Nîrxandin û nîyaza sersalê!

Bi xweşî û nexweşîyên xwe me sala 2023ya li pey xwe hîşt.

Ev sala derbas bû, dîsa ji bo gelê Kurd bû egerê êş û janên mezin.

Ji alîkî de afata erdhejê, li pey wê serma, birçîtî û lehî jîyana beşek gelê me xist zor û zahmetîyek mezin.

Salek din jî piraniya gelê Kurd ji maf û azadîyên xwe bêpar, di bin nîrê zordaran de, bi deh hezaran di zîndanan û di îşkencexanan de, li wargehên penaberîyê, li ser sînoran û li kolberîyê, di nava neçarî û xizanîyê de jîyana xwe dibuhirînin. Dosyayên şewitandina Elawîyan li Sêwasê, kujerên Roboskê, kuştina bi hezaran kurdên bêguneh yên kujer nedîyar yek bi yek tê girtin; wek gef û pozdaxiyekê ji mere dibên: “mirina xwe ji bîr bikin!”

Ev ne bes e dewleta tirk her roj Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê bombe baran dike; Kurdên sîvîl dikuje, pêdivîyên jîyanê dirûxîne, wan ji welatê wan diqewirîne û dewsa wan qereqolan datîne.

Dewleta Îran, her roj li ser sînoran, li îşkencexane û zîndanan Kurdan dikuje nebes e,  bi firok û dronan êrîşî Başûrê Kurdistan jî dike, wargehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê bombe dike, jin û zaroyên bêguneh qetil dike. 50 mîlyon Kurd hîna li welatê xwe hêsîr in!

Her dema ku ji bo rizgarî û azadîyê, derîyekî rohnîyê li me vedibe jî dijmin hemî îmkanê xwe xerc dike, nahêle em yekîtîya xwe saz bikin, welatê xwe şên bikin û civata xwe azad bikin. Ji bo welatê me ji bin destê mêtinkarên hov rizgar bibe, pêwîstîya miletê Kurd bi yekîtî, hevkarî û yekrêzîya hêzên Kurd heye.

Bûyera 2023ya ya herî xweş ew bû ku du partîyên Kurd, Partîya Azadîya Kurdistan û Tevgera Demokratîka Kurdistan, yekîtîya xwe ya sîyasî û rêxistinî pêk anîn! Hevî dîkim sala nû, bibe sala yekîtî, yekrêzî û hevkarîya kurdan.

Ez sala nû li miletê Kurd û hemû mirovên cîhanê pîroz dikim! Hêvî dikim ku sala 2024an ji bo miletê Kurd û hemî mirovahîyê aştî, aramî û azadîyê bîne!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *