Komkujîya nejadî/Jenosid/Genocide  

Siddîq Bozarslan   

Maneya Komkujîyê (Genocide) di 1943an da ji alîyê huquqnasê polonî Raphael Lemkin ve hatîye bi karanîn. Di zimanê yunanî da genos, tê maneya ”nejad”, ”kok” û bi latinî di maneya kuştinê da cide ku ji koka cidium hatîye,  di fransi da ew her du gotin bi hev hatine girêdan û hatiye bikaranîn. Lemkin gotîye; ji ber ku genocide, gelek caran hatîye bikaranîn, ewil li ser ermenîyan çêbûye û paşê Hitler ketîye nav wê hewildanê û loma wî jî wê gotinê xebitandîye. Wek ku mirov dibîne tespîta Lemkin di nav çarçoveyeka teng da hatîye sînorkirin ku ev jî kêmasîyek e.

Di çarçoveyeka pilankirî da hewildaneka li dijê civatek ku ji yên dî cuda ye ku ev cudayetî jibo nejadek, dînek, bawerîyeka sîyasî an civatî, ji xwe ra dike hedef ku wê ji navê rake / têkbibe / tune bike. Di vî derbarî da di navbera akademisyenan ango pisporan da fikrên cuda hebin jî di 1948an da ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî jibo Cezakirin û Astengkirina Sucên Genocide (SSECS), maneya wê ya huqûqî hatîye çêkirin û wek em dê li jêr bibînin, ew çarçove ketine nav wesîqeyên NY.

Li gora maddeya 2.yem ya Lihevhatinê jibo Genocide; ”Hewildanên ku têkbirin / ji holêrakirina grubeke nejadî û dînî, neteweyî, etnikî dike hedef. Kuştina endamên wê grubê, xisardayîneka ciddî jibo bedenî ango zîhnî yên endamên grubê, xirabkirinên fizikî jibo mercên jîyanê ya wê civatê (grubê) bi tevayî an qismî ku bi qestî were xirabkirin, karanîna metodên nezayînê di nav grubê da, bi zorê girtin û dûrxistina/ veguhastina zarûkan ji grubek bo grubeka dî” hatîye naskirin.

Di despêkirina SSECS da hatîye nivîsîn ku qewimandinên bûyerên komkujîyê, di seranserê dîrokê da hatine jîyandin û di hemî demên dîrokê da wendayîyên mezin dane mirovayîyê. Lê Heta dema Dadgehên Nurnbergê ji alîyê NY ve jibo sucdarên Holokost, Raphael Lemkin gotina genosidê bi karanî; sucdarîya Genocideyê di nava huqûqa navneteweyî da cî negirtibû û nebûbû biryara NY.

Di çileya 1951an da hukmê SSECS ketîye nav jîyanê û ji wir pêve 80 endamên NY hin yasayan çêkirine ku ew li gora hukmê SSECS bûne ku bikaribin faîlên komkujîyê mehkleme bikin û wan mehkûm bikin. Nikola Jorgic, mîsalek e ku li dadgeheka Almanyayê sucdar hatîye qebûlkirin û cezakirin.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di 2002an da çêbûye û li gora wê lihevhatinê, dewletên ku teref bûne, ew dikarin hevwelatîyên xwe di vî derbarî da mehkeme bikin û ceza bidin wan sucdaran, lê heta nuha kes nehatîye mehkemekirin. Komkujîya Ruanda, Komkujîya Bosnayê, di mehkemeyên taybetî da hatine mehkemekirin. Lê wek mîsal, li Girava Tasmanya ya Avustralyayê, di 1828- 1832an da komkujîya ku çêbûye, wek komkujîya modern ya ewil qebûl bûye û ketîye nav rûpelên dîrokê.

Serokê Rêxistina Çavdêrîya Komkujîyê (Genocide Watch) Gregory Stanton, raporek bi navê ”8 merhaleyên komkujîyê” pêşnîyar kirîye. Di raporê da nivîsîye ku di wan 8 merhaleyan da îhtîmala ku komkujî çêbin, lê ew dikarin werin rawestandin/astengkirin, kurtîya wan weha ne:

Merhale 1. Însên bi awayê ”em û ew” tên cîyêkirin. Tedbîr: ”Di vê merhaleya ewil da tedbîra ku were sitandin, dezgahên navneteweyî bên avakirin ku pêşî li wê cudayîyê / cîyêkirinê bigre.

Merhale 2. Simgekirin  “Simge ango nîşan dema bi nefretê ra bibe yek, ew dikare jibo endamên wê grubê ku ne bawermend in, bi zorê were qebûlkirin…” Tedbîr: “Tekoşîna li dijê wan simgeyan, dikare wek huquqî simgeyên nefretê û gotinên nefretê werin qedexekirin.”

Merhale 3. Dijhumanizmayê  “Endamên grubek, mirovayîya gruba dî înkar dike. Endamên grubê wek heywanan, parazitan, kêzikan ango nexewşîyan dibîne.” Tedbîr:  “Serokên herêmî û yên navneteweyî, divê lanetê li karanîna gotina nefretê bîne û wê wek kultûr lanet îlan bike ku ew nayê qebûlkirin. Divê seyahetên navneteweyî jibo serokên ku komkujîyê teşwîq dikin, werin qedexekirin û çavkanîyên wan ên abûrî werin cemidandin.”

Merhale 4Vêkxistin / hunandin  “Komkujî, timî bi rêxistinî ye… Bi awayeke giştî hêzên taybetî yên ordîyê ango milîs, tên perwerdekirin û biçekkirin… Tedbîr:  “Divê Neteweyên Yekbûyî jibo hukumet û şexsên ku beşdarîya komkujîyê kirine, ambargoya çek pêkbîne û jibo lêgerîna îhlalan /binpêkirin komisyonan çêke.”

Merhale 5. Durexîbûn (Kutupkirin)  “Grubên nefretê propaganda durexîbûnê diweşînin…” Tedbîr: “Dikare serokên nerm têxin bin ewlekarîyê an piştgirî jibo grubên mafên mirovî were dayîn… Divê bi mueyyîdeyên navneteweyî li dijî radikalên ku darbe çêdikin, bên sitandin.”

Merhale 6. Amadekirin  “Qurbanî li gora nasnameyên etnikî ango dînî tên kifşkirin û derdixin holê.” Tedbîr: ”Di vê merhaleyê da divê rewşa awarte ya komkujîyê were îlankirin.

Merhale 7. Tunekirin / kuştin / Îmha  “Di çavê van kujeran da ”kuştin” e, ji ber ku ew bawer nakin ku qurbanîyên wan însan in.” Tedbîr: “Di vê merhaleyê da tenê têkoşîna çekdarî ya xurt dikare bibe asteng li pêşîya komkujîyê. Divê ji alîyê hêza parastinê ya ledaren giran ya navneteweyî ku parêzvanîyê bike û herêmên ewleyîyê çêke ku rîyên revê jibo muhaciran were çêkirin.”

Merhale 8. İnkâr  “Sucdar… înkar dikin ku wan sucek kirine.” Tedbîr: ”Bersiv jibo inkarkirinê, cezayên ku ji alîyê dadgehên neteweyî an navneteweyî ve were dayîn e.”

Lê wek Dirk Moses û hin kesên dî li wê dîtinên jorîn rexne dixin û dibêjin ku wek mîsal; ”Dema menfeetên hêzên mezin li Darfurê lêhatî be, ev kar (yanî Genocide) li wir diqede.”

Navkirina Genocide di Maddeya 6an ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jibo Statuya Romayê, hatîye kirin. Li gora wê maddeyê Genocide, hewildanên li jêr jibo amanca tunekirina neteweyek, etnisiteyek (etnik), grubeke (komek) dînî ango tevayîya nejadek an beşeka wê kirîye hedef:

1.Kuştina endamên grubê. 2. Xisardayîna fizikî ango zihnî jibo endamên grubê. 3. Endamên grubê bi zanistî bînin pêşberî şertên jîyaneka xirab ku bi qismî ango bi tevayî bi fizikî bên tunekirin. 4. Bi qestî zayînên grubê tên astengkirin. 5. Bi metodên zorbirîyê zarûkên grubek werin dûrxistin/veguhastin jibo grubeka dî.

Li gora tespîta Dîrokzan William Rubinstein, jibo koka Genocideyan ên sedsala 20.an  dikare ji piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn paştatir here ku qasî hilweşandina hukumetên li Başûr, Rojhilat û Orta Ewrupayê bûn.

Li hin welatan li dij derketina îddîayên Genocide, hatine qedexekirin. Numûne, li 14 welatên Ewrupayê hin yasa hene ku înkara Holokost û bêqîmetkirina wan qedexe ye. Li Komara Sypernê (Kibris), Swisreyê, Slovakya û Yunanê (Grekland) yasa hene ku înkarkirina Genocideya Ermen qedexe kirine. Li Tirkîyeyê jî berewajî wê, Maddeya 301ê ya Qanuna Cezayê ya Tirk, bi karanîna Genocide bo ermen, rum û suryanîyan qedexe dike û yên ku li dijî wê maddeyê dertên, tên cezakirin.

Di bin van şertan da ku li ser bûyerên komkujîyê li Komara tirk hatine çêkirin, li gora atmosfera Şerê Cîhanî yê Duyem hatine kirin ku di wê demê da komkujiya cihuyan li Almanyayê pêkhatîye û di encamê da dora 6 milyon cihu hatine qetilkirin. Di van nirxandinên jorîn da ku ji alîyê pisporan ve hatine çêkirin, ew jibo prensibên NY jî bûne wesîqe. Loma divê em jî di nav baxçeyên welatê xwe da çend resmên îbretê û sosretê bînin ber çavên xwe ku di wan resman da jî hedefên genocideyê hene. Van resman dê bibin mijara çend nivîsarên dê ku ez dê pêşkêşî we hejayan bikim.

Lê divê neyê jibîrkirin ku ew civata ku civateka dî dixwaze qir bike; wan her dem metodên derewan bikaranîne û civata hedefkirî jibo kuştinê wek ”barbar, paştamayî, kafir, dijminên nejadî ango dînî, dijî şoreşê, nejada bindest, eşkîyayên ku nabin medenî” û wd bi navkirine. Bêguman yên kujer jî xewdîyê hêzeke bi rêxistinkirî ne û di bin otoriteyeka navendî da hewil dane xwe û di bin fermandarîya wan da jî kesên nexweş ku rehet bikaribin kesên dî bikujin hene û hewildanên komkujîyê di nav kampanyayek da hatine meşandin. Bi kurtayî van hewildanên komkujîyê, di nav çarçoveyeka ideolojik da ji xwe ra sistemeka nû ava kirine.

Nivîs didome

Swed/ 09.01.2022

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir