Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi Serbilindî bi Dawîhat

îro 25 îlona 2017 tevî gef û êrîşkarîyên mêtinkarên hovane jî, gelê Kurdistanê bi bawerîyek bilind ûhestên neteweyî di bin rêveberîya Serok  Barzanî çûn ser sendoqan û rayên xwe dîyar kirin.

Referandûma serxwebûna Gelnê Kurdistanê dibin çavdêrîya 250 çavdêrên biyanî û 23000 çavdêrên partî û rêxistinên sivîl de bi serfîrazî pêkhat.

Referandûm di seranserê Kurdistanê de dibin ewlekarîyek bilind de buhurî. Tu buyerek berbiçav pêknehat.

li gor encamên nefermî bi %85 dengên erê bi serket.

Ev pênc roje em derdorek berfireve çavdêrîya demajoya referandûmê dikin. Têkilîyên me yên bi kesayetî û sazîyan re, bi beşdarbûnîya nav çalakîyan û guhdarîya dengên kolanan ve em gihîştin van encaman.

Prosesa dengdanê di seet 8;00 ê sibê destpêkir û êvarê di seet 19;00an de bi dawî hat.

Em bûn çavdêrên gelek wêneyên balkêşû bihestîyar. Gelê kurdistanî tevî ciwan, kal û pîran ve bi cilên xwe yên gelêrî bi rindikên kêfxweşî û hêvîyên geşve bersîva gef û êrîşkarîyên  dijminan dan.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *