Nûnerê Bilind Borrell: YE ji bo Filistînê du-dewletiyê dixwaze

 Beriya civîna Xezzeyê ya li Brukselê, Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji bo pirsgirêka Îsraîl û Filistînê daxwaza çareseriya du-dewletiyê kirin.

Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YEyê Josep Borrell, operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê rexne kir û banga çareseriya du-dewletiyê kir.

Beriya civîna wezîrên karên derve yên YEyê ya bi dîplomatên payebilind ên Îsraîl û Filistînê re Borrell ji rojnamevanan re axivî û got: “Tiştê ku em dixwazin bikin; çareseriya du-dewletî ye. Ji ber vê yekê em li ser vê mijarê biaxivin.”

Borrell her wiha piştgirî da berteka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ku rikberiya rêbaza du-dewletî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû rexne kir û got ku “rikberiya Netanyahû nayê qebûlkirin.”

Borrell anî ziman ku aştî û aramiya Îsraîlê tenê bi rêbazên leşkerî nayê avakirin û wiha got: “di hişê wan de kîjan rêbazên çareseriyê hene? Derxistina hemû Filistîniyan? An jî kuştina hemûyan?” gotina ku armanc ji holê rakirina Hemasê ye tezeke yekalî ye, ji ber ku ev tê wê wateyê ku dema Hamas  têrlawaz bibe wê Îsraîl biryarê bide. Em nikarin bi vî awayî xebatên xwe bidomînin.”

Baerbock: Çareseriya tekane du-dewletî ye

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî di daxuyaniya xwe ya beriya civînê de got ku çareseriya du-dewletî ya pêkvejiyana Îsraîlî û Filistîniyan pêkan dike, “tekane çareserî ye.” “Yên ku dibêjin em naxwazin çareseriyek wusa bibihîzin, ti alternatîfek pêşkêş nekirine.” 

Civîna YEyê

27 wezîrên karên derve yên welatên endamên YEyê wê peşî bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz re, paşê jî bi dîplomatê payebilind ê Rêveberiya Xweser a Filistînê Riyad El Malikî re bicivin. Tê çaverêkirin ku Katz û Malikî jî hevdîtinekê pêk bînin.

Di civîna li Brukselê de, wê wezîrên derve yên Misir, Urdun û Erebistana Sihûdî jî bi wezîrên endamên YEyê re hevdîtinan pêk bînin.

PN

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *