Em ji Kurdistanîbûnê çi fêhm dikin?

Di van salên dawî de ‘’Kurdistanîbûn’’ û ‘’Tirkîyeyîbûn’’ hîna zêdetir ketîye rojeva Bakurê Kurdistanê.

Ji ber ku di vê derbarê de gelek terîf û tesbîtên xelet jî têne kirin, pêwîstî pê heye ku em di vê derbarê de balê bikişînin ser çend  xalên girîng û hinek tesbît û analîzan bikin.

Kurdistan welateke ku bêyî  îradeya xwe hatîye perçe kirin û ketîye bin dagirkerîya çar dewletan.

Ji ber wê jî yekbûna Kurdistanê mafekî meşrû, demokratîk û neteweyî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye.

Wext, şikil  û rêbaza  Yekbûna Kurdistanê ,  li gorî konjonktur û  rewşa cîhanê û herêmê, li gorî berjewendî û helwestên dewletên mezin yên cîhanê û li gorî têkoşîn, hêz û xwestin û yekgirtin  û rewşa gelê Kurdistanê dê bê tesbît kirin; lê di encamê de divê bi îradeya gelê Kurdistanê  bê tesbît kirin.

Ji ber xisûseyetên taybet ên her perçeyekî Kurdistanê, em dibêjin her perçeyekî Kurdistanê dikare di pêvajoyên cuda û bi şikil û rêbazên cuda bê azad kirin. Ji ber wê jî divê di navbeyna hemû perçeyên Kurdistanê de koordînasyonek hebe; lê divê tu hêzên sîyasî  yên perçeyekî midaxaleyî perçeyên din neke.

Bi vê maneyê em wek PAK xwe wek partîya azadîya Bakurê Kurdistanê pênase dikin. Herweha em xwe alîkar û piştgir û parastvanên  têkoşîn û destkeftinên  li her perçeyekî Kurdistanê dibînin.

Çareserîya pirsa miletên bindest pirsa mafê çerenûsîyê ye, pirsa axê/welat  û pirsa dewletbûnê ye. Mafê çarenûsîyê bi du alternatîfan tê terîf kirin. Yekem, wek sîstema federalîyê ya li ser esasê şirîkîtîya du miletan û du welatan e, duyem jî  wek dewleta serbixwe ya miletê bindest  tê terîf kirin. Piştî rûxandina sîstema du blokî ya cîhanê, konfederalî jî  wek rêyeke şirîkatîyê kete nav alternatîfên mafê çarenûsîyê. Konfederalî şirîkatîya du yan jî zêdetir dewletên serbixwe îfade dike û kî kengî bixwaze dikare ji ve şirîkatîyê veqete. Konfederalî şirîkatiyeke ku ji federasyonê jî pêşdetir e.

Me wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) jî di bernameya xwe de mafê çarenûsîyê weha  terîf kirîye: ‘’Li Kurdistanê armanca damezrandina dewletekê, bi awayê ku têkoşîna ji bo bidestxistina destkeftîyên herî kêm jî tê de, li ser esasê wekheviyê dikare dewleteke federal an jî konfederal ku ji du dewletên federasyonê pêk tê be jî , an dikare ji dewleteka serbixwe pêk bê. PAK li gor şertan dikare ji van awayên çareserîyan awayekî derxe pêş’’.

Herweha, PAK dibêje heger Dewleta Tirkîyeyê  ji bo şirîkatîyeke federalî ya li ser esasê şirîkatîya du miletan û du welatan amade be, em ji bo federasyoneke bi vî şiklî jî amade ne. Federasyona ku PAK behs dike, helbete ku ne federalîyeke wek ya Dewleta Almanyayê ye. Lê em dikarin bêjin  ku,herçiqas Bexda pêwistîyên wê bi cîh nayne jî, nimûneya herî nêzî  modela federalîya ku em behs dikin şirîkatîya Herêma  Federe ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.

PAK bi vê bernameya xwe  û bi parastina xwe ya di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê de ji ber doza girtinê ya di heqê PAKê de hatîye vekirin  de bi kurdî û bi tirkî kirîye, li Bakurê  Kurdistanê heykel û navendeke esasî ya Kurdistanîbûnê ye.  Gava ku hinek  kes bername û parastina PAKê paşguh bikin, tune bihesibînin  û nirxandin û gotinên ku tu eleqeya wê bi rexneyê tuneye  bikin , ev bêwîjdanî ye û tu xizmetê ji doza rewa ya miletê me re nake.

 

Di navbeyna Kurdistanîyan de dikare cudabûnên fikrî û sîyasî hebin

Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran kadroyên Kurdistanî hene; bi dehan partî, rêxistin, grûb û dezgehên Kurdistanî hene. Lê di derbarê gelek mijaran de di navbera van kadro û partîyan de fikrên cuda hene.

Car caran em lê rast têne ku, ‘’mêzîn û metreya’’ wezinandin û  pîvandina herkesî ya di derbarê Kurdistanîbûnê de ne wek hev in.

Heta car caran em lê rast têne ku, hinek kes bes yên wek wan difikirin wek ‘’Kurdistanî’’ dibînin.

Heger kesek an hinek kes xwe tenê Kurdistanî  bibînin û bes li yên wek xwe bigerin, helbete ku  bi wê maneya ku ew dibêjin, dê ji xeynî xwe tu “Kurdistanîyan” nebînin.

Lê ev şêwe, helwest û nêrîna ku “Kurdistanîbûnê” bes bi çend mirovan sinordar dike, hem fikir û helwesteke xelet e; hem jî li hezaran kadroyên Kurdistanî neheqîyeke mezin e.

Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di wan şerdên wê demê de otonomî yan jî federalîyeke bi Dewleta Îranê re dabûn ber xwe.

Ji ber ku di wê demê de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe nikarîbûn dewleteke serbixwe bidine ber xwe yan jî nedane ber xwe, ma gelo maqûle yan jî raste ku em ji Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku li ser beşeke axa Kurdistanê Komara Kurdistanê îlan kiribûn re bêjin “Ne Kurdistanî bûn,  Îrancî bûn”.

Mele Mistefa Barzanîyê nemir, otonomî dabû ber xwe. Mele Mistefa Barzanîyê nemirê ku temama jiyana xwe ji bo ku li ser axa Kurdistanê rêveberî û jiyaneke bi rûmet ava bike feda kirîye, ji ber ku di wê demê de , li Kurdistanê  otonomî dabû ber xwe, ma gelo maqûle yan jî raste ku em ji Mele Mistefa Barzanîyê nemir re bêjin “Ne Kurdistanî bû, Iraqçî bû”.

Bi ya min, ji ber ku di demên xwe de Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir serxwebûn nedane  ber xwe, heger hinek kes wan wek Kurdistanî nebînin, ‘’Îrancî, Iraqcî’’ bibînin, ev hem neheqîyeke mezin e, hem fikir û sîyaseteke xelet e, hem jî bêwîcdanî ye.

Di derbarê mijara demokrasîyê, beşdarîya hilbijartinan û şiklê cîh girtina di Parlamentoya  Tirkîyeyê de, di derbarê sonda karmendîyê ya di dezgehên Dewleta Tirkîyeyê û wergirtina meaşên ji Dewleta Tirkîyeyê de , di derbarê dayina wergîya(zerîbe) ji bo Dewleta Tirkîyeyê de , di derbarê bikaranîna nasname û pasaporta Dewleta Tirkîyêye de, di derbarê xwendina di perwerdeya ku hebûna Kurdan red dike de, di derbarê pêkanîna leşkerîya mecbûrî ya Dewleta Tirkîyeyê de û di derbarê terîf kirina şiklê rêveberîya Dewleta Tirkîyeyê de di navbera hêz û kesayetên Kurdistanî de fikir, şîrove û helwestên cuda cuda hene.Herweha di warê fikrî de jî dikarin çep an rast bin; dikarin  sosyalîst, komunîst, îslamî, lîberal, demokrat, mihafazakar bin.

Lê di derbarê van mijaran de, li gel cudahîya fikir û sîyasetên  partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî jî;  divê ev yek nebe sebeba  gengeşekirina nasnameya Kurdistanîbûna hêz û kesên ku statuyeke sîyasî, neteweyî ji bo Kurdistanê diparêzin. Ji ber aşkere ye ku hêzên Kurdistanî yên Bakurê  Kurdistanê  mitabiqin ku ev Qanûna Bingehîn a heyî li ser tune hesibandina miletê Kurd û tune hesibandina mafên wî yên neteweyî hatîye çêkirin. Herweha Kurdistanîyên Bakurê Kurdistanê  mitabiqên ku Parlamentoya Tirkîyeyê bi vê sonda parlamenterîyê û bi vî şikil û mîsyona xwe ya heyî ne cîhê   çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Çarserîya pirsa Kurdistanê bi mitabaqata nûnerên miletê Kurd û hemû gelê Kurdistanê û nûnerên Dewleta Tirkîyeyê ve bi rêyên dîyalogê û bi rêyên sîyasî dikare bê çareser kirin.Bi ya min ev tesbîtina di van mijaran de dikare bibe bingehekî hevpar ê hemû Kurdistanîyan.

 

Kî li ser erdnîgarîya  Kurdistanê  statuyeke milî, sîyasî biparêze, ew Kurdistanî ye

Pirsa statuyeke milî, sîyasî, îdarî ya li ser axa Kurdistanê û mafê çarenûsîyê du terîfên cuda ne. Statuyeke sîyasî, li gel çareserîyên federalî, konfederalî û serxwebûnê, alternatîfa otonomîyeke li ser axa Kurdistanê jî îfade dike. Ango pêkhateyên statuyeke sîyasî, ji yên mafê çarenûsîyê berfirehtirin.Ferqa esasî ya otonomîyê ji federalî, konfederalî û serxwebûnê jî ew e ku, di otonomîyê de miletê bindest li ser axa xwe bi her awayî ne desthilatdar e, girêdayî dewleta serdest e û ne şirîkatîyeke li ser esasê wekhevîyê ye.

Ez dibêjim, partî, rêxistin, grûb, dezgeh û kesayetên ku hebûna miletê Kurd û hebûna Kurdistanê qebûl bikin; li ser axa Kurdistanê statuyeke neteweyî, sîyasî(otonomî, federalî, konfederalî, serxwebûn) biparêzin; Alaya Kurdistanê û nirxên neteweyî, niştimanî , dîrokî yên gelê Kurdistanê qebûl bikin; hemû etnîsîte, dîn, mezheb û pêkhateyên civakê yên li Kurdistanê wek xwedîyê Kurdistanê û wek xwedîyê rêveberîya Kurdistanê bibînin, ew Kurdistanî ne.

Heger meriv partî, rêxistin, grûb, dezgeh û kesayetên ku li ser axa Kurdistanê otonomî, federalî, konfederalîyê diparêzin wek Kurdistanî nebîne , wan  û Tirkîyecî, Irakcî, Îrancî, Sûrîyecîyên ku dibêjin “Cumhuriyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş”  bixin eynî mêzînê ; wan jî wek “Tirkîyecî, Irakcî, Îrancî, Sûrîyecî” terîf bikin; ev hem dê li Kurdistanê neheqî li hêjmara Kurdistanîyan bibe, hem dê bereya Kurdistanî gelekî lawaz bê nîşandan û dê lawaz bike, hem jî wek fikir û siyaset dê xeletî û berovajîkirineke mezin be.

Bi qasî girîngîbû pêwîstîya bi berhevanîna cem hev a Kurdistanîyan; di vê derbarê de  terîf û tesbîtên rast û di cîh de jî ewqas girîng û pêwîst in.

Kategorîyeke din jî di nav Kurdan de heye ku , di nav sîstema Dewleta Tirkîyeyê de, demokratîze kirina dewletê, sîstema eyaletan a li gorî Şerdên Xweserîyê yên  Reveberîyên Herêmî yên Ewropayê,  mafên kulturî, însanî, demokratîk yên Kurdan, mafên perwerdehîya zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê kurdî diparêzin. Ji ber ku fikir û çareserîyên vê kategorîyê ne li ser esasê qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ye û mafê  bi statuyeke sîyasî li ser axa Kurdistanê xwe îdare kirina miletê Kurd  naparêze, em nikarin vê kategorîyê wek ‘’Kurdistanî’’ tarîf bikin.

Fikir û sîyasetên ku ev kategorîya pêşkêş dike, di eslê xwe de ne ji bo Kurd û Kurdistanîyên li Bakurê Kurdistanê dijîn; lê belê ji bo Kurdên ku li bajarên Tirkîyeyê dijîn dikare bibe rêya çareserîyê. Herweha ji bo bajarên Tirkîyeyê yên ku Kurd wek nifûs lê zêdetir in, mafê ku Kurd di rêveberîyên  herêmî  de xwe bi xwe îdare bikin jî beşeke ji vê çareserîyê.

Helbete ku, divê meriv vê kategorîyê bi Kurdên ku hebûna Kurdan, hebûna zimanê Kurdî, tu mafên Kurdan yên însanî, kulturî, demokratîk jî qebûl nakin, naparêzin, nexin yek mêzînê.

Terîf, tesbît û gotinên xelet û rencîdekar yên di derbarê Kurdistanîbûnê de, zerarê dide peywendî, bawerî û bihevre xabata  di navbera Kurdistanîyan de  jî.

22.05.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir