CPT: Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kir

Tîma CPTyê ragihand ku Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Endamê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji Rûdawê re ragihand:

“Ji 1ê Kanûna Paşîna 2024an heta 1ê Adara 2024an, Tirkiyeyê 230 êriş li Herêma Kurdistanê û 4 êriş jî li parêzgeha Nînowayê kirine.”

Endamê CPTyê Kameran Osman li ser awayê êrişan jî got:

“Ji 234 êrişan 12 bi dronan, 194 bi balafirên şer û 28 jî bi topbaranê hatine kirin.”

Li gorî parêzgehan, 35 êriş li Silêmaniyê, 109 li Dihokê û 86 jî li Hewlêrê hatine kirin.

Endamê CPTyê Kameran Osman herwiha got:

“Ji Tebaxa 2015an ve 152 sivîl di encama êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest daye û 228 sivîl jî birîndar bûne.”

Endamê CPTyê da zanîn ku ji destpêka îsal ve heta niha 2 sivîlan li Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *