Platforma Zimanê Kurdî: Sersala Kurdan Pîroz Be!

Sersala Kurdan Pîroz Be!

Platforma Zimanê Kurdî sersala Mîladî ya hemû Kurdan pîroz dike. Têzanîn ku hemû kes, komik, gel û neteweyên li Dinyayê sersala xwe li gorî daxwaz û bendemayên xwe pîroz dikin. Baş diyare ku sersal pîrozkirin bûye weke kevneşopîyekê û ev kevneşopî her sal dubara dibe. Mebesta vê pîrozkirinê hertim bi daxwaza aşîtî, bextewarî, dadwerî, aramî û kêfxweşîyê bi dawî dibe lê daxwazên ku tên pêşkêşkirin û rastiyên civakan jî qet li hevdû nakin. Bi taybet ji bona miletê Kurd ev daxwaz û bendemayên Kurdan heta niha bicîh nehatine. Sersal her gav xwe dubare dike û pirsgirêkên Kurdan yên ziman, kultur û nasnamê jî her sal hîna girantir dibin. Pirsa ziman û nasnama Kurdan li seranserê welatê me îro bi rastî bûye pirsa man û neman e…

Em dizanin ku di Meha Adara 2024 an de wê hilbijartinên heremî werin lidarxistin. Ji bona miletê Kurd ev hilbijartina heremî wê teqez helwest û rengê Kurdan bide der. Em weke Platforma Zimanê Kurdi ji hemû Partiyên Kurdan daxwaz dikin ku li seranserê welatê me namzetên şaredarîyan û meclîsên bajaran hemû jî karibin bi Kurdî binivîsînin, bixwînin û biaxivin.Bila di xebatên siyasî de zanîna zimanê Kurdî bibe pîvaneke siyasî. Divê em zanibin ku Zimanê Kurdî hebûna me ye. Hemû Partiyên Kurdan ji bona pêşxistina ziman, nasname û kultura Kurdî divê bernameyên şênber pêşkeşî Gelê Kurd bikin. Bila pirsa ziman, nasname û kultura Kurdî di hilbijartina heremî de bi zelalî dîtbartir bibe. Bila daxwaz û hişmendiya zimanê Kurdî, di qada siyasî de her li pêş be.

Ji bona ku hişmendî û hestyarîya zimanê Kurdî bilind bibe, em bangî hemû Kurdan dikin; bi mebesta pîrozkirina sersala 2024 an de bila her malbateke Kurd bi kêmasî ferhengên Kurdî, romanên Kurdî, pirtûkên helbest û çîrokên Kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka Kurdî di mala xwe de vehewînin. Bila şênber li ber çavê mezin û biçûkan pirtûkên Kurdî hebin. Bila her kesekî Kurd malperên, ajansên, kanalên an ji rojnameyên Kurdî bişopîne. Bila zarokên ku ji sersala 2024 û pêde ji dayîkên xwe re çêbûnê, navên wana bi Kurdî bin. Bila çalakvanên Kurd xwe tekez fêrî qerf û henekên Kurdî bikin. Stranên Kurdî jiber bikin, li filmên Kurdî temaşe bikin. Sersala hevdû jî bi Kurdî pîroz bikin, ûhw.

Kurdino! Weke her sal, sersala we pîroz be, lê bila Zimanê Kurdî ji malbata we qet bidûr nekeve! Ji ber ku zimanê Kurdî hebûn û rûmeta Kurda ye, ronîya çavê me ye, taca serê Kurda ye. Bi dildarî û baldarî li Zimanê Kurdî miqatebin, zimanê Kurdî bikin beşek jî nasname û jiyana xwe! Em hergav bi şanazî dibêjin; “Em Kurd in, zimanê me Kurdiye û welatê me jî Kurdistan e!”

                           PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ.   31 12 2023. AMED

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *