Pêşniyara avakirina hêza hevbeş redkirina desthilatdarîya Hukumeta Kurdistanê ye!

Pêşniyara avakirina hêza hevbeş redkirina desthilatdarîya Hukumeta Kurdistanê ye!
Êrîşên rêxistina terorîst yan jî bi gotian Serokê Kurdistanê Dewleta terorîst ya DÎIŞ (Dewleta Îslamîya Iraq û Şamê) li ser Kurdistanê karesatek mezin pêkhanîye. Her weha vê êrîşa hov gelek tişt û buyerên nediyar jî derxistine ber çavan.
Ji sala 2003 an virde ku bi haweyek fermî hêza Pêşmerge perçeyek hêza leşkerîya Iraqa Federal (!) hatîye pejirandin, lê diyar dibe ku hukumeta Iraqê çek û pêdivîyên leşkerî bi hêza pêşmerge re parnekirine! Ew çekên ku ordîya Iraqa Federal bi haweyek tarî bi tevayî heta nêzîkê Bexdayê vekişîyan û ew çek û alavên leşkerî teslîmê hêa DÎIŞ kirin tu carî neketine destên hêza Pêşmerge.
Eger Pêşmerge perçeyek ji hêza Iraqa Federal bûna, gereke wê gavê, çi çek û alavên ku di destên ordîya Iraqa Federal de ne wê beşek jê di destên hêza Pêşmerge de jî hebûna! Gava ev çek û alav di destên pêşmege de tunene tê wateya ku Nîrê Bexda hêza pêşmerge wek perçeyek ordîyê nepejirandîye û ji ber vê jî tu çekan bi waan re parnekirîye!
Bê guman ordîyek ku nikaribe çek bikire û pêdivîyên xwe yên leşkerî ligor pêwistî çareser bike di jîyanê tim dikare rastê astengan were ku niha Hukumeta Kurdistana Federal di wê rewşê de ye. Bi van astengîyan hezar û pêncî km (1050km) sînor li hember hêzek hov parastin neasan e. Ji ber vê jî pêwistî bi dîtina rêya çekbidestxistinê heye.
Bê bawerîya min, rêya herî rast jî ewe gavek leztir ber bi dîyarkirina serxwebûna dewleta Kurdî bi xwe ye! Ji ber ku heta dewleta Kurdî tunebe bi haweyên fermî çekbidest xistin zor e! Eger Kurd ne dewlet be heta karesatek mezin neyê serê me, em êş û hovîtîyek mezin nebînin kes tu carî alîkarîya me nakin, ji xwe di warê fermî da jî haweyek din zor e.
Ji alîyê nav xweve jî em netêkûzin. Carek li ser pêşerojê bîr raya me kurdan ne yek e. Li gor min gereke ew pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê birêz Kak Mesût Berzanî ku di warê çarenûsa Kurdistanê de dabû raya giştî û Parlamentoyê gereke bi lez têkeve jîyanê. Gereke gengeşîyên vala li ser neyên kirin û prosesa wê bê lezandin.
Ji ber ku rêya ji van karesatan rizgarbûnê tenê ev maye. Hukumetek li Bexdayê bê damezrandin jî tu carî bawerîya xwe bi kurdan naynin û mafên Kurdan yên rewa napejirînin. Ji ber ku wan tu carî kurdan wek hevbeşên xwe nepejirandine û wê nepejirînin jî! Ew ne rêvebrîyê bi kurdan re parve dikin! Ne çek û hebûnê bi kardan re parvedikin! Ne jî axa Kurdistanê ya resen dipejirînin!
Ya girîng jî PKK û hevalbendên xwve, vê karesata mezin ku bi ser Kurdistanê ve hatîye wek fersendek dibînin û pêşniyara avakirina hêza hevbeş didin pêş! Her kes dizane ku hukumetek fermî ya Kurdistana Federal heye. Di her warî de avayîyên wê yên fermî hene. Hêza Pêşmerge jî Iraq bi çi çavî lê binêre bira binêre lê hêzek leşkerî fermî ya vî welatî ye!
Avakirina hêzek hevbeş ji di warê yasayî ya hundur û navdewletî de redkirina desthilatdarîya Kurdistana Federal bi xwe ye! Ev xwestek ne karê welatperwerane. Ji kê çi we re gereke dibin rêveberîya Hukumeta Kurdistana Federal de bê şert û merc pêşkêş bê kirin!
Bê guman yên ku vê pêşniyara avakirina hêza hevbeş dikin jî baş dizanin ku ev neguncav e, lê rêya tevlihevkirina rojevê re bi bandor e! Propagandayeya dijê hêzbûyîna pêşmergeyên Kurdistanê ne karê Kurdan e!
Bê guman bawerîya me bê hêza pêşmerge, bi fedekarî û qehremanîya peşmerge heye!
Bê guman pêşmergeyên Kurdistanê çawa ku do bi xwîna xwe axa Kurdistanê parastinê wê îro û pêşerojê de jî her biparêzin! 11-08-2014
B Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *