Fabel û Riza Topalê Hulmanî!

Fabel Çiye?

Di wêjeya kurteçîrokan de fabel hin bi rêya helbestê û hin jî bi nivîserê, cîhekî serete digire. Fabel di mijara xwe de dîyalogên bi ajalan re wek çîrok tên nivîsandin. Dêwên meselokan, gîha, tiştên bêrûh dixe dewsa mirovan û bi rîya wan mijar têt şîrovekirin. Bi vê metodê mirov ji fabelan ramanan digire. Yanî hêlek fabel ya dersdêrîyê jî heye.

Dîyalogên fabelan hin bi rîya helbestê û hin jî bi rîya nivîsarê derdikeve ber me û celebek ji wêjeyê ye.

Naveroka peyva „fabl“ ji „fibula“ derketîye, Latînî ye û di maneya „çîrok“an de ye. Fabel kurt in û bi wate ne. Piranî ji bona zarok û ciwanan têr û tije dersên jîyanê ne. Bi gelemperî zeîfîya mirovan, xeletîyên wan û hêlên wan yên xerab, bi rêya axivtina ajalan û bi zimanekî ezop têt bikaranîn. Di wêjeya roj ava de mînaka yekem Ezop afirandîye û xwedî dîrokek B.Z. dihere heta sedsala 4 emîn e.

Di wêjeya cîhanê de; Horatius, Plutharkos û Lukianosê Samsatî modelên Ezop bikar anîne.

Di „Dema Navîn“ de Marie de France navekî herî lipêş e di vî warî de. Dûre, du heb helbestvanên İngîlîz wek Edmund Spenser û John Dryden jî berhemên hêja afirandine. Di sedsala 17 an de La Fontaine li ser pozbilindîya mirovan berhemên binav û deng afirandîye. Di sedsala 19 an de fabel pir bipêş ketîye û bala xwedevanan kişandîye. Di warê nivîsa fabelan de; Lewis Caroll, Kenneth Grahame, Rudyard Kipling, Beatrix Potter navên ku herî pir derdikevin ber me ne.

Li Kurdistanê bi Kurdî fabel, di çîrok û metequlkande bi wêjeya devkî xwedî dîrokek kevnare û texmînî diçe heta berî Zayînê. Di çîrok û metequlkên kurdan de fabel cîhekî girîng digire. Kurdan bi rîya çîrok û metequlkan ev hêla wêjeyê di warê mînak û dersdayînê de pir baş bikar anîne.

Di sedsala borî û sedsala nûha de gelek fabelên Kurdî derbasî warê nivîsê bûne.

Hunermend, Sonet û Fabelnivîserê hêja Riza Topalê Hulmanî di vî warî de sê heb pirtûk dîyarî wêjeya Kurdî kiriye; „Pîrê û Rovî, Karda û Sefer û Kodkên Hirçê.“ Fabelên xwe ji çar beşan nivîsîye. Beşa 1. Danasîna cîh û lehengên Çîrokê. Beşa 2. Cîhê ku bûyer lê geş dibe û kilîd dibe. Beşa 3. Bûyer ber bi dawî de diçe û naverok derdikeve û beşa 4.an jî mesaja ku nivîskar bi zelalî dide xwendevanan.

Riza T. Hulmanî, wek di warê Sonet an de, di vî warê Fabil an de jî xebatek hêja, têr û tije ders ji kurdan re afirandîye. Ezê li jê mînakek ji fabelên R. T. Hulmanî bidim we:

Kerek Kême

Li gundê Axdad

Apê Mixdad;

Cînaran dabûn

Hazir kiribûn

Ew heft ker,

Bi heft ser.

Palik û palas

Cirik û werîs

Da biçûna bo aşan,

Rêk, gelî, tir û kaşan.

Hemû ji malan anîn ber der,

Hazir kiribûn ew gişt ker.

Dihejmard û dihejmard

Tevî ew çawalên ne ard.

„digot:va kera me

Lê belê ha kerek kême.“

Digot: „ma qey ez şaşim,

Xewda me an xuhnaşim!

Kanê êw kera paşîn?

Dîsan hêjmard ser ta bin.

Lê kanê ewê reşbeş

Lê ewê pişt neqeş

Lê kera doç qontoz

Lê kera reng boz

Kanê ew kera serçav tujî toz?

Belê min hebû heft ker

Yek ji mala mamê Sefer

Ewê rengboz ji mala Rizgo

Kera reşbelek ji mala Temo

Kera şînboz ji mala Elo

Wayan jî kera Delo

Wendaye kera Xelo.“

Got: „Malmîrata keran,

Hejmartin neket seran.

Hejmard û hejmard

Tevî tale çawalên ne ard.

Digot: „Hin hin!

‚Lê kanê ew kera reş

Yêk, du sê

Çarpê

Va kera mê

Va yê nêr

Ezê camêr.“

Digot: „Ahan

Waye dîsan

Şeş ker

Tevî hefsar

Cilik, palas û dar

Ji kera sîwar

Jê hat xwar.

Hêjmard heft ker

Heft ser

Çar çim

Çar sim.

Apê Mixdad

Ji gundê Axdad Bîr dikir tim car

Kera ku jê dabû siwar

Zîwar dibû şeş ker;

Jê dihat xar heft ker.

8.8.1976

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir