Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî yek tişt e!

Şeyhmus Ozzengin

Dewleta Tirk, ev 99 sal e, li ser esasên înkarkirin, asimilasyon û tirkirina Kurdan, stratejiyek fermî û navendî meşandiye û dimeşîne. Ji bona ku Kurd radestî kiryarên vê dewletê bibin û xwe beşek ji tirkan û vê dewlata zordar bibînin, cûre bi cûre metod hatine bikaranîn.

Înkarkirina hebûna Kurdan wek netewekî, bi şiklekî stratejîk meşandiye û asîmîlasyon kiriye pergala herî mezin û bibandor di vî warî de. Ev pergal di pir waran de, bê ku Kurd fersenda xwe wek netewekî bidest bixin, wek netewekî xwe bihonin hatiye meşandin. Dewleta tirk, di qedexekirina Zimanê Kurdî de tiştê ku dike di wateya jêkirina zimanê Kurdan bi xwe de ye. Ev jî barbariyek hovane ye.

Dewleta tirkan, ji hêla Milîtarîzmê de her pergal û karesat meşandiye. Hin di warê milîtarî de û hin di warê înkar- asîmîlasyonê de, ev pergal bi hev re ji bona yek armancê, li ser netewa Kurd û Kurdistanê meşiyaye.

Zimanzan, ji bona kujtina zimanekî `Linguicide`, yanî jenosîda ziman dibêjin

Armanca qedexekirina zimanê Kurdî û bi darê zorê teşwîkkirina hînbûna tirkî asîmîlekirina Kurdan bi xwe ye. Di warê perwerdê de, ev kirinên dewletê, bandorek mezin li ser zarok û civanên Kurdan kiriye. Di dibistanên dewletê de, têsîra vê asîmîlekirinê hîn bibandortir meşiyaye û dimeşe.

Ji bona kuştin û ji hole rakirina zimanekî xeynî ji armanca nîjadperestiyê pêve, ti bandorek erênî di vê armancê de tune ye.

Di vir de, hin ji hêla Milîtarîzmê de her pergal û karesat hatîne meşandin û hin jî di warê înkar- asîmîlasyonê de, ev herdû pergal bi hev re meşiyane ji bona yek armancê, bûne bibandor li ser netewa Kurd û Kurdistanê. Miletê Kurd li ser axa xwe rûbirûyî jenosîda zimanê xwe bûye.

Dibistanên dewleta tirkan û bi zimanê serdest belavkirina zanistiyê, berhemên çapemeniyê, karmendiya dewletê, leşkeriya dewletê, guhertina navên cih û waran, qedexekirina navên bi zimanê Kurdî, hemû yek bi yek di warê jenosîda zimanê Kurdî de hatine bikaranîn.

Sînema tirkan bi salan, romana tirkan bi salan, rojnamegeriya tirkan bi salan, medya tirkan, muzîka tirkan bi salan ev kar bi zanistî; li ser esasên stratejiya dewletê û bi piştşgiriya saziyên dewletê, li ser Kurdan meşandiye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatiye ser Kurdan, ku Kurd qîmetê nedin çand û zimanê xwe. Kirine ku Kurd xwe wek tirk bibînin û ji çand û zimanê xwe dûr bikevin.

Di roman û sînema Tirkan de Kurd her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsiyeta Tirkan û hatine piçûkkirin. Kurdên ku ji hêla ruhê netewî de qels, di bin vê bandorê de mane, ji xwe fedî kirîne û xwe her ber bi tirkayetiyê de kişandine. Rizgariya xwe di wir de dîtîne. Ev siyaseta Kolonyalîst bi destê hunermend, zana û ronakbîrên tirkan hatiye meşandin. Kurdan jî rê ji vê bandorê re vekirine. Pir nivîskar, zana, hunermend û siyasetmedarên Kurdan ji vê projê re bûne alîkar û her bi zimanê tirkan berhem dane wêjeya tirkî. Bûne pergalê asîmîlekirina miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê.

Di warê siyasî de jî ev karê asîmîlekirinê bi bandor meşiyaye û xwestine ku Kurd xwe wek beşek ji civata tirk bibînin û tevlî dolivgeriya dewleta tirkan bibin. Serdestiya wê qebûl bikin û wek gilokek berfê di nav vê çerxa malxerab de bihelin. Di vî warî de tevgera çepgir a tirkan û Kurdên ku ji hêla siyasî de bi wan re mil bi mil in, roleke mezin lîstine û hîn jî dilîzin. Bi piranî jî di nav Kurdên Elewî, Kurdên ku koçberî nav tirkan bûne de, di nav tevgera PKK de ev helwesta dilxerab bibandor meşiyaye û dimeşe. Niha jî seranserê Bakurê Kurdistanê ketiye bin vê bandorê. Li Bakurê Kurdistanê di nav Kurdan de Kurdî ji %80 bandora xwe wenda kiriye. Di navbera nifşên kevin û yên nû de pira ziman û dan û stendina bi Zimanê Kurdî jikestin xwariye.

Li Bakurê Kurdistanê ji bona xwedîlêderketina Zimanê Kurdî Kurdan pir tişt wenda kirine. Asîmîlasyonek mezin bi destê dewletê, bi îmkanên dewletê li ser Kurdan dimeşe.

Ji bona ku Zimanê Kurdî carek din li Bakurê Kurdistanê, di nav Kurdan de zindî bibe û wenda nebe divê Kurd çi bikin?

Kurd divê di malên xwe de, di jiyana rojane de, di qada siyasetê de xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji bona parastina zimanê xwe, her îmkanî bikar bînin.

Ji bona Zimanê Kurdî zindî bibe û zindî bijî, divê di navbera nifşên kevin û yên nû de pira dan û stendina ziman bê avakirin. Li Bakurê Kurdistanê ev pir di navbera nifşên nû û yên kevin de hatiye rakirin. Divê ev pira di navbera wan nesîlan de di malên Kurdan de carek din bê avakirin.

Berî her tiştî divê di vî warî de nivîskar, rewşenbîr, medya Kurdî, zana, rêber, rîhspî û siyasetmedarên Kurdan, miletê Kurd hişyar bikin. Sefereberiyek xwedîlêderketina Zimanê Kurdî destpê bikin. Ji malan, mizgeft, bazaran bigire, heta her qorziyek jiyanê bikin qada xwedîlêderketina Zimanê Kurdî. Di warê ziman de li hember dewletê, bi zanistî serîhildanek jikenandina bandora asîmîlasyonê bê meşandin.

Divê her Kurd bizanibe ku ew ne tirk e, Kurd e û zimanê wî Kurdî ye. Zimanê Kurdî, nasnameya wî ye, hebûna wî ye. Bi vê armancê divê dev ji bikaranîna zimanê tirkî berde û li zimanê xwe xwedî derkeve.

Divê di navbera nivşên kevin û yên nû de ew zincîra dan û stendina zimanê Kurdî carek din bê çêkirin û Zimanê Kurdî yekem gav di malan de bê parastin.

Divê Kurd têbigihêjin ku ji bona parastina nasnameya miletê Kurd, parastina Zimanê Kurdî ji zarokên wan re, ji hînbûna siyasetê, hînbûna dîrokê û ji matematîkê û felsefê girîngtir e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir