PİRADELAL & PİRABELEK

Kalo Şado Şado

Di dîroka avakirina bi destê mîr û wezîran de, Birca Belek, Pira Belek û Pira Delal (ê), hêjaye mere ji ciwanê Kurda re qala wan bike…

Birrcabelek : Dîrokzan dibêjin bi hezara sal berê hatiye ava kirin, gellek cara hatiye qiyal (restore) kirin, 164 sal berê, ji destê Mîrê Botan derket, ket destê romareş û heta bi salek berê, di destê leşkerê romareşde bû. Navê ”Belek”Bûnê, ji ber bi kevirê reş û spî hatiye avakirin, belek-belekî xwuya dike, stendî ye.

Pirabelek : Di pê Bircabelek re hatiye avakirin, ev jî navê xwe ji belekbûna kevirê avahîyê distîne. Di pê avakirinê re, 2 sal derbas bûye, ji bin de hêrrifî ye..!

ÇİMA.?

Hosta Pirabelek ava kirîye, jibo heyfa xwe ji mîr hilîne, Pirabelek hêrivandîye..!

Hofat, piştî Pirabelek qedandîye, jibo li ciyekî din, pirek wek Pirabelek ava neke, destê hostê, ji inîşkê de jêkirîye…!

Hosatayê Mêrxas, şev û rojan, jibo heyfa xwe ji mîr hilîne, ketiye mitala û ji xwe re rêyek dîtiye..

Çend dewdewkê fesat ê peyv di wan de nasekinê û şinektiyê ji mîr re dikin dîtiye û ji wan re, gotiye ”heyran, mîr nebaş kir, min hîn karê Pirabelek neqedandibû”.

Dewdekên mîr dipirrsin; ”ma çi karê Pirabelek meye.?”
Hosta dibêje, ”heyran minê bi mîza qantirran a kelandî, 2-3 cara serapeng bi kevirê pirê bida hilçinandin, bi hezarsala, nema tiştek bi pirê dihat”.

Piştî vê gotinê dibîhîzin, ser rast berê xwe didin qesra mîr û vê gotinê dixin destê mîr…

Mîr, dişîne pê hostayê destjêkirî, bi xwe li hostê guhdar dike û paşê fermanê dişîne ji êl û eşîran re, her kes, li benda mîza qantirrên (hêstir) xwe be, di satilan ke û bîne hinda Pirabelek.

Piştî 9-10 rojan, têra pirê, mîza qantirra dixe sîtilan û dikelîne, ji nuh de bi dar û bera pêlikan çê dike û sê cara, serapeng (seranser), bi melkisan, (firrçê xwezayî) bi kevirê pirê, dide vexwarin…

Berî payiza paşîne.!

Hosta tê mala xwe, mal û malîyê xwe tev dijdîne û wê şevê bi dizî, ji Cizîra Botan direvin, berê xwe didin Zaxoka Rengîn…

Piştî wê zivistanê, kevirê Pirabelek, ji nobûna asîsa mîza qantirran, dih^rrife û pir tê xwarê..

Destjêkirina Hosta (avavan), ne tenê li Pira belek çêbû ye, li Piramalabadê (Farqînê), li Qsra Qenco (Dêrika Çiyayê Mazî) jî aqûbeta hosta evbû ye..!……

Piştî li Zaxo çavnas dibe, bala xwe didê, çem bax û bostanê zaxo û bajar ji hevdu qetandî ye û karê xelkê li erdê dimîne.

Berê xwe dide dîwana Mîrê Zaxo, ji mîr re dibêje, ”Mîrê min, evî çemê wûn mîna neyarekî lê dinêrrin, ez kanim pê.”…

Projeya xwei bi mîr dide fahmkirin û dest bi karê pirê dikin.

Hosta bi xwe nikane hostayîyê bike (ji ber destê jêkirî), le pirê çawa ava bibe, aqildarê pirê ewe.

Carna li ser hosta disekine, carna jî, li ser ciyê kevir jê tê birrîn ( bakurr-rojavayê Zaxo-quntara çiyê-anuha jî, kevirbirra Piradelal li wire) disekine.

Bi erebeyê dewara, kevira dikşînin ciyê pir tê avakirin.

Roja dawîyê, hosta bi xwe li kevirbirrê ye, kesên erebeyê dewaran dajon, tê kevirbirrê, dibên jimara kevira, ewqas maye..!

Hostayê destjêkirî dibêje wûn şaşin.

Wî camêran ji Hostayê destjêkirî re dibêje; ”heyran hostayê pirê ava dikin ji me re ev jimar gotiye”.

Hostayê destjêkirî ji kevirbirra re dibêje, ”heyran wûn bibirrin, le ev kevirê talîyê, zêde ye”..
Dema kevirrê paşî tînin, hostayê destjêkirî û hemî xebatkarên kevirbirrê bi hevdûre dikevin rê û berê xwe didin pirê……
Bi qasî 800-900 metre nêz dibin, qasid tên pêşiya wan, dibêjin ” pir xelas bû, kevir vergerrînin û li erebê siwar bibin û werin”..
Ew kevirê zêde, mezinbûna wî bi qasî sindoqa bûka, îro jî, hîn li wî ciyê hatiye danîn e..!

NAVÊ PİRADELAL..!

Keça Mîr a berzewac, navê wê Delalê ye.
Bavê wê, erêkirina wê û dildarê wê, nedaye, bi zorê dixwaze bide pismamê wê….

Keçik jî, qet pismamê xwe naxwaze…..

Keçik qahwê ji mîr û mîrega re dibe û tîne, dibîhîze, bavê wê, jibo navê pirê, ji rîsipîyê dîwana xwe dipirrse…..

Keçik dixe heşê xwe, zane êdî nema kane bi dildarê xwe re bizewice, dibêje ezê navê xwe bidim pirê û xwe ji vê pira dîrokî re, bikim qurban…..(gellek tiştê werin gotin hene, naxwazim dirêjtir bibe ev nivîs.!)

Roja şahiya ”PİRADELAL”, Delalê li ser pirê şerjêdikin (bi qerara Delalê) û ew roj, ev roj, navê pirê, dimîne ”PİRADELAL”…

Di rastiya xwe de, ”PİRADELALÊ” ye..

Jibo vê lêkolînê, malbat û kesên li Zaxo û Cizîra Bota alîkarî dan min û mazûbantî jimin re kirin, yek bi yek ez destê wan maçîdim, mala wan ava be, welatperwerî heqê wane…

Li ser banga min, jibo ez neşkenandim û bi wêneyê ”PİRADELAL” alîkariya min kir, sed silab û qedir jibo Kekê Hêja Kato Azad dişînim.

….06 – 21 – 2016….
// Kalo Şado \

Wêne : Ji hêtê facebook a Birayê me Nuro Canbeg

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *