Qirkirinên li Sariqamîşê- 3

Siddik BOZARSLAN

Kurdên ku li dijî şer bûne û beşdarî nekirine

Wek me di çend resmên çûyî da bi kurtayî dît, ji bêneçarîyê be jî piranîya kurdan beşdarîya şer kirine û li herêma Sarîqamîşê derdora 100 hezar kurd mirine. Lê wek jimare hindik bin jî kurdên ku di çarçoveya neteweyî da fikirîne û beşdarîya şer nekirine, hebûne û ketine nav hin hewildanan ku neteweyê kurd beşdarîya şer nebin. Lê ji ber ku jimareya wan kurdevînan hindik bûne, zêde li ser civata kurdî tesîr nekirine da ku kurd beşdarîya şer nekin û nebin qurbanîya şerê ku ne ya wan bûye..

Di pêvajoya şer da li ser navê ”seferberlik”ê hew qas kurd civandine û birine mirinê ku êdî di devê her kurdî da gotina ”seferberlik”ê cî girtîye û ev adeta bûye wek gotineka kurdî. Loma di vî derbarî da tespîtên Kemal Mazhar Ahmed jî balkêş in:

”Di herêmên kurdan da civandina kurdan jibo şer ji alîyê berpirsên osmanî ve bi serfîrazî pêk hatîye. Ev pêvajo li ser kurdên gundî û tebeqeyên dî hew qas tesîrên neyênî hiştîye ku gotina ”seferberlik”ê ku ketîye nav kurdî û hê jî di maneya bêyomî û bêtalihîyê da tê bikaranîn ku rêwîtîya ku çûyîn heye lê veger tune ye, dide îfadekirin… Ev tê merhaleyek ku gelek eşîrên kurd êdî acizîya xwe nîşan dane li hemberî komkirina kurdan bo şer ji alîyê Îttîhat Terakkîyê ve ku gotinên ”cîhad”ê û ”nivîsîna eskerîyê” dixebitandin. Êdî wan eşîran jî bersîvên neyênî didan hukumetê û ewil tek û tek û paşê bi girseyî hewildanên fîrarîyê qewimîn…”(Kemal Mazhar Ahmed Birinci Dünya Savaşında Kürdistan, Doz Y. 1996, İstanbul s.143)

Wek numûne mirov dikare li jêr hewildanên Abdurrazak Bedirxan û Yusuf Kamil Bedirxan nîşan bide û pêşkêşî we nifşên nû bike ku ji wan kirinan ders werin girtin

Hewildanên Yusuf Kamil Bedirxan û Abdurrezak Bedirxan

Wek min di nivîsareka dî da bi kurtî behs kiribû; berîya şerê cîhanî despêke, li herêma Bedlîsê Serhildana Mela Selîmê Zaza qewimîbû û di despêkirina şer da ew serhildan têk çûbû ku ev dibe babeteka taybet jibo nivîsareka dî. Lê balkêş e ku di eynê herêmê da piranîya şêxên Bedlîsê beşdarîya şerê osmanî kirine û di enîya şer da li dijî rûsan şer kirine.

Lê di despêka şer da hin herêmên kurdî li dijî şer bûne û nerazîbûna wan bi taybetî li dijî Hukmê Îttîhat- Terakkîyê hebûye, wek herêmên Musul, Dersîm, Botan û Xerzanê. Lê divê em qebûl bikin ku hukumet, di politika canbazîyê û xapandinê da zîrek bûye û jibo dilê wan kurdên herêmê nerm bikin û wan têxin şer; hukumetê jibo wan ”kurdên nerehet û bi problem” efû derxistine. Piştî derketina efûyê, hin kurdên ku li dijî osmanîyan şer dikirin, berê xwe dan şerê dijî rûsan û beşdarîya enîya şer kirin. Di wê demê da kurê Mîrê Botan Yusuf Kamil Bedirxan û nebîyê Mîrê Botan Abdurrezak Bedirxan, jibo doza kurdînîyê bi rûsan ra ketibûn nav hewildanên hevkarîyê.

Abdurrezak Bedirxan, di 1864an da li Stanbolê hatîye dinê û ew kurê Necîp Paşa ye  ku yek ji wan kurê Mîrê Botan e. Wî li Fransayê xwend. Salên 1892- 1906an, jibo hukmê Abdulhamitê II. yemîn, hukmê teda û zulmê tê naskirin. Di wê demê da Abdurrezak rastê lêgerînên rêbirîya Stanbolê tê û jibo Ewrupa û Rûsyayê dibe surgûnî. Ew di 1904an da dizivire Stanbolê û di Sarayê da karek didin pê. Lê ji ber ku jê ditirsin, timî wî di bin kontrolê da dihêlin. Di 23yê adara 1906an da Ridwan Paşa tê kuştin ku ew 15 sal serokatîya Beledîya Stanbolê kiribû û Şehremînê Sultan bû. Ew bûyera kuştinê jibo Abdurrezak û hemî Bedirxanîyan, heta jibo hemî kurdên Stanbolê bûbû semedê teda û zulmeke nû.  Di serî da Fermandarê Kişleya Selîmîyeyê kurê Mîrê Botan Alî Şamil Paşa û Abdurrezak Bedirxan û bi hezaran kesên dî hatin  tewqîfkirin yan surgûnkirin bo Trablusgarp û Şamê ku ew ji malbata Bedirxanîyan û yên nêzîkî wan bûn. Divê bê gotin ku heta wê demê giranîya kurdan li taxên Üsküdarê û Kadiköyê hebûn, lê ew hatin belavkirin. Dîrokzan Lütfü Beg ku yek ji wan şahîdan e ku behsa wê zulmê kirîye, wî nivîsîye ku Ridvan Paşa jiber semedên şexsî hatîye kuştin û hukumetê wê bûyerê wek sîyasî nîşan daye. Lütfü Beg weha dibêje:

”Em bêjin ku Abdurrezak qatil e, Alî Şamil Beg şirîkê wî yê sucdarîyê ye; lê sucên Mîthat, Murat, Hasan û Abdurrahman Begê çi ne? Mesela em bêjın ku bi Bedrî Begê nayê bawerkirin ku li Stanbolê dijî, lê Kamil Begê ku li Hayfayê dijî, Mahmut û Alî Begê li Beyrutê ne, Huseyîn Paşa û Emîn Begê li Yozgatê ne, hûn wan bi çi sucdar bûne semedê heyîrmayînê, gunehên wan çi ne? Zarûkên çaxa mektebê ku hê emrên wan nebûne 12 salî, cezayê zindana malê digirin û jinên ku ji her tiştî mehrûm tên hiştin, ewana bi çi tên sucdarkirin?” (Lütfü Emîr Bedirxan, Hasalata Kurdistanek azimkuyî camiyatna andadır, Stanbol. Jêdergirtî C. Celîl, Kürt Aydınlanması, s. 105)

Piştî îlankirina Meşrutiyeta II. yemîn, Abdurrezak û gelek ji malbata Bedirxanîyan hatin efûkirin. Lê Abdurrezak, bi Îttîhatçîyan ra lihevhatin çênekir û di 14yê îlona 1910 an da muracaatê Balxosyaneya Rûsî kir da ku here Rusyayê ku berê jî ew li wir mabû. Ew wê pêvajoyê bi kurtî weha nivîsîye:

”Li ser bûyera mirina Ridvan Paşa, dema ji ferdeke malbata Bedirxanî hatîye behskirin ku 3 hezar mensûbên me û yên nêzîkî wan, heta yên ku têkilîyên wan bi me ra hebûne lê dûrê me bûne, yên li Tirkîyeyê û li Kurdistanê mane, tevayîya wan tek û tek hatin girtin û ketin zindanê. Wan li keleyan û li zindanan kom kirin. Beşek ji wan hatin surgûnkirin. Ez jî ji Buroya xwe ya ku li Koşka Seremonyala yê (Cîyê Seremonîya Sarayê) bû, min lê kar dikir, girtin û raste rast avêtin zindana navendê. Piştî çend seetan min xwe li keştîya ´Mekke´yê dît ku bi wê em rêkirin Tripolê û li wir avêtin zindanê. Bi fermana padîşah, pîyên min xistin zencîran û ez avêtim hucreyê. Çend meh paşê komisyonek bi keştîyê hat vê derê ku di nav wan da parastina mafê mirovî jî hebûn, ji Stanbolê, ji ´İradeya´ Yıldız´ê hatibûn Tripolîyê da ku gunehê me bipîvê, qaşo xebatên wan yên ewilîn, ji alîyê rêvebirên Tripolîyê ve, qels hatîye dîtin. Delîlan bi tevayî bêbingeh bûn. Lêkolînên li ser me bi awayeke dizî meşandin. Di nav me da ez jî têda, jibo çar kesan biryara îdamê dan… Piştî 26 mehên me yên li zindanê bi zencîrkirî, zencîrên pîyên me hatin derxistin û em şandin zindaneka giştî. Di vê rewşa me ya li girtîgehê da bi qanûna talanê mal û milkên me yên li Stanbolê, dest dan ser û talan kirin û belawela kirin.

Baş e! Em bêjin ku Sultan Abdulhamid, kesên ku ji wan ditirsîya û ji ber ku diktatorekî bi şupheye van tiştan anî serê me, me belav kir û da wendakirin. Piştî ku ev rewş bi me da jîyandin, dema hemî girtîyên sîyasî hatin berden, çi bi me kirin? Bi destê Jon Tirkan, Tripol û Fîzan (derekî surgûnê li Trablusgarpê ye), gelên bulgar û ermen bi awaye hêsan derketin û ketin pêşîya me. Qaşo me jîyana civakî serubino kirîye, bêhuzurîyê çêkirîye…

Li gora bawerîya me, jibo me û Mîrên Kurdan û zarûkên wan, Tirkîye nabe wetaneke rastîn…” (Abdurrezak Bedirxan, Otobiyografi (1910- 1916), Perî Y. 2000, r. 17-18)

Piştî ku Abdurrezak Bedirxan vê nameya jorîn jibo Balyozxaneya Rûsyayê nivîsîye, ew di dawîya 1910an da bi rîya Îranê, çûye Rusyayê. Wî li ser sînorê Osmanî- Îranê, li Urmîye û Salmasê, li ser navê kurdan hin têkilîyan çêkirîye û paşê derbasî herêma Tiflisê bûye û bi rusan ra hin têkilîyan pêkanîye. Abdurrezak gîhaye wê qeneetê ku êdî umûda xwe ji osmanîyan birîye û bi rusan ra ketîye nav têkilîyan, ku bi alîkarîya rusan jibo kurdan herêmeke otonom were çêkirin. Abdurrezak digel mamê xwe Yusuf Kamil, li herêmê digel mezinên kurdan hevdîtin çêkirine û li ser pêwistîya tifaqên bi rusan ra dane zanînê. Di wê çarçoveyê da û bi wê amancê bi Serokê Eşîra Şikakî Smaîl Axayê Şikakî (Simko), nebîyê Şêx Ubeydullah û xwarzîyê Seyîd Abdulkadirê Nehrî Seyîd Taha ku li herêma Wanê û Colemêrgê (Hakkarî) xwedî nufûz bûne, nebîyê Xan Abdal Saîd Beg ra têkilîyan danîne. Bi eşîrên Milan û Makurî ra hevkarî hatîye çêkirin ku wan eşîran li ser sînorê Osmanî û Îranê bûne û li dijî osmanîyan bûne. Hin temasên wan jî li herêmên Hoyê, Tebrîzê û Salmasê pêk hatine.

Di despêka şer da û bi encama têkilîyên Abdurrezak ra li herêmên Çaldiranê û Dîyadînê hin xwebexşên ji eşîrên Haydaran û Milan, enîyek li dijî osmanîyan çêkiribûn û ji eşîrên Şikakî, Gravî û Makurî jî hin kes beşdarîya nav wê enîyê kiribûn. Lê ji ber ku hin eşîr li dijê wê enîyê derketin û piştgirîya osmanîyan parastin. Ji ber wê Abdurrezak dîsa ket nav hin têkilîyan ku kurd divê tifaqê bi rusan ra daynin û dahatuya kurdan di nav osmanîyan da nagihîşe helîyek, lê ew di vê xebatên xwe da serfiraz nebû. Divê were gotin ku hin kesayetên ku di şer da êsîr ketibûn, sefên xwe guhartine û beşdarîya nav sefên Abdurrezak kirine û balkêş e ku bi taybetî Fermandarê Alayên Eşîra Êzîdîyê Cangir Axa, ketîye nav orduya rusan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *