Pêvajoya serîlêdana Dersa Kurdî hat dirêjkirin

Pêvajoya serîlêdanê ya Dersa Bijare ya Zimanê Kurdî careke din hat dirêjkirin û endamên saziyên sivîl ên zimanê kurdî jî didin zanîn ku îsal li gorî sala borî eleqeyeke zêdetir bo zimanê kurdî heye û zarok jî dixwazin fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin.

Dersa Bijare ya Zimanê Kurdî ya ku di sala 2012an de di pergala Perwerdehiya Tirkiyeyê de ketibû meriyetê di salên dawîn de dibe mijara helmetan. Îsal jî ji bo ku malbat ji zarokên xwe re dersa bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin saziyên zimanê kurdî xebatên xwe didomînin û didin zanîn ku îsal li gorî sala borî eleqeyeke zêdetir bo Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî heye û bang dikin ku bila kurd vê derfeta girîng baş bikar bînin.

Endamê Yekîtiya Dildarên Kurdî Mehmet Saît Ozturk ji K24ê re got: “Em îsal dibînin ku li gorî sala borî eleqeyeke zêdetir bo waneya bijare ya zimane kurdî heye, em bang li malbatan dikin ku bo zarokên xwe zimanê kurdî hilbijêrin û li malê jî li dibistanê jî derfet çêbe ku zarok bi kurdî biaxifin.”

Welatiyên ku ji bo zarokên xwe waneya bijare ya zimanê hilbijartine keyfxweş in ku derfetek wisa di qada fermî de tê dayîn û zarok jî dixwazin fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin.

Welatî Nurettîn Bozkurt: “Em keyfxweş in ku derfetek wisa bo zimanê kurdî heye, me ji zarokên xwe re jî waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijart. Ez daxwazê ji malbatên kurd dikim ku vê mijarê de hestiyar bin.”

Xwendekar: “Ez ji kurdî hez dikim û ez dixwazim hînî kurdî bibim.”

Eleqeya bo waneya zimanê kurdî îsal ewqasî zêde ye ku dema serîlêdanê hat dirêjkirin ku dema dawî ya serîlêdana waneya bijare ya zimanê kurdî bo 19ê sibatê hatiye dirêjkirin.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *