Åžeyhmus Ozzengin
Li Elmanya, di dîroka Nazîzimê de îdeologên wek Dr. J. Goebbels û bandora wan li ser civatê û rewşenbîran cîhê girîng digire. Di vê pêvajokê de hestên rewşenbîrî derbên mezin xwarine. Li Elmanya, heger bi hezaran Dr. J. Goebbels û şelafên hêzê nebûna, ne Adolf Hitler, ne jî Nazîzim wê nebûna xwedî hêz û wê mohra xwe li dîrokek, ku ji Elmanan re bû rûreşîyek dîrokî nekira.
Di vê dîrokê de, 6 milîyon Cihû bi jenosîdek dijwar, di kampan de, di firinan de, bi gazên kîmyewî hatine qetilkirin. Di vî şerê II. yem yê Cîhanî de, nêzî 60-65 milîyon mirov hatine qetilkirin. Bi destê Nazîstan û bi propagandaya wan propagandîst û demogogên şelafên Elman, bûyerên nemirovane û pir xerab ji bona mirovatîyê rû dane. Gelê Elman, li gor van propagandîstan hatîye dîzayn kirin.
Beşek ji rewşenbîr û zanayên Elmanan, di dema xwe de xetayên xwe, korbûna xwe dîtin û gulleya yekem berdan xwe û van propagandist û demogogan. Uzrê xwe ji mirovatîyê xwestin, ku ev tehlûke, di wexta xwe de çawa ferq nekirine. Pêşî li korbûna rewşenbîrî û li bandora hêzê girtin, ku rewşenbîr bibe çav û guhê civatê.
Dîroka Nazîstan, li Elmanya û dîroka PKK li seranserê Kurdistanê; dîroka propagandîst û demogogên Elman yên wek Dr. J. Goebbels û dîroka beşek mezin ji rewşenbîr, hunermend û sîyasetmedarên Kurd ji hinek hêlan de pir dişibin hev. Li Elmanya, ji sala 1936 an heta 1943an rewşa rewşenbîr, zana, sîyasetmedar û hunermendên Elmanya bînin bîra xwe. Beşek piçûk ji wan ya di zîndanan de ne, ya koçî derve bûne, yan jî ji tirsan dev, çav û guhên xwe girtine. Beşek mezin jî pişta xwe didin sîstema Nazîyan û li kolanan ji wan re li çepikan dixin, êrîşî yên mayîn dikin ku çima ew jî nabin piştgirê Hîtler.
Wan salên bibandor yên Nazîstan û salên 1990-2000an yên kurdan û PKK bidin ber hev. Hûnê derûnîyek ku dişibe hev, di van salan de, di navbera piştgirên Hitler û Ocalan de bibînin.
Dema têkçûna Nazîzimê, rewşa piştgirên wan û piştî 2000an ew piştgirên PKK ku dev ji PKK berdan deynin ber hev. Hûnê bibînin ku rewşenbîr, zana, hunermend û aqilmendên kurdan, bi gelemperî xetayên mezin kirine û bûne dengê hêzê. Nebûne wîcdanê civatê.
Di heman demê de, stratejîya ku bi destê dewletê û PKK li ser kurdan dihat meşandin, divabû rewşenbîr bibûna deng û wîcdanê miletê Kurd, ev nebû. Ji ber wê jî, piştî ku piştgirîya xwe kişandin jî; zanîn, hizirên rewşenbîrî, nêzîkbûna gel û metodên zanistê yên maqul nehatin bikar anîn.
Bi dîroka destpêka PKK re, li ser kurdan jenosîdek piralî, ku li demê belavkirî destpê kirîye. Di vê jenosîdê de Kurd dualî ketine bin bandora jenosîdek netewî. Alîyek, dewleta Tirk e û xwedîyê projeyê ew bi xwe ye. Lingê vê projê jî, li seranserê Kurdistanê PKK û Abdullah Ocalan e.
Di vê projeyê de Kurdistan talan bûye.
Di vê projê de Kurdistan ji hêla ramanên azad, ji hêla çandî û ziman de asîmîle bûye. Hestên kurdewarî derbên mezin xwarîye. Di nava girseya PKK de, kurdbûn qedexe bûye û dejenerekirina hestên kurdewarî meşrû bûye.
Ji 1984’an û heta 2022yan, tenê li Bakurê Kurdistanê 4500 gund û gundik hatine vala kirin.
Li Başûrê Kurdistanê 600 gund. Li roavayê Kurdistanê, ji Efrîn bigire heta ber Dirbêsîyê, di dirêjaya 500 Km. de axa kurdan ji kurdan hatîye vala kirin û radestî dewleta Tirk û terorîstên îslamî bûye.
Di seranserê 38 salan de, 160 hezar Kurd ji terefê Dewleta tirk û PKK de hatine qetil kirin. Di nav vê reqemê de ciwan, pîr û kal, jin û zarok jî pirin.
Nêzî 12 milîyon Kurd axa bav û kalan terikandine. Beşek mezin ji van kurdên koçber, li metropolên tirkan bicîh bûne. Rû bi rûyî asîmîlasyonê, êrîşên nîjadperestî û jîyanek rezîl mane. Beşek piçûk jî penaberî welatan bûne. Ji Roavayê Kurdistanê jî beşek koçberî Başûrê Kurdistanê bûye.
Bi 100 hezaran Kurd ketine zîndanan û maxdûr bûne, seqet mane. Malbatên wan perîşan bûne. Di vî şerê biqirêj de kurdan bedêlên mezin dane.
Dewleta tirk li ser kurdan bi destê PKK asîmîlasyonek jenosîdkar meşandîye. Ev asîmîlasyon, projeya dewleta tirk bû. Bi alîkarîya dewletê û bi destê PKK li Kurdistanê hat meşandin. Di vê destpêkirina projeyê de hestên Kurd û kurdistanî, bawermendîya kurdewarî, hizirîna kurdewarî jikestin xwarîye. Derbek mezin li rûhê netewî ketîye.
Têkoşîna rizgarîya netewî, li ser asta rûhê netewî ava dibe: Dewleta tirk, bi destê PKK ev ruh di nav beşek mezin ji terefgirên PKK de kujtîye, yên mayî bêhêvî kirîye û vê hewlê her berfireh dike.
Dewleta tirk bi destê PKK, dînamîzma têkoşîna rizgarîya Kurdistanê, dînamîkên Kurdistanê yê 40 salî hemû da ber kujtinê, telef kir û ji holê rakir.
PKK, eynî rolê dijminane li Başûrê Kurdistanê, li Roavayê Kurdistanê û li Rohilatê Kurdistanê jî meşandîye. Li van deveran jî karesatên mezin anîye serê kurdan. Kurd kir dijminê Kurd, ruhê kurdewarî birîn kir û her beşê Kurdistanê kir dijminê beşê din. Îro sebeba wan rojnameger, nivîskar, propagandist, demogog, hunermend û dilxwazên PKK, ku dijminê kurdên ne ji PKKê ne ev e. Tovê kujtina rûhê hêza kurdewarî kirine erk ji xwe re.
PKK, li Tirkîyê Kemalîst, li Sûrîyê BAASî, li Îran piştgirê şîe û li İraq dijminê Başûrê Kurdistanê ye. Bi çepên Kemalîst yên dewletê re mil bi mil, girseya Kurd li gor stratejîya dewletê bi rêve dibe. Tirk li ser serê kurdan kirine efendî.
Li Başûrê Roavayê Kurdistanê, bi hêza Emin Dewlê (îstîhbarata Sûrîyê) re mil bi mil li ser navê „Ciwanên Şoreşger“ kurdan terorîze dike û dîzayn dike. „Ciwanên Şoreşger“, li Qamîşlo li tara Medînetil Şebab bicîh bûne û mîsyona ciwanên BAASê bicîh tînin. Zarokên kurdan direvînin, êrîşî ofîsên Medya Kurd û ofîsên partîyên Kurd dikin, dişewitînin. Ala Kurdistanê binpê dikin.
Li Başûrê Kurdistanê, bi Haşdî Şabî û erebên nijadperest re, mil bi mil Şingal talan dike. Zarokên kurdan direvîne, nahêlin Kurdên Şingalê vegerin ser mal û milkên xwe. Bi Haşdî Şabî re li Şingalê mîsyona îran girtîye ser xwe.
Dema ku em Kurd, 38 salên vî şerê biqirêj binirxînin, emê bibînin ku vî şerî bi carekê de dînamîkên Kurd û Kurdistanê, li gor daxwaza dijminên Kurd û Kurdistanê dîzayn kirîye. Di vî şerî de bi qasî misqalekî destkevtin nehatine tomar kirin. Tenê rîya şer, mirinê, zîndanê, koçberîyê, malwêranîyê, asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê danîne ber kurdan. Kurdê sax bê qîmet, kurdê mirî bi qîmet bûye û li ser mirîyên kurdan demogog û propagandîstan karên xwe meşandine.
Di vê pêvajokê de bi sedan aktivîst, rewÅŸenbîr, hunermend, sîyasedmedar û zanayên kurdan piÅŸtgirî dane vê heraketê. Li ser serokê PKK stran çêkirine, nivîs û roman, helbest derxistine. Bi hawayekî nedîtî, pênûs û awaz, ji bona “bijî bijî serok Apo, Apo Apo Apê me, serokê me, Şêrê ÃŽmralî, roja me“(!) hatîye bikar anîn. Êrîş anîne ser kesên ne bi wan re û xwestine ku herkes bibe wek wan. Bandorek wilo derketîye holê, ku pênûs sekinîye, wêje ketîye bin bandorê, awaz qut bûye û rexne ji holê rabûye. Bi rewÅŸek ku, “kî di nav karwanê me de cîh negire, wê afaroz bibe”(!) Di salên 1700an de, dêrên li Ewrûpa çi anî serê „raman“ê, li Elmanya Nazîzimê çi anî serê ramana azad, di sedsala me de jî PKK ew tiÅŸt anî serê rewÅŸenbîr û hunermendên Kurdistanê.
Di vî warî de ji Dr. J. Goebbelsê Adolf Hîtler bêtir bandor li ser kurdan kirine. Bi hezaran zarokên kurdan ji ber bandora propagandaya van rewşenbîr, zana, nivîskar û hunermend, sîyasetmedaran, berê xwe dane nav refên PKK û bûne qurban. Li kolanên Ewrûpa, bi hezaran zarokên kurdan, ji dibistanên wan ew hildane û berê wan dane çîyayên Kurdistanê û yên ku rastî dîtine, bi destê PKK hatine kujtin, an jî dane kujtin. Dîyaspora Kurd jî bê sazî, bê dîplomasî û bêbandor hiştine.
Piranîyên van nivîskar, rewşenbîr, zana, hunermend û sîyasedmedaran, piştî ku PKK ew têra xwe ji xwe re bikar anîne, ji PKK veqetîyane. Lê pir hindikên wan pêvajoka sebebên veqetandina xwe şîrove kirine.
Min li jor jî anîye ziman: Rewşenbîr û zanayên Elmanan, di dema xwe de xetayên xwe, korbûna xwe dîtin û gulleya yekem berdan xwe û van propagandist û demogogan. Uzrê xwe ji mirovatîyê xwestin, ku ev tehlûke di wexta xwe de çawa ferq nekirine. Lê piranîyên wan rewşenbîr, zana, sîyasetmedar, hunermend û xwedî hizirînên Kurd, bêdeng xwe dane alî û hatine xesandin. Yan jî hatine ser raya Kurdewarî, lê rûpela xwe a bi PKK re jî negirtine.
Yên ku stran li ser PKK û A. Ocalan çêkiribûn, kasetên xwe kom kirine, stranên xwe veşartine. Nivîskaran pirtûkên xwe red kirine û veşartine. Kolomnîstan nivîsên xwe înkar kirine. Propagandîstan dengên xwe birîne. Lê kesekî ji wan, gulleya yekem bera xwe nedaye! Sebebên xwe, hizrên xwe dernexistine ber neştera zanistîyê.
Çima bûn pergalê vê malxerabîyê û çima dev jê berdan?
Rewşenbîr, ew kes e ku xetayên xwe dît, bê ku xwe bide vî alî û wî alî, raser wan xetayan derxe ber neştera zanistîyê û bibe vîcdanê civatê. Li Elmanya, zana û rewşenbîrên Elmanan, bê ku rastîya dîrokê veşêrin, binpê bikin, bi zimanekî zelal dîroka xwe derxistine ber neşterê û uzrê xwe ji raya giştî xwestine. Pêşî li dubareya xeteyan girtine. Rewşenbîrîya Kurdistanê, di vê 38 salîya şer de, di vî warî de di sinifê de maye û di nava civatê de vîcdanê xwe, bawerîya xwe wenda kirîye. Civat bawerîyê pê nayne.
Çima Kurd, sîyasetmedarên Kurd, rewşenbîr, hunermend û zanayên kurdan, bawermendên kurdan vê rastîyê vedişêrin?
Wilo xuya dike ku forumeke rastî, an jî toreyeke hizirî ya rewşenbîrên Kurd tune ye. Hefsarê yekdestdarî ya rewşenbîrên Kurd, di destê hêzê û partîyên sîyasî de ye. Bi tenê rewşenbîrên hêzê û partîyên xwe, serokên xwe ne. Partî û hêz, rewşenbîrên xwe, li gorî van îdeolojîyan eyar dikin. Vê malxerabîyê jî, kirîye ku rewşenbîrên Kurd, dev ji fikr, têgihiştin û xwe ji îfadekirina azad mahrûm bike. Lewra jî rewşenbîrê Kurd di nava civaka Kurd de ne xwedî cihekî baş e, wêrektîya medenî wenda kirîye, meriv bawerîyê pê nayne û xwe jê dûr dixin.
Rewşenbîr, mafê wî tineye ku rojek ji hêzek, partîyek an jî tevgerekê re li çepikan bixe û roja din wan çepikên xwe, wan pesnên xwe jibîr bike û bibe tiştekî din. Ev dibe sebeba bêbawerîya hizirîna rewşenbîrî û ramanên rewşenbîrî di nava civatê de piçûk dike û vîcdanê rewşenbîrî birîn dike. Ev jî, rewşenbîran di nava civatê de bêbandor dike.
08.01.2022