PÊVAJOYÊN TÊKÇÛNÊ Û TRAWMAYÊN HEVBEŞ

Cano AMEDÎ
Em hemû baş dizanin ku dîroka nêzîk de, netewa Kurd bi pêvajoyên giran û trajedîyên mezin ve rûbirû bûye. Dewletên dagirker û mêtîngeh bi jenosayd û qetlîamên hovane gelê Kurd dîl girtine. Ji destpêka şerê cîhanê yê yekem û heta dawîya şerê duyem, gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê di nav berxwedan û hewldanên azadîyê de bûye. Di heman deman de xebatên xwerêxistin bûnê bi şêweyên cuda domandîye. Gelê Kurd di pêvajoyên têkçûnê de gelek trawmên giran jîyaye û bandora wan trawman weke mîratek (mirasek) xirab ji nifşan derbasî nifşan bûye.
Piştî şoreşa Îlonê 1961 an şunda, bayê şoreşê li seranserê Kurdistanê deng veda û li hemû beşên kurdistanê tevgera netewî ket nav lêgerînekî. Dewletên dagirker û nizama dijî Kurdistanê, ji bo tevgera netewî lawaz bikin û ji qada têkoşînê derxin, bi tifaqên dizî û yên eşkere dest bi operasîyonên navxoyî kirin. Li gorî plansazîyek kûr û hevpar dewletên dagirker û aparatên wan xwestin ku tevgera netewî, cardin ji qada têkoşînê derxin û civatê radestî bêhelwestî û bêdengîyê bikin. Lê tevgera netewî tu carî qada têkoşînê vala nekir û bi şêweyên cuda karwanê şoreşê ji bo armancên sereke li ser bingeha rê û rêbazên azadîyê, têkoşîna xwe domand.
Li gorî tecrube û têgihiştina min, li gorî zanyarî û bawerîya min, li gor şahidîya jiyan û rastîya min, ez baş dizanim ku kesayet, civat û netewên di bin pêlên zulim û zordarîyê de, di bin babîloskên qetlîam, qirkirin û jenosaydan de bin, di bin mekanîzmayên îşkence û tadayan de bin, sosyoloji û dêrûnîya wan, jiyan û dahatûya wan serûbin dibe! Bi trawmayên cuda cuda rûbirû dibin, dijîn û pirî caran wan trawman weke mîratek giran radestî nifşên pey xwe dikin.
Gava mirov, bi problemekî re, bi kêşeyekî civatê re rûbirû bibe, bixwaze an nexwaze mirov dibe bijîşkê (doktorê) xwe. Carnan şert û derfetên jiyanê carnan jî ûjdan, karekter, ahlaq û aqil li ser mirov lêgerîna çareserî û pêşveçûnê ferz dike. Mirov li ber pêlên lêhî û bayên guhertinê dibe xwedî helwest û bertekan. Pişt re li ser şopa bersîvan mirov li warê lêgerînê dibe xwedî fikir û ramanekî.
Ez ne bijîşk im ne jî pisporê nexweşîyên civakî û dêrûnî me. Lê ji ber ku di jiyana xwe de ez jî wekî nifşê xwe û yên berîya xwe bi gelek bûyer û pêvajoyên girîng re rûbirû bûme, bûme şahidê guhertina demsal û rojên dîrokî. Ew bûyer û guhertinên siyasi, civakî, zanîstî û dîrokî rê li ber serûbinên mezin vekirîye. Ev pêvajoya demsala nû, bi xwe re qeyran û derfetên nû pêşkêşî malbata mirovahîyê kir û didome. Her civat, her netew li gor pêşketin û amadebûna xwe ji wan guhertinan îstîfade dike an jî rêveberîyê dike.
Ev sed sal zêdetire gele Kurdistanê trawmayên giran dijî, bandora wan trawman her diçe rê li ber nexweşî û şikestinên dêrûnî vedike. Gava ev nexweşîyên hanê neyên derman kirin, wê weke leflefoka bi jahr derûdora xwe pûç bike. Ez dikarin bejim çend cureyên trawmayan hene. Trawmayên şexsî, sîyasî, olî, civakî û netewî. Ji bilî trawma şexsî, yên din hemû trawmayên hevbeş (kolektif) in.
Trawmayên hevbeş, li ser civatê bandorek neyînî çêdike û her diçe bingeha êş û nexweşîyên civakî li hev zede dike. Ji ber van sedeman, tirs û xofa wan trawma, carnan ji nifşekî derbasî nifşê din dibe. Ev dêrûnîya tirs û xofê, her diçe karekter û sekna civatê di rizîne. Giranîya civatê, di nav demê de karekterên sê meymûnan weke stargeh û wargehên parastinê dibine. Ev helwestên hanê karekterên durûtîyê geş dike. Civat di bin bandora pêlên tirsê de li gor bêdengîya ker, kor û lal bûnê tevdigere û dem dem jî, di pejirîne. Tirs, xof û travmanên siyasi, oli, civakî û netewî bandorek kûr û xirab li ser civatê çê dike. Dêrûnî û karekterên civatê li gor hêza tirse tê guherandin û civaknasîyek cuda derdikeve holê.
Ji pêvajoya damezrandina komara Tirkîyê vir de, li bakûrê Kurdistanê bi sedan qetlîam, komkujî û jenosayd hatine kirin. Piştî şikestinê, li heremên berxwedanê, bi girsayî polîtîkayên nefîkirinê destpê kir. Ev nifşên bi wan trawman rûbirû bûn tu carî ji bin bandora wan bûyer û wê pêvajoyê derneketin. Ev trawmayên hevbeş, derbasî nifşên nû bûn. Weke nexweşîyên bê derman, her çû ji xwe re hêlîn çêkir. Piştî salên 1980 an şunde rêxistin û partîyên me yên bi nav û deng, ji ber bê asobûn û tunebûna stratejîyek netewî têkçûn. Ev têkçûn, çil sal zêdetire, di rojev û jiyana civata Kurd de cîh girtîye. Berpirs, kadro û têkoşerên wê demê cesaret nakin bi wê pêvajoyê re rûbirû bibin. Hê jî em nikarin muhaseba wê deme bikin, ka “me li kêderê, bi çi awayî û ji bo çi hunda kir?” Eger em cesaret bikin li ser şopa bersîvan bigerin, ez bawerim wê rê li ber gilî, gazin, quretî, neheqî, bêbextî, bê ehlaqî û bê ûjdanî bê asteng kirin. Hinek xêrnexwaz û misyoner, bi zanatî ewrên bê hêvîtîyê geş dikin û tovê xirabîyê di civatê de belav dikin. Xwe weke mufetîşên bê erk dibînin û rola dozgerîya ku ji hûqûq û pîvanên mirovahîyê dûr dileyizin. Ez bawerim ev jî encamên van trawman û dêrûnîya têkçûnê ye.
Gava kesayet, civat û netew bi derbasbûyûna xwe re rûbirû nebin, muhasebeyek rasteqîn pêk neynîn, wê her dem di bin bandora trawman de bijîn. Li gor bawerîya min, ev şikestin û nexwşîn çil salên dawî encamên wan nexweşîyane. Ji bilî gilî, gazin û dijîtîya hev, me heta îro tu wêneyek têr û tije radestî civatê û nifşê pey xwe nekirîye. Bi gelemperî ev çil sal e hemû derûdor, li ser bingeha rêxistinbûyina çalak, bi sermaya çar an pênc salên cîwanîyê dijîn. Divê partî, rêxistin, komel, sazî û dezgehên bi sîyasetê re alaqadar dibin, kesayetên sîyasî, civaknas û endezyarên civatê rojek zûtirîn bi proje û stratejîyên nû, derîyê demsalîya têkçûnê bigirin û rê li ber guhertinên nû vekin. Pêwîstîya me bi aqilek hevbeş û netewî heye. Pêwîstîya me bi nîrxandin û hûrbînîyek (analiz) nû heye. Pêwîstîya me bi formulasîyonek li ser bingeha ders û tecrubên do, îro û sibê pêkbê û bikaribe sentezekî kurdî radestî nifşê dû xwe bike. 15/01/2022 Cano Amedî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *