Ebu Tehsîn: Yek Şimik li Sedam Hat Xistin, Lê Sedamên Niha Hêjayî Lêxistina 1000’an Şimikan In

Ebu Tehsîn (Cewad Kazim) kesekî navdare li Herêma Kurdistanê û li Îraqê piştî ku dema heriftina rejîma Sedam Husên roja 9ê Nîsana 2003 de teke şimka xwe li wêneyê Sedam Husên dida û di qêrîya evî zalîmî milyonan kes ji me kuştin û ev “Çarenivîsa her zalim û xayînekî ye,” Ebu Tehsîn weha digot.

Piştî borîna 20 salan bi ser wê bûyerê de û piştî 17 salan ji sêdaredana Sedam Husên, Ebu Tehsîn gihaye baweriyek din.

Di hevpeyvîneka taybet de digel Dengê Amerîka, Ebu Tehsên dibêje “Eger ku Sedam hêjayî lêxistina yek şimk be, Sedamên ku niha li Îraqê hene hêjayî lêdana 1000an şimkan e.”

Ebu Tahsîn
Ebu Tahsîn

“Seddam çû, lê li Iraqê çend komên milîs hatin avakirin. Rewş ewqas tevlihev e ku serê nirov jê dernayê. Berê Seddamek hebû, niha bi hezaran Saddam hene. Ebu Tehsîn got.

Çavdêrekî siyasî tevlî nêrîna Ebu Tehsîn dibe û dibêje, “Ez ji paşeroja Iraqê ne geşbîn im ji ber ku Sedam Husên hertim li Iraqê ji dayîk dibin û kuştin zordariyê berdewam dikin.”

Sibeha roja 30.12.2006ê, ku hevdem bû ligel yekem roja Cejna Qurbanê, li Îraqê proseya sêdaredana Sedam Husên li Bexdayê li avahiya berê ya ewlehiyê li Kazimiyê pêk hat.

Sedam Husên piştî ku di 14ê Kanûna Pêşî rojeke wek îro di sala 2003ê de ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka ve hat girtin, di dema rizgarkirina Iraqê de hat bidarvekirin.

Raporta derabrê Ebu Tehsîn

VOA

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *