Qetlîama Roboskê

Weke ku ji alî raya giştî ya Kurd û ya cîhanê tevî tê zanîn ku di 28 Kanûn 2011 de, li gundê Roboskê yê bi ser navçeya Qlabana Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, 34 kesên ku 9 ji wan zarok bûn, niştecîyên vî gundî, bi bombebarana firokên şer yê dewleta Tirkîye hatin qetilkirin.

Ji bo ku Kurdistan, kolonîyek di nava sînorên çar dewletan hatîye parçekirin, parvekirin û tune hesibandin, hebûn û statuya wê bi her şêweyî tê redkirin û vêna ji alî dewletên cîhanê jî bi vî şêweyî hatîye pejirandin, him ji alî Komara Turkîye û him jî ji alî her sê mêtinkarên din ve, tevkujî û kuştinên bi komî yên bi vê şêweyê gelek caran pêkhatîye û kesek ne bertekek nîşan daye û ne jî lêpirsînek kanûnî û hiqûqî çêbûye.

Ev jî tê wateya ku gelê Kurd, li ser xaka xwe hatîye dîlgirtin, ku ji birçîna bimre jî divê serî ji dewletên serdest re deyne û li bendî mirina xwe bisekine! Çimkî dewleta Îran jî li ser sînorên xwe her roj ji ber yek sebebê kolberên Kurd dikuje! Na xwe Kurd, ji bo debara zarokên xwe ku ji birçîna nemirin, têkevin hewldanek meşandina debarê, wê gavê ji bo van dewletên mêtinkar, ev merivên bêçek “dibin eşqîya û terorîst û kuştinê jî heq dikin(!)”.

Piştî ku ji alî firokên şer yên dewleta Tirk, 34 gundîyên Kurd ku bi bombeyan bedena wan hat şewitandin û parçekirin, rayedarên dewletê, ji bo ku vê bûyerê rewa rêbide, li dûv hev daxuyanîyên dezenformatîf dan! Geh gotin: “me îstîxbarat sitendibû ku evana terorîst in(!)”, geh gotin: “terorîstan xwe di nav wan de veşartibûn(!)”, geh gotin: “di bin navê qaçaxçîtîyê, vana alîkarîya terorîstan dikin(!). Hinan jî rasterast gotin: “qaçaxçîtî bi xwe jî îhlalkirina sînorê me ye û sûcekî qanûnî ye, loma heq kirine!!”

Lê li tu dera dunyayê, kesek bêkarî, xizanî û birçîbûnê heq nake; loma ji bo debara xwe, bi îhlalkirina sînoran kuştinê jî heq nake. Ji xwe hayê efserên qereqola gund ji van 34 kesan hebû ku ji bo çi diçin dersînor; çimkî wan jî bi rêya bertîlan para xwe ji vê bazirganîya ser sînor werdigirtin!

Ji bo ev doz ji hukumetê re nebe pirsgirêrek, sîyasî, huquqî û navnetewî, bi tazmînatek mîna bertîlê, bêyî ku kesna wek sucdar derxe meydanê û ceza bike, ji bo her canekî li dor sed û bîst hezar lîre pêşkêş kirin. Lê malbatên kuştîyên Kurd vê bertîla red kirin, doza cezakirina sûcdaran, doza maf û edaletê kirin! Lê her kes zane ku dewleta dagîrker bi xwe sûcdar e!

Rêvebirîya dewletê û hukûmetê, ji bo ku vê daweyê pûç bikin ket nava hewldanan. Di derbarê komkujîyê de Serdozgerîya Komarî ya Şirnexê, dasya şand ji Serdozgerîya Komarî ya Amedê re, Serdozgerîya Amedê doza lêprsîna bûyerê vekir; lê piştî awiqandina dozê ya sal û nîvekê, biryar da ku Serdozgerîya Leşkerî xwedîyê peywîra vê dosyayê ye. Serdozgerîya Leşkerî ya Sererkanîya Giştî jî piştî sal û nîvekê, biryara girtina dosyayê da û îtîrazkirina parêzeran jî red kir.

Ev doz, wê demê, di nava hukumeta AKP û HDP de jî bu mijara nîqaş û bazarên sîyasî. Loma ji alî hin destên tarî û bi hevkarîya dozger , dadwer û parîzerên wezîfedar, ji ber neduristkirina du dosyayên pêwîst, nehîştin ev doz li Dadgeha Bilind a Destûrê were bi dawîanîn! Loma pêşî li mafê serlêdana  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat girtin!

Dema ku di sala 2016an de parêzeran li ser navê malbatên kuştîyan serî li DMME dan, ji bo ku dosya nehatibûn temamkirin û dema serlêdanê derbas bûbû serlêdan hat red kirin. Li ser vê rewşê, di çapemenîyê de, di navbêna hin parêzer û rayedarên HDP û Serokê Baroya Şirnexê de jî hevûdu sûcdarkirin û nîqaş derketin.

Niha ji alî birek parêzer, ji bo ji nuh de dozê bidin meşandin û çareserîyek adil û dadwerane bê dîtin, li ser vê komkujîyê, ji bo pêşkêşî Dadgeha Bilind ya Destûrê bê kirin, bi delîlên nuh ve dosyak hat amadekirin û pêşkêşî Dadgeha Destûrê ya Bilind hat kirin.

Heta mumkun e, divê Kurd tekoşîna her mafekî xwe bide! Ji bo vê jî divê her sazî, komel û rêxistina Kurd alîkarîya hev bike! Loma di vê bûyerê de, helwest û xebata baro û parêzerên Kurd gelekî girîng e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir