PIRSGIRÊKÊN CIWANAN LI EWROPA Û RÊYA ÇARESERÎ

Ji bo ku rewşa her ciwanî ne wek hev e, pirsgirêkên wan jî ji hev cuda ye. Lê ez`ê li ser pirsgirêkên gelemperî bisekinim.

Piranîya pirsgirêkên ciwanan ji rewşa malbatê û ji helwestên dê û bav dest pê dike.

Berî her tiştî, normên civata Kurd û civatên Ewropa bi gelek awayî ji hev cuda ye. Di warê aborî, kulturî, huqûqî, dînî, exlaqî û hwd. pir vekirî ev cudahî xwe rê didin.

Malbatên Kurd, bi gelemperî ji bo pirsgirêkên aborî û rewşên sîyasî ya wek karker, yan jî wek penaber hatine Ewropa. Lê çand, hînbûyîn, exlaq û bawerîyên xwe jî bi xwe re anîne. Bi piranî dê zarokan tîne û li mal li wan dinêre û bav jî dixebite ku peran qezenc bike. Lê hinek jî ku zarokên wan yên hûr tune be, dê û bav bi hev re diçe kar. Heta demekê qanûnen pêwîst e ku zarok biçin dibistanê. Loma li mal, dê û bav li gorî çand, zanîn û bawerîya xwe zarokên xwe mezin dikin, lê li dibistanan jî Ewropî, zarokan li gorî fêde, bîr û bawerî û çanda xwe perwerde dikin. Ewropî giranîya xwe didin ser entegrasyona (kelandina) zarokên biyanîyan ya bi civaka xwe re. Zarok ji mezinan hêsantir bi civaka ku tê de mezin dibe ve dikele û dikeve ahengê. Dê û bav jî li hember civaka biyanî dikeve hundir xweparastinekê, tevlî hinek guhertinan, bi giranî di hundir qalikê civata xwe ya ku jê hatiye dijî; loma di hundir demê de civata wan jî tê guhertin, lê ew di şûna xwe de dimîne û ji civaka xwe jî bi şûnde dikevin. Loma daxwaz, lênerîn, bijartin û şêweyê jiyana bav û dê û zaroyan an ciwanan ji hev dûr dikeve. Ev jî di nav wan de dibe egerên nakokî, pirsgirêk, şer û dûrketinê. Ev rewş, carna bûyerên dramatîk, carna jî yên trajîk bi xwe re tîne.

Pêwîstîya her ciwanî ji têkelî, hevaltî û dostanîya ciwanên hemtayên derdora xwe heye. Her ciwan, di tevgera jiyanê de, bi giranî hemtayên xwe yên ku pêwendîya wî bi wan re heye, ji xwe re pîvan û mînak digire; dixwaze bi hevalên xwe re di hundir ahengê de be û ji alî wan de bê ecibandin û rûmetgirtin. Loma dixwaze şêweyê porê wî/wê, sol, cil û hemû alavên karanînê mîna yên hevalên wan be. Mîna her hevalên xwe yên Ewropî, ew jî dixwaze di warê hisî de, ji cinsê hember bibe xwedî heval. Lê ev daxwaz û pêwîstîyên ciwanan, bi lênerîn, bawerî û daxwazên bav û dêyan re li hev nake.

Ji bo ku rewş û mercên têde ne, her çiqas ciwan dixwazin daxwaz û pêwîstîyên xwe bi dê û bavên xwe bidin têgehîştin jî, gelek caran dê û bav li wan gohdar nakin, di wan nagehîjin yan daxwazên beradayî dibînin û bi wan re dixeyidin. Ew ciwan jî digehîjin encama ku dê û bavên wan ya bêhiş û famkor in, yan jî nezan û paşverû ne. Hinek bav û dê jî, ji kar û pera pê ve tiştekî din nafikirin û qet bi zaroyên xwe ve têkeldar nabin, zaroyên xwe bera kuçê didin. Gava ku ew nebînin an nebihîzin ku zaroyên wan çi dike, ji wan re ne derd e, lê gava dît an bihîst ku zaroyên wan ji dervî normên wan tiştek kir, wê gavê ya wê durûtîyê bikin û şîreta li zaroyên xwe bikin û bêjin; `tiştê ku hûn dikin, bila kes nebihîze`, an jî wê bi şiddet li wan bide û wan ceza bike. Ev jî dibe egerên pirsgirêkên psîkolojîk, durûtî, derewkirin, bêşexsîyetî û ji civaka xwe dûrketina wan ciwanan. Hinek ciwan êdî bi temamî ji dê û bav bi dûr dikevin, dilê xwe ji malbat û civata xwe re digire, hinek dixwaze mîna endamekî civaka Ewropî bê dîtin, hinek jî serî li hemberî her normê hildide û di hundir keft û lefta pisgirêkên psîkolojîk li rêyên xwe û civakê cezakirinê digere; an dest bi karanîna narkotîkê dikin, an jî qumar, dizî û serserîtîyan dikin.

Ji ber çanda eşîrî an feodalî, ji bo malbatên Kurd cudahiya keç û kur jî heye: kur di gelek kiryaran de serbestir e; lê keç di tu kiryarên xwe (yên derve û hundir) de ne serbest e û bi temamî di bin kontrolê de ye. Ku law porê xwe çawa kur bike, çi cilî li xwe bike, li ku rabe û rûne, kengî bê mal an neyê, bi kîjan jin û keça Ewropî re bide û bistîne, pir ne xem e, an tê tehamulkirin (daqurtandin); lê evana yek jî ji bo keçan nayê pejirandin û qedexe ne.

Gelek malbat ji bo egerên cuda ji keç û kurên xwe re bûk û zaveyan ji welat tîne. Ev jî dibe egerê gelek pirsgirêkan. Bi piranî law li hember daxwaza malbatê derkeve, pir pirsgirên mezin çênabe; pir pir pêwendîya wî û malbatê ji hev qut dibe. Lê keç bixwaze vî mafî bi kar bîne, gelek caran dibe egerê lêdan û carna jî kuştina wê.

Piştî ku malbatekê dev ji welatê xwe bera da û çû welatekî bîyanî, bixwaze-nexwaze bi rûmetên xwe yên civakî re jî dikeve hundir biyanîtîyekê. Divê rewşa nû baş binîrxîne, hêz û rastîya xwe di ber çav re derbasbike û piştre bibe xwedîyê helwestekê. Rewşa ku zarokên wan têde ye, divê baş binîrxîne; her daxwaz û kiryara wan girîng bibîne; divê bi pirsgirêk û xebata zarokên xwe ya di her warî de têkildar bibe.

Ciwan jî divê di rewşa dê û bavê xwe bigehîje, heta mumkun be pêwendîya xwe ji wan nebire û serfirazî û pirsgirêkên xwe bi wan re par bike. Bav û dê, an zaroyên ku bixwazin ji netewetî û çanda xwe dûr nekevin û hinek pirsgirêkên di van waran de çareser bikin, divê bi komik, komele û rêxistinên civata xwe re di nava pêwendîyê de bin.

Mirov li gorî mercên jiyanê dirame(difikire) û tevdigere, gava ku yên tên Ewropa, divê bizanibe ku ne dikane li gorî xwe mercên Ewropa biguhere û ne jî dikane di her warî de li gorî daxwaza xwe bijî. Loma ger yek bixwaze bawerî, huqûq, çand û edetên civaka xwe bidomîne û zarokên xwe jî werê mezin bike, divê ya ji welatê xwe neçi deverek biyanî, yan jî piştî di rewşê gehîşt, divê bi lez vegere welatê xwe. Tevlî van rastîyan, yê ku nexwazi ji Ewropa biqete, divê li gorî mercên Ewropa xwe eyar bike û tevbigere.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *