Profesorê Kurd: Divê Tirkiye derbasî sîstema 2 zimanî ya Kurdî û Tirkî bibe

Nîşan Salih Akin Zimanê Kurdî Bakurê Kurdistanê Tirkiye

Prof. Dr. Salih Akin behsa rewşa zimanê Kurdî kir û da zanîn ku divê Tirkiye derbasî sîstema perwerdeya 2 zimanî ya Kurdî û Tirkî bibe.

Prof. Dr. Salih Akin ev çend roj in li Herêma Kurdistanê ye û beşdarî konferansa Zanîngeha Seleheddînê ya di derbarê hizir û kar û berhemên Mamoste Ezîz Gerdî bû.

Prof. Dr. Salih Akin jî di paneleke konferansê de axivî.

Hevkarê me Mihemed Izeddin hevpeyvîneke kurt bi zimanzan Salih Akin re kir.

Salih Akin amaje bi wê yekê kir ku li Bakurê Kurdistanê bi milyonan kesan zimanê xwe ji bîr kiriye û dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî neaxivin.

“Ziman derbasî nifşên nû nabe”

Akademîsyen Salih Akin amaje bi rewşa Kurdî jî kir û got:

“Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di rewşeke cuda de ye.

Li aliyekî em dibînin Kurmancî ber bi standartbûnê ve diçe gelek nivîs tên çapkirin û belavkirin.

Hawizekî gelekî mezin heye.  Çavkaniyên nivîskî li ser asta televîzyonan jî tên belavkirin û ev tiştekî erenî ye.

Ev ji bo dokumantasyonê, belavbûnê û arşîvbûna Kurmanciyê erênî ye.

Li aliyê din, em dibînin veguhastina nava nifşan nîne.

Zimanê Kurdî ji aliyê dê û bavan ve derbasî zarokan û gêncan nabe. Bikaranîna ziman li nava zarokan kêm dibe.”

Bi gotina Salih Akin ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê û nebûna perwerdeyê nifşên nû yên Kurdan li Bakurê Kurdistanê fêrî zimanê Kurdî nabin.

“Mayîna Kurdî li Bakurê Kurdistanê mucîzeyek e”

Akin di berdewamiyê de ye ku mayîna Kurdî li Bakurê Kurdistanê mucîze ye û got:

“Îro mayîna Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi tena serê xwe jî mucîzeyek e.

100 salan, ev ziman hat qedexekirin, bi devkî hat qedexekirin.

Ji salên 1930î heta 1940an bikaranîna Kurdî bi awayî devkî jî hatibû qedexekirin.

Îro zimanê Kurdî zindî ye û ev jî tiştekî gelekî erênî ye lê belê em dibînin ku di nava civatê de lawaz dibe.”

“Neheqiyeke mezin li Kurdan tê kirin”

Salih Akin, amaje bi tayînnekirina mamosteyên Kurdî jî kir û wiha got:

“Her sal 3-4 mamosteyan, hin salan 10 mamosteyan ji bo dersa bijarte ya Kurdî tayîn dikin.

Ev nîşaneya wê yekê ye neheqî li Kurdan tê kirin û ew neheqiyeke mezin e.

Tirkiye, her sal ji bo ziman û çanda Tirkî fêrî Tirkên derveyî welat bike hezar û 700 mamosteyan dişîne derve.

Dema em li hezar û 700 mamosteyên Tirkiyeyê yên li derveyî welat dinêrin û li hejmara wan 120 mamosteyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê aniha dersa Kurdî fêrî zarokên me dikin binêrin cotstandardî derdikeve pêşberî me.

Bi kêmanî 22 milyon Kurdên me niha li Tirkiyeyê ne, leşkeriyê dikin, hemwelatiyên Tirkiyeyê ne lêbelê heta niha Tirkiyeyê bi awayekî fermî zimanê Kurdî nas nekiriye.

“Êdî divê sîstema Tirkiyeyê ya perwerdeyê 2 zimanî be”

Mihemed Izedin li ser statuya Kurdî jî pirsî, “Partiyên Tirkiyeyê ji bo destûreke nû dicivin. Divê aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî di destûra nû de cih bigire divê çi bixwazin?”

Prof. Dr. Salîh Akin jî wiha bersivand:

“Divê zimanê Kurdî bi kêmasî di destûrê de bi awayekî fermî were naskirin.

Eger ew destûr hat pesendkirin û qebûlkirin divê statuyek ji Kurdî re were danîn.

Sala 2006an li Stenbolê konferansek li ser zimanê Kurdî hat lidarxistin me ew tişt anî ziman.

Min bi xwe ew pêşniyar kir û medyaya Tirkiyeyê, rojnameyên Tirkiyeyê gelekî girîngî da wê pêşniyarê.

Pêvajoya aştiyê hebû gelek tiştên din û aloziyên din derketin ew pêşniyar û nîqaş neman.

Mesele ne tenê ew e ku zimanê Kurdî were nasîn. Divê dewlet derfetê bide zimanê Kurdî û Kurdî li her deverê hebe, li gundan, li bajaran li her deverê hebe.

Divê sîstemeke 2 zimanî were danîn. Ew sîstem bi Tirkî û Kurdî be tenê ku dersa zimanê Kurdî hebe.

Êdî divê sîstema perwerdeyê ya 2 zimanî li Tirkiyeyê hebe.“

“Kî xizmeta Kurdî bike divê em li wî xwedî derkevin”

Di dawiya axaftina xwe de akademîsyen Akin, amaje bi girtina xwediyê Kafeya Pîneyê jî kir û wiha got:

“Li aliyekî dewlet dibêje, ti qedexe li ser Kurdî nîne.

Li Tirkiyeyê bi sed hezaran bi milyonan kafe hene bi Tirkî xizmetê dike.

Li aliyê din xwediyê kafeyekê ji ber ku gotiye ez dê bi Kurdî xizmetê bikim ew tê girtin û desteserkirin.

Pêwîst e hemû Kurd biçûna kafeya wî û li wir bi Kurdî biaxiviyan û lê xwedî derketana.

Kî xizmeta Kurdî bike divê em jî li wan xwedî derkevin ne tenê bi Kurdî biaxive kesên bi Kurdî xizmetê dikin jî biparêze.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *