PYD, partiya Baasê ye. Li Sûriyeyê herêmeke otonom ya Kurd-Kurdistanê tune ye…

Îbrahîm GUÇLU 

Li Kurdistanê gelek siyasetvan, nivîskar, rojnamevan bê zanyarî nêrînan diafirînin. Bi van nêrînên xwe jî ciwanên kurd û gelê kurd dixapinin ku helwestên şaş nîşan bidin. Beşek ji wan jî vê helwestê qestî dimeşînin ku bila serê însanan tevlihev bibe.

Ev helwesta nexweş, zêdetir di derbarê Dewleta Federe ya Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de tê rojevê. Bi taybetî jî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de, rewşeke gelek nexweş derdixe holê.

Di derbarê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê, pêwendîyên PKKê û Rejîma Baasê û Emerîka û Îranê, statuya Rojavayê Kurdistanê de xwe diyar dike. Ez dixwazim di van mijaran de ronîyek û perspektîfekê nîşan bidim.

PYD, PARTIYEK KURD Û KURDISTANÊ NÎNE. RÊXISTINA DEWLETA SÛRİYEYÊ-PKK Ê YE…

1-Tê diyar kirin ku PYD wek partiyekê kurd a Rojavayê Kurdistanê ava bû. Ev nêrîna bi her awayî şaş û ne rast e. Berîya her tiştekî tê zanîn ku partî û rêxistin li hemû beşên Kurdistanê bi nav û nasnameya Kurd û Kurdistanê ava dibe. Di PYDê de, nasnameya kurd û Kurdistanê tune ye. Heger partiyek bi nasnameya welat û an jî netweya xwe ava nebe, çewa dibe partiya wî welatî û wê neteweyê?

Bi taybetî dema ku neteweyek xwedîyê dewlet nebe, partiyên wî neteweyî û wî welatî divê bi nasnameya xwe ya neteweyî û weletî ava bibe. PYD, heger partiyeke neteweya kurd û Kurdistanê be, divê bi navê Kurd û Kurdistanê ava bibûya. Lê nebûye.

Wek tê zanîn Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDKS), di sala 1957an de bi nasnameya welatî û Kurdistanê ava bû. Pişt re girêdayî şertên hiqûqî, navê xwe bi nasnemaye neteweya xwe “kurd” diyar kir. Partiyên piştî PDKS li Rojavayê Kurdistanê ava bibûn, bi tevayî bi nasnameya Kurd û neteweyî ava bû. Di van salên dawî de jî Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyeyê navê xwe guhert, bû, Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyeyê (PDKS).

Loma jî PYD ne partiyeke Kurd û Kurdistanê ye.

2-PYD, encama siyaseta PKK bi Rejîma Baasê re girêdayî ava bû. PKK, wek tê zanîn proje û aparata Dewleta Kolonyalîst a Tirk bû. Piştî salên 1980yî, bi piştgirî û hewildana YNKê, bi Rejîma Baasê re hevgirêdana xwe çêkir û endamên xwe bi destên leşker û îstîxberata Baasê, di El Saîka de perwerde kir, yanî  PKKê piştî ku bi her awayî bû rêxistina Rejîma Baasê, gelek aşkere diyar kir ku “Rojavaya Kurdistanê” tune ye.

PKK, dema ku ew konsepta pejirand û bû rêxistna Dewleta Sûriyeyê, ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike, xebat kir, hemû rêxistin û partiyên Rojavayê Kurdistanê û serokên wan partiyan dijmin îlan kir; ji bona ku bêrûmet bike, her xirabîyek û dek û dolab  gerand.

Di sala 1984an de, girêdayî daxwaz û plana Dewleta Sûriyeyê, dema dest bi şer kir, 7000 ciwanên Rojavayê Kurdistanê, li çiyayên Bakûrê Kurdistanê da kûştin û an jî bi xwe kûşt.

Dema encama tehdîta Dewleta Tirk, di sala 1998an de, serokê PKKê ji Sûriyeyê derket û Sûriye soz da Dewleta Tirk û bi dewleta Tirk re peyman jî çêkir ku pêwendîyên xwe ji PKKê bibirin jî, Dewleta Sûriyeyê, pêwendîyên xwe yên bi PKKê re, bi awayekî veşartî domand. PYD, encama wan pêwendiyan, bi dixwaze Rejîma Baasê, bi destê PKKê, di sala 2003an de ava bû.

3-Loma jî PYD, bi destê PKKê û wek proje û rêxistma Dewleta Sûriyeyê ava bû.

4-PYDê, di serî de, rêxistina Baasê û PKKê bû, di vê qonaxê de jî rêxistina Baasê û PKKê ye. Loma jî kurd xeyal nekin ku PYDê dê ji PKKê û Baasê rizgar bibe. Ev yeka tu wext û di tu şertan de jî pêk nayê. Emerîka û hevpeymanên wan yên wek Fransayê jî vê rastiyê baş dizanin. Her çiqas ji dinyayê û ji Dewleta Tirk re dibêjin ku emê PYD ji PKKê veqetînin û dûr bixin, ew dizanin ku ev yeka pêk nayê.

Emerîka ji bona berjewendîya xwe ya stratejîk PKK/PYDê bi kar tîne. Bi wan şerê wekaletê dimeşîne. Ew kirine leşkerên bi peran û erzan. PKK/PYDê jî ciwanên kurdan bi erzanî difroşin.

5-Loma jî divê Kurd xeyal nakin ku PYDê dê bibe partiyeke Kurd û Kurdistanê û dê  bibe partiya Rojavayê Kurdistanê

6-Loma jî PYD tu dem nikare bibe rêxistineke serbixwe û neyteweyî jî.. Dê yekîtîya kurdan naparêze. Dê mafên Kurdan ji bona qezenç bike û Kurdistanê azad û otonom bike, nikare xebat bike. Ew dê her dem xizmetî biyaniyan û dijminên kurdan bike.

Ew dê her dem wek rêxistineke Baasê bimîne. Dê li ser navê wan li neteweya kurd zûlum û zordarî bike. Kurdperweran bikûje. İzîn nade ku kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê û statuyeke Kurdistanê xebat bikin. Dê her demê zarok û ciwanên kurdan birevînin û bidin kûştin û bi xwe bikûjin.

LI SÛRIYEYÊ XWESERÎ/OTONOMIYA KURD-KURDISTANÊ TUNE YE…       

Beşek nivîskar û siyasetmedar û rojnamevan, bi aqlê îdeolojîk diyar dikin ku li Rojavayê Kurdistanê herêmek xweser/otonom ya Kurd-Kurdistanê heye. Ferqa wê û Dewleta Federe ya Kurdistanê jî tune ye. Divê ku avayî ya li Rojavayê Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê wek hevûdu bê şirovekirin û helwest li hemberî wan jî wekhev be.

Gelo rastî ev e? Li Rojavayê Kurdistanê rastî ev nîne. Lewra li Rojavayê Kurdistanê xwesweriyek/otonomiyeke Kurd-Kurdistanê tune ye.

Li Rojavayê Kurdistanê, çima xweseriyek/otonomiyeke Kurdistanê tune ye, em wê diyar bikin:

1-PKK/PYD, partiyeke Kurd-Kurdistanê nîne. Loma jî ji bona berjewendîya neteweya Kurd û Kurdistanê xebatê wan biçek absûrd û xerîb dibe. PKK/PYD, partieyeke Baasê ye. Loma jî xizmetî Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê dike. PKK/PYD, ji bona Kurdan statuyekê çê nakin. Eqsê wê, li dijî statuya Kurdistanê ne. Ew ji bona Baasê û ji bona xwe statuyekê diparêzin.

2-PKK/PYDê, di destpêkê de, ji Rejîma Baasê re vekirî bi awayê siyasî xwedî derket. Dema ku partiyên Kurdistanê guhertina dewleta Sûriyeyê û rûxandina rejîm û aparatên Rejîma Baasê xwestin, PKK/PYDê li dij derket. Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê parast. Dema ku partiyên Kurdistanê ji bona Rojavayê Kurdistanê statuyeke otonom daxwaz dikir, PKK/PYD, li dij derket. Dema partiyek piştgirê Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baaasê be, dê çewa ji wan azad û rizgar bibe. Herêmeke Otonom ya Kurd-Kurdistanê ava bike.

3-PKK/PYDê, piştî şerê hûndir li Sûriyeyê jî, piştgiriya Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê kir. Li ser navê dewletê, şerê wekaletê meşand. Dewletê jî Dîktatoriya xwe li. Kurdistanê bi PKK/PYDê re parve kir. Piştî demekê PKK/PYD,  wek wekîlê Dewleta Sûriyeyê bû xwedîyê dîktatoriyê. Li Gelê kurd zûlum û zordarî kir. Bi hezaran Ciwanên Kurdan di şerê wekalata rejîmê û dijninên Kurdan de da kûştin. Ji bona Tevgera Neteweyî ya Kurd, rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye bike, şer kir. Zarok revandin, da kûştin û bi xwe kûşt.

4- Ji bona Rojavayê Kurdistanê, pêşî got: “Rojava” û nasnemaya Kurd-Kurdistanê bi kar neanî. Pişt re jî got ku ‘‘Kurdistan tune ye, Bakurê Suriyeyê heye.‘‘ Loma jî statuya li Rojavayê Kurdistanê hat ava kirin, bi Bakurê Sûriyeyê, bi nav kir. Li Kurdistanê hejmara ereban zêdetir bû. Nûha jî PKK/PYDê û ereb bi hev re li Beşekî Rojavayê Kurdistanê desthilatdar in. Li beşekî mezin û girîng jî Dewleta Tirk desthlatdar e.

Gelo wê demê nivîskar û siyasetmedar û rojnamevanên Kurd dê çewa ji Herêma Otonom/Xweser ya Kurd-Kurdistanê qal bikin?

Diyarbekîr, 14. 01. 2022 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *