Bîryara PKK li dijî Îbrahîm Guçlu

Li gor daxuyanîya çapemenîyê ya nivîskar, sîyasetmedar û çalakvanê Kurd Îbrahîm Guçlu, rêvebirên pkk biryara kuştina wî dane!

Berîya ku ez hizrê xwe pêşkêş bikim, vê helwsta pkk bi tundî rûreş û şermezar dikim! Ev helwesta pkk, li dijî ehlaqê demokratîk, li dijî ramanê, li dijî rewşenbîrîya Kurd, li dijî berjewendîyê gelê Kurd û dijî mafê mirovî ye!

Gelo pkk ji bo çi dixwaze Îbrahîm Guçlu bikuje? Ji bo ku Îbrahîm Guçlu pkk rexne dike! Ji bo li dijî şêweyê şerê pkk ye! Ji bo ku li dijî kuştina kesên bêguneh, bêsûç ku di nav pkk û dervî pkk û sûîqastên li dijî mirovên Kurd e! Ji bo ku li dijî dijminantîya pkk ya herêma Kurdistanê ye! Ji bo ku li hemû perçeyên Kurdistanê, pkk li dijî yekîtîya hêzên Kurd e!

Îbrahîm Guçlu, ji qelema wî pêve tu çeka wî tune ye. Me heta niha nebîhîstîye ku Îbrahîm Guçlu, biryara kuştina kesî daye yan kesek Kuştîye. Tenê rexne dike û ramana xwe eşkere dike.

Îbrahîm Guçlu, ji pkk re dibê: “tu li Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê mêvan e; mafê te tune ye ku tu bi serdest û neyarên gelê Kurd yên van beşan ra têkeve pêwendîyên stratejîk û şer bi hêz, partî û îdareyên van beşan re bike. Ya îradeya van beşa nas bike, yan wir biterikîne!”

Îbrahîm Guçlu, ji pkk re dibê: “çênabe li ser navê doza Kurd tu bombe li kuçe û kolanên bajaran bi sîvîlan de biteqîne; çênabe tu merivên Kurd yên bêguneh birevîne û bikuje. Çênabe tu bi barîqat û hendekan bajarên Kurdistanê bide xerakirin û bi hezaran zarokên Kurd bê sebeb bide kuştin!”

******

Pkk, bi armanca Kurdistanek serbixwe û yekbûyî dest bi rêxistinî û şer kir! Gelê Kurd ji bo vê armancê piştgirî da pkk; zarokên Kurd ji bo vê armancê beşdarî pkk bûn. Ji bo vê armancê xortên Kurd di nav Pkk de bi hezaran şehîd ketin.

Lê îro jî Pkk dibê: “armanca me ne parçekirina Tirkîye, Îran, Iraq yan Sûrîye ye, armanca me ya stratejîk û asasî, demokratîzekirina van dewletan e! Em al, sînor û hebûna van dewletan meşrû qebûl dikin!”

Madem tu ji bo demokratîzekirina van dewletan yan dewleta tirk tekoşîn dide û partîya te ya legal jî heye û tu dikeve hilbijartinan û diçe meclîsa tirk, wê gavê şerê çekdarî ji bo çi ye!?

Madem armanca te demokrasî ye û tu xwe demokrat bi nav dike, çima tehamula te ji mafê raman, rêxistinî û muxalefetê re tune ye?

Madem tu ji dewletên mêtinkar re demokrasîyê dixwaze, tu çima neyartîya îdareya Kurdistana Federal ya demokratîk dike û êrîşî wê dike?

Madem tu aştîxwaz e; çima tu di şerê armanca wê ne dîyar de israr dike û tenê zerarê digehîne gelê Kurd!?

Madem tu xêrxwazê gelê Kurd e, çima ev 40 sal in te huzûr û aramî nedaye gelê Kurd. Te bi dewleta tirk re çar hezar gund daye valakirin, li dor çar mîlyon însan daye koçkirin!? Li Bakur nebes, li Başûr jî te 500 gund daye valakirin, tu nahêle Êzîdî vegerin warê xwe, tu bi neyarên Kurdan re tevdîr û tifaqê dike?

******

Îbrahîm Guçlu kî ye: Îbrahîm Guçlu, rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedar û çalakvanekî Kurd e.Wek meslek parêzer e; lê ji ber tekoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistan tu demê vî meslekê xwe wek karekî pê mijûl nebûye.

Îbrahîm Guçlu, ji sala 1968an de, ji avakirina DDKO û heta îro, wek sîyasetvan, weşangerîya kovar û rojnameyan, damezrêner û seroktîya gelek komele, rêxistin û partîyên sîyasî yê Kurdistanî kiriye.

Ji salên 1970yan heta îro, Îbrahîm Guçlu, bê westan tekoşîna doza Kurd û Kurdistan, li ser stratejîya serxwebûn û yekîtîya parçe û neteweya Kurd meşandîye. Loma di piranîya temenê xwe de, li girtîgeh, hepisxane û yan li perçeyên Kurdistanê yê din, yan jî li dewletên bîyanî jîyana xwe domandîye; lê karê xwe yê sîyasî û rîxistinî her meşandîye.

Îbrahîm Guçlu, tevlî ku bûbû welatîyê Sewedê û jîyanek wî ya aram û di ewlehîyê de hebû jî, ew vegerîya Kurdistanê, li Amedê jîyana xwe sazkir û tekoşîna xwe ya sîyasî berdewam kir. Di avabûna gelek komel û partîyên Kurdistanî de pêşkêşî kir û xebatek çalak meşand. Loma gelek caran hat binçavkirin û dozên cezakirinê lê vebûn; mahkeme bi mahkeme hat gerandin; lê wî ji doza xwe ya netewî tawîz neda û li her mahkemeyê parastina mafê gelê Kurd yê netewî kir, dagîrkerî û mêtinkarîya dewletê da ruyê dozger û dadweran û li Kurdistanê, ne meşrûbûna dewletê kir mijara nîqaş û darazê.

******

Merivên mîna Îbrahîm Guçlu, ji bo cıvata Kurd rûmet û dewlemendîyek e! Armanckirina kuştina Îbrahîm Guçlu, ne tenê ji bo gelê Kurd, tevgera Kurd û sîyaseta Kurd zerarek mezin e; ji her kesî bêtir, wê xwedîyê vê kiryarê derba herî mezin bixwe û heta û heta jî bê lanet kirin!

Armanc û egera PKK çi dibe bila bibe, biryarek werê nayê qebûlkirin; divê pkk devji qetla Kurdan berde! Ev ji sîyaseta mêtinkaran re xizmetkirin e. Pkk, ji ber van kiryarên xwe, xwe wek hêzek terorîst bi dunyayê daye naskirin.

Bi vê helwestê, armanca pkk, tu fikir û ramana ku dervî xwe nede jîyandin; kes wê rexne neke, kes li dijî şaşîyên wê derneyê; yên derên jî yan bikuje û yan jî bi gefan çavtirsandî bike.

Kesê dibê ez Kurd im, rewşenbîr im, welatperwer im, sîyasetmedar im, rêxistin û partî me, divê li dijî vê helwesta pkk ya êrîşkar derkeve! 03.04.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *