Saziyên Ziman ên Rihayê: ‘Kurdiya me sêwî nehêlin’

Bi helkefta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî kar û xebatên sazî û komeleyên Kurdî yên hişyarkirin û agahdarkirina xelkê berdewam dikin.

Li bajarên Kurdan roj bi roj hejmara kesên bi Kurmancî û Kirmanckî (Kirdkî/Zazakî) diaxivin kêm dibe û metirsiya li ser Kurdî zêde dibe.

Sazî û komeleyên li Rihayê jî bi helkefta Roja Zimanê Dayikê bi rêya Rûdawê bangî Kurdan kir.

“Kurdiya me sêwî nehêlin”

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Azîz Baydîllî got:

“Îro Roja Zimanê Dayikê ye, Ruhayî li zimanê xwe xwedî derkevin û zarokên xwe bielimînin Kurdî.

Zarokên me siberoja zimanê me ne. Kurdiya me sêwî nehêlin.”

Zimanzan Samî Tan jî gelê Rihayê vexwend dersên Kurdî yên komeleya wan.

“Kerem bikin werin komeleyê”

Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan di banga xwe de got:

“Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, em gazî hemû hezkiriyên zimanê Kurdî dikin ku li Ruhayê xebatên Kurdî geş bikin û piştgiriya komeleya me ya çand û zimanê Kurdî bikin.

Em dê di demeke kurt de dest bi waneyên Kurdî bikin.

Em hêvî dikin hemû kesên ku dixwazin hînî Kurdî bibin, zimanê xwe bi pêş bixin, hînî zimanê nivîskî bibin, rêz û rêçikên zimanê xwe nas bikin, kerem bikin werin komeleyê.”

Heta sala 1991ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê axaftina bi zimanê Kurdî bi her awayî qedexe bû.

Tevî ku bi fermî qedexe hatiye rakirin jî astengî û polîtîkayên pişaftinê yên li ser Kurdî berdewam dikin.

Bername û çalakiyên hunerî û ziman ên bi Kurdî, bi hincetên cuda rûbirûyî astengî û qedexeyan dibin û zext û guvaşên li ser xelkê jî didomin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *