Filmê Mano Xelîl Cîran

Bi dawî buna kişandina fîlimê Mano Khalil ê nu « Cîran ».

Berî çend rojên derbas buyî, kişandina filmê derhinêrê Kurd Mano Khalil bi navê „Cîran“ bi dawî hat.

Sînarîo ku berî 25 sal hatibû nivîsandin û bi sala li hêviya finansekirina film bu, bi rengekî fermî hate temam kirin. Derhinêr dixwest Filmê xwe di destpêkê de li Rojavayê Kurdîstanê biksîne, lê mixabin ji sedem ku li Rojavayê Kurdistanê buyertê şer hene û gelek zehmet bu, stafa film ku ji bêhtrî 100 mirovî pêk dihat herne bajarê Qamsilo, ji bo wilo Kurdistana başur  bo kişandina Film hat hilbijartin. 

Produksîona Film neçar ma, ku gundekî nêzîkî bajarê Duhokê ava bike, ku rengê gundên Rojavayê kurdistanê bide.

Film behsa rojavayê Kurdistanê di salên 1980-yan de dike, çend sal piştî derbeya Baasîa a ji hêla Hafez Esad ve ku hat meşandin û li ser siyaseta wî ya nijadperestî de hilweşandina her tiştê xweşik li welatekê ku ji çand, ziman, kultur û olên cuda wek misilman, xiristiyan, cihû,Êzîdî û bawerîyên din hatibu avakirin. 

Naveroka film di beşa mezin de ji jiyanê derhêner bi xwe ve tê şirove kirin, dayka wî ku ji ser xetê ye, û bavê wî ji bin xetê ye dema ku ew biçuk bu tê axivtin.

Mijara fîlm çîroka zarokekî şeş-salî ye, ku bi dilnermî li benda elektrîkê ye ku were gundê wî, ji bo ku eu jî karibe filmên karton temaşe bike, û ji aliye dî de li hêviya mamuste ye, ku wê were gundê wa ji bo deriyên şaristaniya cîhanüe ji wan re veke, lê mixabin jiyana wî tev le hev dikeve, û mecbur dimîne zarokatiyek bê zarokî di bin darê zorê ê rêjîmek nijadperest û faşîst de, weke rêjîma Baas a Surî de bijî.

Rola zarokê piçûk, zarokekî Rojavayê Kurdistanê bi navê « Sarhad Xelîl » bi awakî gelek jîr û jêhatî pêk hat, her ku temenê wî şeş saliye ye, lê di rola xwe de weke yekî professîonal lîst.

Ev Film, di dîroka welatekî wek Sûrî de û di dîroka filmên Kurdî de filmê yekemîne, ku li ser mijarek wilo girîng û bi goşek professîonall çêdibe û tê ziman. Eu jî mesela nijadperestî û faşizma rejîma Baas a li Surî ku li dijî hebuna miletê Kurd li Rojavayê Kurdîstanê di van 60 salên dawî de ku bêk hatiyê. çîrok netenê li ser miletê Kurd, lê bi rengekî fireh li ser Cihuyên Surî jî diaxive. Ku heta salê 90 bêhtirî 40 hezar cihu li Surî hebun, ku îro ji ber nijadperestiya rêjîma Baasê yek cihu li welat nema. Tev mecbur man welatê xwe koçbar bikin.

Film li ser praktîkên Baas ê şofînî û nijadperestî ku di salên heftê de bi ser Kurdan de hat meşandin, ku mal û milkên wan talan kirin ax û erda bav û papîrên wan û mafên wan ê hemwelatiye ji wan stand û li erebên ku ji deşta Surî bi darê zorê li Rojavayê Kurdistanê di bin navê «Kembera Ereb» de bi mal û erd kirin, ji bo demografîa welat û nasnameya meletê Kurd ji koka wê rake, ku heta roja îro ev trajîdî berdewame tîne ziman.

Filmek ku bi nazikî û bi rengekî dramatîkî li ser wan sedeman diaxive, ku welatek bedew mîna Sûriy anî halekî ku îro yek ji pîstirîn welatê cîhanê ye, ji aliyê Yasayî, Asayî, Nefret, Terror, Winda kirina bi zorê, Êşkence, Girtin, Kuştin û ev hemû di bin sîwaneya sazûmanên dewletê û sazûmanên ewlekarî wî de û bi rengekî fermî tên kirin.

Filmê Mano Khalil « Cîran » yekem filme di dîroka Sûrî de ku bi zimanekî hunerî, mirovahî û bi produksîonek navnetewî û bi tevlîbuna gelek leystikvanên ereb ê bi nav û deng di derheqê pêkhateya ku bi serê Kurd û pêkhatinên bi serê Cihûyên Sûrî de hatine diaxive. Hunermendên ereb ê bi nav û deng wek Jîhad Abdo ku rola “Nahoum” stand, Hunermend Jalal al Tawil, ku rola mamosteyê dibistanê lîst, weke hunermendê mezin Mazen Al Natour, ku rola Berderiyê medresê lîst. Û leystikvana Surî a bi nav û deng Nasîma Daher, ku rola dayik-bapîrkê lîsthatiye çêkirin. 

Digel aktorên Surî ê bi nav û deng de, çend akterên Navdewletî mîna hunermenda Brezîlî “Tuna Dwek”, ku rola cîran “Rosa” lîstiye, û hunermendê Kurd ê mezin Ehmed Zirk, ku rola bapîrê Hemo lîstiye hene, di heman demê de gelek lîstikvanên Kurd mîna, Ismaîl Zagros, Jiyan Akdogan, Ivan Anderson, Derya Uygurlar jî beşdar bûne. Û ji Kurdistana başur komek hunermend başdar bune mînak, Jamil Zakri, Bengin Ali, Mouaffaq Rushdie, Haval Nayef jî cih girtine. Li gel van gelek zarokên kurd ê panebar ji kampa Domiz di film de cih girtin.

Film produksîonek cîhanî ye, ku ji hêla produksîona Frame Film a Swîsrî hatiye finanse kirin.

Wek alîkariya produksîonê kanala fransî-almanî a bi nav û deng ARTE û kenala televîzîona Swîsrî basadrî bune. Wezareta Rewşenbîrî a Swîsra û saziyên piştevaniya sînema li Swîsra jî alîkariya fînansa Film kirine. Mixabin ti saziyên Kurd, yan jî hikumetên Kurd ti alîkariya vî filmî nekirine.

Piştî bidawîbûna montagê û karên piştî produksîonê, wê film bo Festîvalên navnetewî were şandin. Piştre bi riya şirketa belevkirina Filma « Frenetic Films » wê derbasî sînemayên cîhanê bibe û wê bê belav kirin.

Sînarîo, Produksîon û derhêner: Manu Khalîl

Produksîon: Frema Film – Bern 

Belavkirina Film: Frenetic Films

Wêne: Stephane Cuthy

Edîtor: Thomas Bachmann

Ronahî: Elias Fernandes

Makeup: Julia Nietlispach

Cilûberg: Gulsan Ozer

Sernavê fîlimê ye bo demkê: Cîran

Sal: 2020

Dem: Nêzîkî 120 Xulek

Ziman: Kurdî, Erebî, Hibrî

Werger: Almanî, Englîzî, Frensî, Italî, Erebî û Portugali 

Leystikvan:

Serhad Xelîl, Jîhad Abdo, Ahmed Zîrek, Jelal al Tawil, Mazen Al Natour, Nesîma Daher, Tuna Dwek, Haval Naif, Ismaîl Zagros , Bengîn Ali, Derya uygurlar û gelekê din.


Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir