûrê Kurdistanê de bûn jî kes dîtin.

Ew kesên PKKê ava kirin, bi cıvata kurd û bi çanda kurdî re eleqeyeke wan tune bû. Piranîya wan jî kurdî nedizanîn.

Helbet PKKê tesadûfî ji ew kesên ji civata kurd û tevgera milî dûr, nehatin ava kirin. Bi wan kesan xerabî kirin, kurd kûştin hêsantir dibû.

PKKê jî loma gelek bi hêsanî kurdperwer û ew kesên mûxalîf yên di nav PKKê de gelek bir rehetî kûşt û da kûştin. 

PKK li dijî hêjayîyên milî û civakî yên kurd bû.

Dewletê dixwest ku bi destê PKKê hêjayîyên milî û civakî yên kurd dejenere bike. Loma jî PKKê di destpêkê de li dijî hêjayiyên miletê kurd şer îlan kir. Zimanê kurdî girîng nedît. Xebatên çandî û zimanî û edebîyatê biçûk dît.

Xetertirîn pirsgirêk ew bû ku di derbarê dîrok û çand û ziman û edebiyad a kurd de xebatên dihatin kirin, wek xebatên dijmin  bi nav dikir.

PKKê li dijî kar û xebatên siwîl û demokratîk û komeleyetî derket û dijminatî kir.

Loma jî pêşîya xebatên ji bona hêjayiyên milî û civakî û çandî yên kurdî girt. 

PKKê, dîroka kurdan û tevgera milî ji xwe dest pê kir. Li dijî tevgerên milî yên Kurdistanê derket û ew hemû tevgeran kevneperest û pasîfîst îlan kir. Dîsa PKKê li dijî serokên Kurdistanê û bi taybetî jî li dijî serok Mele Mistefa Barzanî derket. Ev jî ji bona PKKê armancek taybet bû…

PKKê piştî ku ava bû, dîroka tevgera milî ji xwe dest pê kir. Dest bi înkara dîroka miletê kurd kir. Serhildanên milî yên li Bakûrê Kurdistanê û li hemû beşên din yên Kurdistanê, tevgerên kevneperest, tevgerên axa, bega, şêxan bi nav kir, li dij derket. Serokên wan tevgeran kevneperest û ne milî îlan kir.

Bi taybetî jî ji Serok Melel Mistefa Barzanî û ji tevgera Başûrê Kurdistanê re dijminatî kir.

Serkanîya vê dijminatîyê, dewleta tirk ya ku PKKê ava kiribû. Lewra wê demê li Başûrê Kurdistanê, Kurd bi sîstema otonomiyê desthilatdar bûn. Ji Otonomiyê re, serokatîya PDK a Iraqê dikir. Serokê otonomiyê jî, Serok Mele Mistefa Barzanî bû.

Otonomiya Başûrê Kurdistanê ji hemû parçeyên Kurdistanê re hêvîyek, modelek, ronîyek bû. Li dinyayê hemû Kurd bi Başurê Kurdistanê û bi Serok Mele Mistefa Barzanî dihat nas kirin.

Bi tevgera Serok Mele Mistefa Barzanî û malbata Barzaniyan, miletê kurd li Rojhelata Navîn li ser piyan disekinî. Dewleta Tirk û dewletên din yên kolonyalîst dixwestin ku miletê kurd ji holê rakin.. Hebûna Serok Melle mistefa Barzanî û Başûrê Kurdistanê ji bona dewletên kolonyalîst tehdîtek bû û astengek bû.

PKKê ew siyaset û plan û projeya dewletên Kolonyalîst pêk dianî. Li hember Serok Mele Mistefa Barzanî û Otonomîya Kurdistanê dijmintî dikir.

PKKê bi armanc û mîsyoneke taybet ava bû…

Mîsyona PKKê, di destpêkê de ew bû ku li Bakûrê Kurdistanê pêşîya serxwebûna Kurdistanê, dewletbûna Kurdistanê, çarenivîsa miletê kurd bigire. Ew, rêxistinên li Kurdistanê ku dixwazin mîsyona dewleta serbixwe bînin cîh, partî û rêxistinên Kurdistanî tasfîye bike. Dixwaze, hêzên ku ji serxwebûna Kurdistanê re pêşengî bike, tasfiye bike û ji holê rake; nakokîyên di nav civata Kurdistanê de kurtir û firehtir bike. Ji bona ku eşîretên li Kurdistanê tasfiye bike xebat bike.

PKKê, li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî giştî, di ev mîsyona xwe de bi ser ket. Siyaseta dewleta kolonyalîst a Kemalîst, ji bona serkeftî be, hewilên mezin da.

PKKê, ev mîsyona xwe ya xirab û xeter, piştî salên 80’yî li beşên din yên Kurdistanê jî gav bi gav pêk anî. Bi rejîmên Baasî û îslamî (Iraq, Îran, Sûriyeyê) re danûstandin kir; ji bona ku tevgera Kurdistanê li wan beşên Kurdistanê jî tasfiye bike, pêwendî çêkir.

PKKê li Başûrê Kurdistanê bû kelemeke mezin. Li hemberî PDK û YNKê çendan caran şer kir. Partiyên Başurê Kurdistanê û serokên wê rewa nedît. Li Başûrê Kurdistanê mûdaxeleya siyasetê raste rast kir. Li ser navê xwe partîyek ava kir.

Li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê derket. Serokê Kurdistanê û Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê meşrû nedît; ji yasayên Dewleta Federe ya Kurdistanê re û ji pergala derwleta federe ya Kurdistanê re rêz negirt. Serwerî û desthilatdarîya miletê kurd nas nekir û li dij derket. Li Başûrê Kurdistanê gelek gund dagîr kir. Di vê merheleyê de jî li ser navê Îranê û hikûmeta navendî ya Iraqê li Şengalê dagîrker e. Li Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya dewletên dagîrker û kolonyalîst hêzên çekdar çê dike. Li dijî dewletbûna Kurdistanê û rêferandûma Kurdistanê derdikeve.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bona ku hemû rêxistinên Kurdistanê tasfiye bibin, bi dewleta Sûriyeyê re xebat kir. Bi hezaran xortên kurdan li çiyayên Bakûrê Kurdistanê da kûştin. Nûha jî li Rojavayê Kurdistanê wekaleta dîktatorîya Baasê dimeşîne. Bi Baasê re dîktatorîyek hevbeş ava kiriye. Li gelê me zulim dike. Nahêle ku partiyên Kurdistanê xebata xwe ya siyasî û rêxistinî ya milî bimeşîne.

Li Rojhelata Kurdistanê jî ji bona pêşîya Tevgera milî bigre, bi dewleta Iranê re di nav danûstandineke gelek xerab de ye. Li ser navê xwe û dewleta dagîrker partîyek bi navê PEJAK ava kir. Bû sedem ku xortên kurd bên tasfîyekirin û bi sedan xort bên kûştin û bên îdam kirin.

PKKê li Dijî Dewletbûna Başurê Kurdistanê şer îlan kirîye…

PKKê carek din xiyaneta xwe gelek aşkere dîyar kir. Li hemberî Başûrê Kurdistanê şer îlan kir. Ew şera ji aliyê Riza Altûn de hat diyar kirin. Riza Altûn çekokêşê/pêxasê Tûzlû Çayirê bû. Bi çand û civaka kurd re jî eleqeke wî tune ye. Hezar mixabin Ew û kesên wek wî yên bêkok û bêesalet li ser qedera Miletê kurd biryar didin.

Em nûha li nerînên Riza Altûn binêrin.

Riza Alştûnê PKKêyî dibêje ku:Erdogan bi rêya komkujî û dijminatiya li Kurdan hewl dide desthilatdarîya xwe bidomîne û bi destê PDK’ê jî dixwaze civakê bixapîne û ser vê rastiya xwe bigire. Altûn, îşaret bi têkilîyên AKP’ê bi PDK’ê re kir û got, “Ji ber vê yekê dibêje ‘pirsgirêka min bi terorê re heye, bi PKK’ê re heye. Binere ez ne li dijî Kurda me’. Bi rêya PDK’ê dijminatîya xwe ya li Kurdan dinixumîne.”

“PDK ji aliyê polîtîk ve îflas kiriye. Bi taybetî, dema derketina DAIŞ’ê û bûyerên piştî derketina DAIŞ’ê rû dan bên nîrxandin, wê were dîtin ku PDK hem bandora xwe ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ya li ser civaka Kurd winda kirîye, hem jî bi helwesta xwe ya li pêşberî DAIŞ’ê û têkiliyên xwe, di polîtîka herêmî û navneteweyî de qels bûye. Li Başûr jî krîzeke mezin derket holê. Li vê derê jî ketiye rewşeke welê ku êdî ji her kesî ditirse.”

Altûn tîne zimên ku “PDK’ê pişta xwe spartîye hêzeke herî nebaş a dijminê Kurdan, spartîye Tirkiye`yê û bi vî rengî dixwaze li pêşberî pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurd, bibe xwedî hêz. Altûn diyar kir, PDK di van têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re sînoran nas nake û ti aliyekî bê qebûlkirin ê vê yekê nîne.”

“Tirkiye çawa ku dijminê hemû pêşketinên bi pêşengîya xeta azadiyê ye, PDK jî bi heman rengî polîtîkayeke navxweyî dimeşîne. Ev yek herduyan digihîne hev. Tirkiye ji pêşketinên li Rojava aciz e, PDK jî ji PYD’ê aciz e. Tirkiye timî Rojava weke ‘terorîst’ bi nav dike û hewl dide li qada navneteweyî têgihiştineke bi vî rengî bafirîne. PDK jî bi gotina ‘hevkarê rejîmê, terorîst û antî demokratîk’ heman tiştî dike. Ev yek jî nîşan dide, ku çarenûsa wan yek e.”

Got ku “heman rewş li Şengalê jî heye. Tevî ku hê DAIŞ nehatibû PDK ji Şengalê reviya û li wê derê komkujiyeke mezin derkete holê jî, PDK niha doza maf dike. Têkoşîna hêzên HPG, YJA Star û YPG’ê ku pêşî li komkujiyê girtin û xeta azadîparêz a van hêzan, PDK’ê aciz dike. Qet li ber xwe nakeve û radibe hebûna li wir weke hêzeke dagîrker û ne rewa bi nav dike. Ferza ‘ji vir derkeve’ dike. Baş e, lê tu jê derket, te ew der radestî DAIŞ’ê kir. Tu çawa dikarî niha bêje li wir mafê min heye? Li aliyê din Tirkiye dibêje ‘Ez ê nehêlim Şengal bibe Qendîleke nû’. Wê çaxê siyaseta herduyan hem li Rojava hem jî li Şengalê li hev tê. Hebûna me ya li Başûrê Kurdistanê PDK’ê aciz dike û dixwaze em wê derê biterikînin. Tirkiye jî heman tiştî dibêje. Vê rewşê, ev demeke dirêj e rê li ber rewşeke aloz vekiriye.”

Altûn got, “Êrîşên hewayî yên li Rojava û li Şengalê, bêyî agahiya PDK’ê nehatine kirin. Eger PDK’ê destek nedabûya, erê nekiribûya, koordînat û agahiyên pêwîst nedabûya, Tirkîye bi 150 kîlometreyan nedihat û li Şengalê nedida. Di vir de hevkarîya Erdogan-Bahçelî-Barzanî heye û ev hevkarî gelekî eşkere ye. Dema ku mirov li şêweyê têkilîyên berê û bûyerên roja êrîşê qewimîn binere, wê ev yek bi awayekî zelal bê dîtin.”

(……)                  

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn got, ku xeterî û dînamîkên fermaneke nû hê li Şengalê heye û wiha dewam kir: “Erdogan, tevî dijminatîya xwe ya li Kurdan, ji berê ve bi gotina ‘Ev Zerdeştî ne’ qaşo li gorî xwe têkoşîna azadiyê ya Kurd reş dike. Di zîhniyeta Erdogan de dijberiya Êzîdîyan, dijberîya Zerdeştî heye. Ev dijberî jî ji rêzê nîne. Bi rengê ‘kuştina wan helal e’ dijberiyê dike. Rehekî PDK’ê jî yê bi vî rengî heye. Êrîşa du hêzên xwedî zîhniyeteke bi vî rengî, parçeyek ji hewldaneke qirkirinê ye. Ev yek ne tenê bi PKK’ê re eleqedar e.”

Altûn destnîşan kir, ku “li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin, tenê tiştek li pêşiya wan heye ku bikin, ew jî berxwedana topeykûn e.” Altûn diyar kir, ya ku ew dikin jî ev e û ev daxuyaniya girîng da:

TC îro sînoran nas nake û li her derê êrîşî me dike. Tirkîye, li derveyî sînorên xwe yên fermî êrîşî gelê Kurd kir û PDK jî jê re bû pişt. Tifaqa PDK û TC, tifaqa PDK-AKP-MHP’ê di rastiya Rojava û Şengalê de nîşan da ku xwedî dijminatîyeke li Kurdan a bê sînor e. Ev yek di heman demê de tê wê wateyê, ku li dijî hêzên dixwazin te tune bike, li her cihê lê ye têbikoşe û bi berxwedanê hebûna xwe biparêze. Wê çaxê, encama ku em ê jî ji van êrîşan derxînin ev e: Li Rojhilata Navîn an jî li her devera cîhanê, bi têkoşîneke rast a li dijî hêzên TC, dikare pêşî li komkujiyê were girtin. Yanî ev yek derdixîne holê, ku divê em li her derê, têkoşîn û berxwedaneke bê sînor li dijî TC nîşan bidin. PDK’ê pêşî li vê yekê vekir. Yê ku rêya vê vekir, PDK ye. PDK ji Tirkiyeyê re bû pişt, koordînat da Tirkiyeyê û kir ku li Şengalê bide. Vê yekê rê li ber wê vekir, ku em jî li hebûna Tirkan a li Başûrê Kurdistanê bixin. Ev yek rewa kiriye.

Me heta niha rewşa li Başûrê Kurdistanê li ber çavan girt û di vê mijarê de helwestek nîşan neda. Lê belê niha rê li ber vê hatîye vekirin. Çawa ku Tirkiye tê li Şengalê li Kurdan dixe û got, ‘min li PKK’ê xist’, wê demê mafê Kurdan heye ku li her cihî, li hedefên Tirk ên derkeve pêşiya wan bixe. Avantajeke bi vî rengî derketiye pêşîya me. Gelek hêzên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hene. Ji Kanîmasî heta Bamernê, ji Bamernê heta Başîka, ji wir heta Altin Kopru, li 13 cîhan hene. Ev navendên wan niha hedef in. Di serî de hedefa gelê Kurd e û bêguman hedefên xwezayî yên PKK’ê ne. Her kesê ji xwe re dibêje ‘ez Kurd im’ divê zanibe ku ev komkujî wê di dawîya dawî de lê bê kirin û divê li ber xwe bide. Ji bo pêşî li van komkujîyan were girtin, divê li dijî vê hêzê bikevin nava liv û tevgerê.

Ti derfet û luksa PKK’ê nîne ku dest û lingê xwe girê bide û li şûna xwe bisekine. Mafê herî rewa yê PKK’ê ye, ku hêzên Tirkiyeyê li ku hebin, xeleka wan a herî qels bibîne û lê bide.”

Altûn di vê çarçoveyê de bal kişand ser serdema nû û got, “Tiştên ku heta niha ji ber hin hesasiyetan nehatin kirin, wê ji niha û pê ve bên kirin. Çawa ku Tirkiye ji sînorên xwe derbas dibe, tê li Kurdan, li PKK’ê dide, PKK jî neçar e biryarê bide ku sînoran nas neke û li her cihê Tirk lê ne lê bide. Gelek hêz hene ku vê bikin. Tevgerên siyasî yên li Başûr dikarin vê bi hêsanî bikin. Divê mirov li bendê bin ku li Başûr rewşên bi vî rengî derkevin holê. PKK jî wê vê binirxîne û vê bike.”

Altûn işaret bi xeteriya polîtîkaya PDK’ê kir û got, “PDK pişta xwe dispêre hêza TC û bi vî rengî dixwaze li Başûr bibe xwedî hêz. Lê rîskek afirandîye ku Başûr dikare veguherîne qada şer. Eger TC-PDK di vê siyasetê de israr bikin, wê Başûrê Kurdistanê veguhere qadeke cidî ya şer. Ji ber ku hêza herî qirêj a TC li Başûrê Kurdistanê ye. Eger tê xwestin, derb li karakterê paşverû yê TC were xistin, divê derb li hebûna wê ya li Başûrê Kurdistanê bê xistin.”

Riza Altûn destnîşan kir, ku li holê têkiliyên gelekî kûr, tarî û qirêj ên aboriyê hene û got, “Li cihekî şer lê dest pê bike, gelo wê ev têkiliyên aboriyê çawa bidomin? Tifaqa PDK’ê ya bi TC re eşkere ye. Weke we jî anîn ziman; li parçeyekî Başûrê Kurdistanê xist, li civaka Êzidî ku beşê herî hesas ê Kurdên li Başûr e xist, hewl da komkujiyekê bike û dema ku ev kir, 5 pêşmerge qetil kir. Hê xwîna van ziwa nebû, Nêçirvan Barzanî bi lez û bez çû Qesra Erdogan. Hemû televîzyonên PDK’ê li şûna ku van êrîşan bikin rojev, hebûna PKK’ê dikin rojev. Ev eşkere ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn xwest, vê yekê bi taybetî destnîşan bike: “Hêzek ji aliyê siyasî û leşkerî ve çiqasî bi TC re bibe yek, wê ewqasî jî bibe dijberê PKK’ê, bibe dijberê gelê Kurdistanê. Eger tifaqa TC-PDK bi vî rengî dewam bike, wê bicihhatina daxuyaniya dawî ya PKK’ê bibînin. Bi mûxalefeta civakî, sabotekirina berjewendiyên aborî, tifaqên siyasî û têkoşîna ji aliyê leşkerî ve, wê şerekî mezin li ber xwe bibînin.” (www.kurdistan24.net)

                                                   ****

Nerînên Riza Altûn diyar dike ku PKKê gelek vekirî dijminê PDKê ye. Li dijî dewletbuna Kurdistanê ye. Dibêje ku “emê Dewleta Federe Kurdistanê bikin qada şer. Emê êrişî hemû dezgehên leşkerî û aborî û wekî din bikin.”

PKKê rêxistineke Başûrê Kurdistanê nîne. Bi vê ceseretê çewa dikare êrişî Dewleta Federe ya Kurdistanê, PDKê û serokê Kurdistanê bike. Gelek eşkere ye ku piştgirî ji dewleta Îran û Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hevalbendên wan digre. 

Amed, 09. 05. 2017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir