Abdullah Gul dê bibe Serokê Tirkiyeyê

Di dîroka Tirkiyeyê de her tim îspat bûye ko hikûmetek an di encama derbeyeke leşkerî, an jî di encama krîzeka aborî de têk çûye.

Dema AK-Partî di sala 2001`an de bi kadirên herî girîng yên Tirkiyeyê hatibû damezirandin, Tirkiye di nav krîza aborî de û nêzikê 15 hezar kompanya top avêtibûn û lîreya tirkî nirxê xwe bi dijwarî kêm kiribû.

Ji ber krîza aborî di sala 2002`an de, biryara hilbijartineke pêşwext hatibû dayîn û AK-Partî di wan hilbijartinan de ser ket û tena serê xwe hikûmeta Tirkiyeyê bidest xist. heman AK-Partî niha bixwe, bi krîzeka aborî re bi ye û ji siyaseta ya Erdoganî wisa xuya dike ko dê aboriya Tirkiyeyê têk biçe û ev bibe dawiya 

AK-Partî dema di sala 2002`an hatibû ser hikûmeta Tirkiyeyê bi welatên rojavayî û Amerîkayê re lihevkirî Hetta Erdogan bi xwe gotibû; ew Hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a Amerîkayê ye. niha digel Amerîkayê ji ber azadnekirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, di nav şerekî dijwar de ye.Wisa xûya dike ko ev şer, demek dirêj berdewam bike. Ji ber ko li Amerîkayê çend lêpirsînên ciddî, li dijî HALKBANKê bi vediçe û hikûmeta Tirkiyeyê bi şikênandina dorpêça li dijî Îranê û spîkirina pereyên reş yên Îranê tohmetbarkirin. pêşbînîkirin ko Amerîka, milyar dolaran ceza bide Tirkiyeyê. Ji ber encamên doza HALKBANKê, Tirkiye gelek ditirse. Lewra çend rojan berî niha Wall Street Journal eşkere kir ko Tirkiye beramberî azadkirina Andrew Brunson, daxwaz ji Amerîkayê kiriye ko lêpirsînên HALKBANKê bi dawî were. Amerîka, bazariyê red kiriye.

Dema AK-Partî hate damezirandin, bi Yekîtiya Ewropayê re dost û gelek reformên ciddî kir. Li dijî zexta Serokerkaniya Tirkiyeyê ya li ser siyaseta sivîl derket. Demokrasî û maf û azadiyên bingehîn pêşvetir bir. Li zanîngehanbeşên Kurdnasiyê vekir û kanaleke TRTyê da kurdan. Di encama van gavan de, di navbera PKK û Tirkiyeyê de pêvajoyeke bi navê aşitiyê destpê kir û şer 3 sal rawestiya. Ji ber ko AK-Partî xwedî armancên siyasî   yên bi awayî , Yekîtiya Ewropayê di sala 2005`an de pêvajoya danûstandina endamtiyê digel Tirkiyeyê dabû destpêkirin û Tirkiye ji derfet û alîkariyên aborîyên Ewropayê milyar dolaran qezenç kir, aboriya ji krîza 2001`an derket.

niha Tirkiye bi Ewropayê re di nav şerî de ye. Yekîtiya Ewropa alîkariyên xwe yên boTirkiyeyê kêm dike û di demek nêzik de jî pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê rawestîne. Jiber ko Yekîtiya Ewropa, gelek caran Tirkiyeyê bi  dûrketina ji hêjayiyên Yekîtiya Ewropayê û bi binpêkirina maf û azadiyên bingehîn tohmetbar dike.

Ji alîkî din ve Tirkiye digel cîranên xwe jî xwedî pêwendiyek aloz e û li hemû perçeyên Kurdistanê siyasetek dijî kurd bi ve dibe. Di operasyona Efrîn û Mertala Firatê de ji milyar dolarek zêdetir pere hate xerckirin û ev siyaseta militarîst bandoreke xirab li aboriya Tirkiyeyê dike û ev sedemên henê nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî bibe bingeh û sedema avakirina partiyeke . Ev partiya di pêşengtiya Abdullah Gul de ava bibe û Yekîtiya Ewropa pişta bigre. Lewra têgihiştina siyasî ya Abdullah Gul bi hejayiyên Ewropa û Amerîkayê re lihevkiriye. Di demên dawî de jî gelek caran bi awayek nerasterast rexne li Erdogan girtibû û bi giringî behsa berevaniya serweriya hikûqê kiribû. Dijbûna xwe ya beramberî sîstema seroktiyê anîbû ziman. Li gor sîstema seroktî dijî serbixwebûna erkan e. (Parlemento, Serokomarî, Dadgeh) Ji ber vê yekê welatên Ewropî Abdullah Gulî nêzikê xwe dibînin.

Abdullah Gûl digel piştgiriya Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê piştgiriya kurdan werbigre.Lewra siyaseta Erdoganî a dijkurd a beramberî başûr û rojava û bakurê Kurdistanê, di nav kurdan de nerazîbûnek mezin daye peydakirin û kurdên bakurê Kurdistanê di navbera AK-Partîû HDPyê de bêbedîl û neçar mane. Abdullah Gul dikare ji bo wan  kurdan bibe bedîl. Herwiha kurdên wekî Hûseyîn Çelîk û Cûneyd Zapsu di nava partiyê de cih bigrin. Bi taybetî Cûneyd Zapsu navek stratejîk û girîng e.

Ger di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Seroka Iyî-Partiyê Meral Akşener ji namzetbûna Serokomariyê vekişabûya, Abdullah Gul bixwe eşkere kir ko, ew dibû namzetê hevbeş a opozîsyona Tirkiyeyê. Li gor min bi egerek mezin beramberî Erdoganî serdiket. Jixwe Erdogan, ji ber tirsê berdevkê xwe Îbrahîm Kalin û Serokerkanê demê Hulusî Akar bi lezgînî rêkir cem Abdullah Gul. Ji Abdullah Gul daxwaz kir ko bila nebe namzetê Serokomarkiyê.

Abdullah Gûl ranaweste. Ew li Tirkiyeyek aloz de bedîlek xwedî ezmûn e û ji zêdtir 40 salan di nav siyasetê de ye. Di nav civaka Tirkiyeyê de xwedî cemawerek ciddî ye. Berî niha çend mehan digel 28 serokeşîrên kurdan kom bûbû. Ev kombûn û hewla namzetbûna ya bo Serokomartiyê, AK-Partiyê tirsandibû.

AK-Partî çawa ko piştî krîza aborî ya sala 2001`an bi hilbijartineke pêşwext hate ser hikûmeta Tirkiyeyê, di sala 2019`an de bi heman awayî ji hikûmeta Tirkiyeyê were xwarê.

Ango di sala 2019an de Serokê Tirkiyeyê Abdullah Gul e.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir