SÎNORÊN DI MEJÎYÊN KURDAN DE HATINE KIŞANDIN!

Weke ku tê zanînîn, bi peymana Qesra Şêrîn di 1516 an de, Kurdistan ji alî împaratorîyên Osmanî û Safewî hat dagîrkirin û parvekirin; yanî Kurdistan bi darê zorê ji alî du dewletên dagîrker bû du parçe û li ser erda Kurdistan sînor hat kişandin û defakto gelê Kurd bû du parçe. Cara dudoyan jî, di 1923 yan bi peymana Lozan’ê, di navbêna Brîtanya, Fransa, Tirkî û Îran de Kurdistan ji nû de hat parvekirin û Kurdistan bû çar parçe. Piştî ku birîtanya û Firansa li gorî berjewendîyên xwe li Rojhelatanavîn dewletên bi xwe ve girêdayî ava kirin û di warê îdarî û leşkerî vekşiyan, parçeyên Kurdistanê yên di bin dagîrîya Fransa de ket bin nîrê dewleta Sûrî û yê di bin dagîrîya brîtanya jî, ket bin nîrê dewlata Iraq.

Wan dewletan di warê leşkerî, sîyasî û aborî ji nû de Kurdistan dagîr kirin; hebûna gelê Kurd ya civakî, çandî û dîrokî înkar û qedexe kirin. Li ser ziman û çanda Kurd, bi awakî sîstematîk sîyaseta bişavtinê meşandin.

Çi gavê gelê Kurd, li hemberî vê sîyaseta dagîrkeran ya rûxandin û tunekirinê derketîye, serî hildaye û dest bi têkoşînê kirîye, dagîrkeran bi dijwarîyek hovîtî êrîşî gelê Kurd kirîne, ew di tevkujî û îşkenceyên giran re derbas kirine, dîl girtine û koçbar kirine.

Ji bo ku gelê Kurd nikaribe doza mafê xwe bike, carek din serî hilnede û berxwe nede, zivêr bibe û ji taqet bikeve, dagîrkerên Tirkî, Iraq, Sûrî û Îran li ser sînorên ku Kurdistan parçe kirine û gelê Kurd ji hev qetandine, têldirk kişandine, mayin danîne, di ber hevde qereqol û kemînê leşkeran danîne, têkilîyên civakî, çandî û aborî, hevdîtina malbatan û zewaca keç û kurên Kurd qedexe kirine. Ji bo ku civata Kurd bi temamî bihelîne, navên Kurdî yên mirovan, gund, bajar û hemû navên erdnîgarî qedexe kirine û navên bi zimanên fermî li wan kirine. Bi qanûnî û li hemû sazîyên fermî Kurdî qedexe kirine. Li sazîyên fermî, leşkerî û dibistanan yên bi Kurdî axifî ne hatine ceza kirin. Gava ku ev jî têr nedîtine, dest pê kirine nasnameyên xwe yên fermî ji Kurdan bi şûnde girtine û Kurd di welatê xwe de wek bîyanî û penaber hatine rêdan; Bi darê zorê erdê Kurdan ji wan hatine stendin, ji mal, gund û warê xwe hatine qewirandin û malbatên netewa serdest yên biyanî li ser ax û av, warê wan hatine bi cîhkirin. Cihên ku gelê Kurd ji nû de serî hildaye jî, zevîyên wan hatine şewitandin, pez û dewarên wan hatine kuştin û talankirin, mal û gundên wan hatine hilşandin û rûxandin û bi darê zorê dîsa koçber bûne.

Dewletên dagîrker, li hemberî gelê Kurd, bi awakî profesyonel û sîstematîk hertim ketine hundir çalakî û ragihandinek dezenformasyonê: di nexşe, televîzyon, radyo, rojname, kovar û pirtûkên xwe de, bêşaşkirin û bi balkêşî û heta gengazbe, tu carî navê Kurd û Kurdistan bi kar neanîne û yên bi şaşî an bi zanîn anîbin ser zimanê xwe jî, êrîş kirinê û ceza kirine. Ji bo ku weşan û çapemenîya Kurdî qedexe bûye, civata Kurd hertim pêwîstî xwendin û gohdarîkirina ragihandinên mêtinkaran maye; pêwîst hatiye hîştin ku biçe leşkerî û dibistanên mêtinkaran û serî li hemû sazî û dezgehên mêtinkaran bide. Ji bo mirovek jîyana xwe ya rojane bidomîne, pêwîst bûye ku nasnameya dewleta mêtinkar ya ku nasnameya wî ya rastî înkar dike werbigire. Ji bo ku serî li endamê malbata xwe ya li pişt xeta sînor maye bide û wan bibîne, pêwîst maye ku pasaporta serdestan werbigire. Fermîtîya dewletên cîhanê jî hebûna welat û gelê Kurd nas nekirîye. Tevlî ku em ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê li hemberî mêtinkaran ditêkoşin û wek penaber diçin kîjan dewleta cîhanê jî, ew dewlet hebûna netewa me bi fermî nas nakirîye û li ser navê nasnameyên wan dewletên mêtinkar me qeyd dikin.

Di warê aborî, sîyasî, çandî û perwerdeyî de, dewltên mêtinkar, heta ku gengaz be, civata xwe pêş ve xistine, lê berevacî vêna, bi zanîn civata Kurd bi şûnde dane hîştîn: ev jî dibe egerê ku civata serdest baqil, jîr, zana, medenî û pêşdeçûyî rê bide, lê berevacî vêna, bûye egerê ku civata Kurd jî bêhiş, hov û nezan şanî bide; û zorga kirine ku her Kurdek “ji ber Kurdbûyina xwe şerm bike”.

Ji bo ku li tu parçeyê Kurdistanê Kurd, wek dewlet ne xwedîyê statuyekê bûn, li kîjan parçeyî tade, zordarî û qirkirin bi serê Kurdan hatibe, birayên wan yên li parçeyên din li gor daxwaza xwe nikarîbûne, yan mêtinkaran nehîştine li wan xwedî derkevin. Demek dûdirêj Kurd bi her warî bêxwedî û bêparastin mane.

Piştî vê rewşa ku gelê Kurd tê re derbas bû, hestên Kuradan yên neteweyî derbên mezin xwarin û qels bûn. Tevlî ku beşekî civata Kurd bi rik û berxwedarî Kurdbûnîya xwe parast jî, lê beşekî ji sîyaseta mêtinkaran re serî tewand û ji ber Kurdbûnîya xwe fedî kir.

Îro Kurdên wek karker yan wek penaber çûne dewletên biyanî, gava ku yekî fermî an ne fermî ji yekî Kurd dipirse û dibê; “Tû ji kî derê ye?”, dibê; “Ez ji Tirkî (Sûrî, Iraq yan Îran) me/im (!)”. Tevlî ku li welatên bîyanî, astengek li ber gotina ku Kurdek bêje “Ez Kurd im û ez ji Kurdistan im!” tune ye jî, ji ber egerên ku me li jor daye xwîyakirin, nabêjin em Kurd in. Kurdê her parçekî ku behsa Kurdên parçekî din dikin, dibêjin; “Kurdê Tirkî an Tirka, Kurdên Sûrî, Kurdên Iraq an Kurdên Îran”: Ji xwe daxwaza mêtinkaran ev e ku Kurdê Kurdistan tune be û ji holê rabe, ku doza mafê welatekî û netewa ku li ser wî welatî dijî neyê kirin û ev nav ji holê rabin û bêt jibîrkirin; em jî vê daxwaza mêtinkar û mijokdarên xwe pêk tînin. Her hurgelekî li dewletek Ewropa, jê re mafê bi zimanê xwe xwendina zarokan, bi zimanê xwe weşana radîyo û televîzyonê hatîye dan; lê ji bo ku hejmara Kurdan li dewletên Ewropa (ji xeynî Sweden) ne xwanê ye, yan li ser hejmara Tirk, Ereb û Farisan hatîye rêdan, ne zrokên Kurd dikanin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin û ne jî mafê weşana radyo û televîzyonê ji Kuradan re hatiye naskirin. Heta ku hinek Kurd di malên xwe de jî bi tirkî an bi zimanekî din diaxifin. Piştnavên ku dewleta Tirk bi darê zorê li wan kirîye, gelek di derên ne pêwîst jî bi şanazî bi kar tînin! Qaşo hinek ji van kesan sîyasetmedarîya Kurdistanî dikin.

Weke ku Kurdên yek parçeyî di nav xwe de ne xwedîyê yek komele û sazîyên neteweyî û çandî ne, Kurdên her parçeyên Kurdistanê jî ji yên parçeyên din cuda li hev dicivin û komeleyên xwe saz dikin. Bi piranî Kurdên perçakî ji yên din dûr û biyanî ne. Werê ku peywendîyên hinek “Kurdan” bi civata netewa serdest re, ji birayên wanî Kurdên li paçeyên din, bêtirin. Dikandarên Kurdan jî hebe, lê li ba dikandarên ji netewa serdest sentek jî erzantir be, diçin ji ba wan qûtên xwe dikirin: û kes nabê ev pere dikevin banka û xezîna dewleta serdest, dibe fîşek û birayên me pê tên kuştin!! Meriv dikane bêje giranîya Kurdan li malên xwe, ji telewîzyonên Kurd û bîyanîyan bêtir, li telewîzyonên Tirk, Ereb û Farisan temaşe dikin û di bin bandora çand û îdeolojîya mêtinkarên çavsor û zordar diramin û tevdigerin. Tevlî ku navê Kurdî hatiye qedexe kirin, hîna jî gelek Kurd navê tirk, ereb û farisan li zarokên xwe dikin.

Wer xwanê ye ku heta kertekê, mêtinkarên Kurdistanê di vê sîyaseta xwe ya zordarî û hovîtîyê de serfiraz bûne: mêtinkarên bi darê zorê sînorên di nava Kurdistanê re kişandine û gelê Kurd di hundir van sînoran hefs kirine, di nava demê de, di “mejîyên Kurdan” de jî van xetana bi cîh kirine!!! Ev rewş, encama helandin û qedandina netewa Kurd bi xwe re tîne! Lewra reng û dînê Kurdan û neteweyên serdest yek in, ji xwe çi çanda me ya ku hey e, serdestan wergirtine, bişaftine û ji xwe re kirine mal, gava ku zimanê me jî bidin ji bîrkirin û me ji hev re biyanî bikin, hebûna me jî ji holê radikin. Ji xwe aborîya me talan dikin, me xizan û nezan dihêlin, wê gavê demek dûdirêj em’ê hîn bên eciqandin û bi şûnde bimînin. Lê li Kurdistana Başûr ji gelê Kurd re şensek çê bû û derîyekî rizgarîyê vebû!

Piştî li Kurdistana Başûr mafê neteweyî hat bidestxistin û gelê Kurd li ser vî parçeyî bû desthelat, di nav hemû Kurdan de hestên netewî bilintir bûye. Rewşa Başûr, di warê neteweyî de, bi gelemperî ji Kurdan re hêvîyek daye afirandin û piştek daye çêkirin. Hemû Kurd, êdî Kurdistana Başûr, ji xwe re xwedî û parêzger dibînin. Êdî Kurd, li parçeyên din bi hêztir dikanin li mafên xwe xwedî derkevin û bi serbilindî netewîtîya xwe biparêzin. Di warê weşan û ragihandinê de, avakirin û peywendîya dezgeh û saziyên netewî li her çar parçeyên Kurdistanê û navnetewî, geşkirin û belavkirina ziman û çanda Kurd, li Kurdistana Başûr rolek girîng dikeve.

Mirina netewetîya gelekî, wendakirina mafê jiyana li ser welatekî ye; wendakirina nasnama gelekî ye; gelekî ku bênasname be, mafê azadîya xwe jî wenda dike. Kesê ku ne endamê netewak serbixwe û azad be, ne xwedîyê raman û kesayetîyek azad e jî…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir