PDKT/KUK Û DÎROKA WÊ (1)

Dê berdewam bike…
Derbasbûn û bingeha rêxistina Rizgarkarên Netewî yên Kurdistan`ê (RNK-KUK), ji Partîya
Demokrata Kurdistana Tirkîye (PDKT) tê. RNK-KUK tevgerek xwe berdewam û mîratxurê
PDKT dibîne.
Piştî kongreya 1977 an ku rêvebirîyek PDKT ya nuh hat hilbijartin, ji bo ku ji alî vê
rêvebirîyê, di qada legal de li bin belavok û durişmên dîwaran KUK bi karanîn, partîya
me di nav gel de bêtir wek KUK (RNK) hat naskirin.
PDKT, di nîvê dawîn yê sedsala 20. de partîya Kurd ya pêşî ya sîyasî ye ku li Bakurê
Kurdistanê hat avakirin. PDKT di 1965`an de hat avakirin, loma bi darbasîya xwe 52
salan RNK, îro di nava rêxistinên neteweyî-demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê hene
xwedîyê dîroka herî dirêj e.
PDKT, ji alî komikek rewşenbîrên Kurd yên welatperwer-demokrat, piştî ajotina
heyamek gengeşî û amadeyîyek dirêj di 1965`an de avabû.
PDKT, ji hîmê tevgerek netewî tê, berhemek tekoşîna netewî-demokratîk e ku gelê
Kurd bi salan ajotîye. Ya ku PDKT afirandîye, mercên wê dema dîrokî, sîyasî, aborî û
çandî ku Kurdistan û gelê Kurd tê de bû.
PDKT, berevacî hinek tevgerên ku di nîvê salên 1970`an di bin bandora hin
navendên navneteweyî yên îdeolojîk û bi wan navendên sîyasî ve girêdayî derketin
holê yan jî wek karîkatorên Çepên Tirk ku li Bakurê Kurdistanê avabûn û wek model ji
derve anîn Kurdistanê, li gorî ahenga pêşdeçûna civata Kurd ya wê demê, wek
tevgerek netewî-demokratîk çêbû. Yek ji taybetîyên herî girîng yê PDKT û yan jî yên
berdewama wê KUK ev e.
Avabûna PDKT, di dîroka nêz ya Bakurê Kurdistan de rûdanek girîng ya sîyasî ye. Bi
avabûna PDKT ve, tevgera netewî li Bakurê Kurdistan ket heyamek nuh. Bi avabûna
vê partî ve, ji alîkî ve bêdengîya demdirêj ya li Bakurê Kurdistan fîîlen bi dawî hat, ji
alî din ve li vî parçî jî Tevgera Demokratîk a Netewî ya Kurdistan bi wateyek hevçerx
bû xwedîyê partîyek sîyasî.
Avabûna PDKT û demajoya ku li Bakurê Kurdistanê destpêkirîye, dewleta Tirk bi
balkêşî daye dûv wê û dest bi pêşîlêgirtinên nû kirîye. Di vê demajoya nuh de
dewleta Tirk, tevlî kuştina kesan li hember welatperwerên Kurd dikeve nava
çalakîyên cûrbecûr. Wendahîya mezin ya PDKT, hîn di destpêka rêxistinîyê de bi
kuştina hin kadirên wê, girtina hinên din, nefîkirin û wer di bin şopandinê de
destpêdike. Dijmin di marcên wan rojên ku hîn di dema avakirinê de bû, ji holê
rakirina kadirên sereke yên Tevgera Demokratîk a Netewî ya Kurdistan, wan bê
bandor hîştin ji xwe re kiribû armanc. Vêya jî bi taybet ji bo PDKT û bi giştî ji bo
Tevgera Demokratîk a Netewî ya Kurdistan bûye derbek giran.
Piştî Civîna Avakirinê di 1965`an de, Faik BUCAK dibe Sekretêrê Giştî yê Partîyê.
Wek rewşenbîrekî welatperwer û demokrat Faik BUCAK, di 4 Tîrmeh 1966 an de di
êrîşek ji alî MIT`a Tirk hatibû amadekirin hat qetilkirin. Bi vê bûyerê re PDKT şehîdê
xwe yê pêşî da, neteweya Kurd jî serokekî xwe yê giranbuha wenda kir. Piştî
şehîdbûna Faik BUCAK, Saîd ELÇİ bû Sekreterê Giştî yê PDKT.
PDKT, ji avabûna xwe de û heta serê salên 1970 an, wek rêxistina yekane ya wê
heyamê, li Kurdistanê xebatên girîng kir, ji her alîyên civatê girseyek welatperwer ya
fireh anî cem hev û di qada rêxistinî de gavên girîng avêt. PDKT ya wek partîyek
pirreng avabû, wek îdeolojîk û polîtîk xwedî xetek welatperwer-demokrat bû. Bingeha
civatî ya partîyê, bi giranî ji kesên gundî pêkdihat. PDKT, ji alîkî ve li bakurê
Kurdistanê rêxistina xwe ya sîyasî dihûna, ji alî din ve alîkarî û piştevanîya şoreşa
başûrê Kurdistanê dikir.
PDKT, ji Makezagona 1961 ya ku mercên demokrsîya nîspî pêkanîbû îstîfade kir,
alîkarîya hêzên li hemî Tirkîye`yê xebata demokrasîyê didan jî dikir. PDKT di
hilbijartinan de, li gelek deveran piştgirîya TÎP (Partîya Karker ya Tirkîye)ê kir. Di wan
mercan de, di navbêna PDKT û TÎP`ê de “hevkarî”yek “veşirtî” hebû. Wê heyamê, di
bereyê hêzên pêşverû yê sîyasî de, li Tirkîye “TIP”, li Kurdistanê jî PDKT hebû. Di qada demokratîk jî li beramberî ku li Tirkî FKF/DEV-GENÇ hebûn, li bajarên
metropolên mezin û li Kurdistanê, bi giranî ku ciwanên xwendekar yên Kurd tê de cîh
digirtin DDKO hatibûn damezirandin. PDKT, di damezirandin û pêşketina DDKO de
rolekî girîng dilîst. Di salên 1968-1970 an de, li darxistina Pêşandênên Rojhilat
(DOGU MITINGLERI) ku li hinek navendên Kurdistanê yên girîng ku karker, gundî,
bajarî, rewşenbîr, xwendekar û heta hin kesên ji alîyên axa-şêxan û ji qatên cûrbecûr
yên civatê ku bi hezaran mirov beşdar dibûn de PDKT rolekî girîng lîst. Di li darxistina
Pêşandanên Rojhilat de, bi DDKO û PDKT re cîh cîh “TIP” jî rolekî çalak dilîst. Di van
pêşandanan de, wek dê bihata dîtin di nava PDKT û “TIP”ê de him hevkarî û him jî
qayişkêşî hebû. Di wê heyamê de rewşenbîrên Kurd yên pêşverû jî di nava “TIP” de
cîh digirtin û di vê partîyê de, di erkên girîng de rolên çalak dilîstin. “TIP”, partîya pêşî
bû ku li Tirkî di bernameya xwe de cîh da pirsa Kurd. Tenê, “TIP”ê doza Kurd bi
“newekhevîya nav herêman” û “geşbûna sermîyandarîyê ya bêaheng” girêdayî ve bi
navê “Pirsgirêka Rojhilat” “Pirsgirêkek Herêmî” didît.
Bi avabûna wê re avakar, serek û kadirên pêşketî yên PDKT ji alî hêzên dewletê ve
misêwa hatin şopandin, hatin girtin, ketin bin tade û îşkenceyên giran, di dadgehên
mêtinkaran de bi daxwaza cezayên giran hatin darizandin. Di nava wan de, di serî de
Saît ELÇİ û gelek kadirên ku PDKT avakirin, di “Bûyera 49” û “23`yan” de cezayên
giran li wan birîn, heyamên zîndankirin û nefîkirinên dirêj jîyan. Belê dawa di nava
vanan de ya herî girîng ku di Dadgeha Ceza Giran a Antalya de hat vekirin “Dawa
Antalya a PDKT” ye:
Bi operasyonek berfireh ku di 28 Çile 1968 an hat kirin de, di nav wan de avakarê
partîyê û Sekreterê Giştî yê Dudoya Saîd ELÇİ, komek avakar û rêvebirên ku bi
îdîaya avakirin û rêvebirina PDKT`yê hatin girtin û li Dadgeha Cezayê Giran ya
Antalya`yê hatin darizandin. Dewleta Tirk, newêrîbû van welatperweran li Kurdistanê
dadgeh bike. Dewletê bi “bahaneya ewlekarîyê” “Doza PDKT” vehuhestibû
Antalya`yê. Bi yên girtî û negirtî ve darizandinên ku bi mehan ajot, ji avakar û
rêvebirên PDKT re cezayên giran dihat xwestin.
Di tevgera Bakurê Kurdistan ya neteweyî-demokratîk de ku wek “Rûniştinên Antalya
yên PDKT”yê hatin bi navkirin, di vê dozê de piraya bergumanan parastina sîyasî
kirin. Parastina Sekreterê Giştî yê PDKT Saîd ELÇİ`yê ku bi taybet ew bi xwe
xetîbekî baş bû kir, li Kurdistanê dengekî mezin veda. Axaftinên dijwar ku Saîd ELÇİdi parastina xwe de dikir, di nava welatperwerên Kurd de bi salan hat bahskirin. Piştî
Saîd ELÇİ cezayê ku ji Doza Antalya girtibû raket, di 1969`ê Sibatê de ji hevsxaneyê
derket.
Piştî derbeya leşkerî-faşîst 12 Adar 1971 li Bakurê Kurdistanê tadeya mêtinkarîya
faşîst têra xwe zêde bûbû. Gelek kadirên PDKT û rêvebirên DDKO ya hatibû girtin, li
Dadgehên Awarte yên li Amedê dihatin darizandin. Li Rûniştinên Amedê gelek
welatperwerên Kurd hatin darizandin û cezyên giran xwarin.
Berî û piştî 12 Adar 1971`ê rêvebirîya PDKT, hin kadirên partîyê û ne yên wê yên
pêşde şandibû Kurdistana Başûr. Di nav kadirên ku rêvebirîya PDKT şandibû
Kurdistana Başûr Dr. Saîd KIRMIZITOPRAK (Dr. Şivan) û çend hevalên wî jî hebûn.
Dr. Şivan jî di nav darizandinên “Bûyera 49”an û “23”an de bû û heta 1969 an di
rêvebîrîya “TIP”ê de çalak cîh girtibû. Nêzîkbûna sîyasî ya Dr. Şivan û Saîd ELÇİ, di
heyama Rûniştinên Antalya” ku Saîd ELÇİ û hevalên xwe dihatin darizan de dest pê
kiribû. Dr. Şivan ji “Doza 49”an nefî Balikesîr`ê hatibû kirin û di vê dema ku
“Rûniştinên Antalya” dajot, wer diçû serdana Saît ELÇİ û hevalên wî. Bi handana hin
welatperweran jî di vê heyamê de Dr. Şivan bi PDKT re têkilîyên xwe pêşde xistibû.
Piştî ku Dr. Şivan ji alî PDKT hat şandin (1969) Kurdistana Başûr, piştî demek kurt
ket duryana avakirina partîyek din. Piştî pêşxistina xebata xwe ya duryanê Dr. Şivan
di destûr û bernameya PDKT de hin guhertin çêkir, bi navê “PDK (li) Tirkîye” partîya
xwe ava kir. Ferqa navbêna her du partîyan, Dr. Şivan li navê partîya xwe tenê
xurdezada “LI” zêde kiribû. Ev rewş bû egerê veqetandineke nava PDKT. Perçebûna
nava PDKT ket rewşek fîîlî.
Piştî derba 12 Adar 1971 ya leşkerî-faşîst dîsa li Saît ELÇİ hat gerandin. Mercên wî
yê li nav sînorên Tirkîye bisitire gelekî zor bû. Ji bo rewşa ku li jor hat xwanêkirin jî
bipeyivin û pirsgirêkan çareser bikin, Sekreterê Giştî yê PDKT Saîd ELÇİ biryara
çûna Kurdistana Başûr da.
Saîd ELÇİ nîvê Gulana 1971`ê de pêşî çû Kurdistana Binxetê û ji wir jî derbasî
Kurdistana Başûr bû. Li wira di nava Saîd ELÇİ û Saîd Kirmizitoprak de gengeşîyên
giran çêbûn. Li ser pirsgirêkan li hevkirinek pêknehat. Saîd ELÇİ û Mihemedê Begê
di serê Hezîranê de ji alî Dr. Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) ve bi gulebarankirinê hatin kuştin. Bi wan re birayê Dr. Faik Savaş, Abdulletif Savaş jî hat kuştin. Dr. Şivan,
hevalên wî Hikmet Buluttekin (Çeko) û Hasan Yikilmiş (Brûsk) ji alî rêvebirîya PDK-I
hatin darizandin û bi mirinê hatin cezakirin.
Bi kuştina Saîd ELÇİ, PDKT bê serek mabû. Vê bûyera bandorek mezin li partîyê kir.
Kadirên rêvebirên partîyê yên din, li beramberî vê rewşa nû metel mabûn.
Jêder: www.arsivakurd.org

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *