Dewletek federal a İraq Mumkûn e?!

Şeyhmus ÖZZENGİN

İraq, di sala 2005an de bi destûrek demokratîk û piralî, wek dewletek federal ji herêman hat damezirandin û ev destûr, bi referandûmê hat pejirandin. Herêma Kurdistanê jî wek herêmek federe pê ve hat girêdan. Ji roja ev destûr hatîye pejirandin û heta niha, ev destûr bi piranî bicîh nebûye.

Ji bona dewletek xurt, li ser ling û tevgerînek demokratîk, sê hokar û hîmên sereta lazim in. Ev, hebûna dewamîya dewletê garantî dike.

Ev, yek ji wan serwerîyek bihêz e. A duyem, aborîyek bihêz e. a sîyem jî garantî kirina ewlehî û aramîyê ye. Di welatekî de eger ev her sê hîmên sereta tune bin, jikestina dewletê pir hêsan dibe.

Li İraq, pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîya wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe, di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin, çeka destê hêza sîyasî a li pişt wan in. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar, a ne yasayî, bi destê sîyasetmedaran, li henber bicîhbûna sazîyên dewletê têt bi karanîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tahlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter.

Pir caran ev rewş derketîye ber me ku îktîdar û serokwezîr, bêtaqet hiştîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar anîye. Nehiştîye ku, serokwezir li gor destûr û yasayan tevbigere. Ev jî eşkere derdixe ber me ku, Haşdî Şabî, hêza xwe ji Îran digire û li İraq bûye artêşa dewleta kûr a mezhebî û ne yasayî. Haşdî Şabî û hêza sîyasî a li pişt, xwe tenê ne alternatîfa îktîdarê, xwe xwedîyê dewletê dibîne û li gor vê xwestinê, xwe dîzaîn dike. Ev rewş jî serwerîya İraq xistîye bin metirsîyek mezin, ku dikare bibe bingeha şerekî tayfî, mezhebî.

Ji hêla Aborî de jî îraq şikestinek mezin xwarîye. Bi projeyên xeyalî, bi destê van hêzên ne yasayî aborîya İraq talan dibe. Dewletê li pir herêmên İraq a Federal jikestin xwerîye. Ne Dewleta Federal, lê hebûna dewletê bi xwe jikestin xwarîye. Bawerîya piştgirîya gel wenda kirîye. Ew şîe û nîjadperestên ku aborîya dewletê bi gendelîyan talan dikin, gelê İraq radestî xizanîyek mezin kirine.

Ji hêla din de; ev hêzên ne yasayî û dijdestûr, her xwestine ku Kurdistana federe jî bi birçîbûn û xîzanîyê teslîm bigirin. Ji ber wê jî butçeya herêma Kurdistanê di vî warî de her wek tehdît li henber Kurdistanê bikar anîne. Mafê Kurd û Kurdistanê yên destûrî binpê kirine. Di vir de hêza aborî û serwerîya dewleta Federal her derxistine giftûgoyê.

Bi salan e, gelê İraqê bi çalakî û xwepêşandanan ev rewş protesto kirine. Daxwazên wan her li ser kaxizan mane û heta ku ev hêzên ne yasayî û dijdestûrî, li Bexda xwedî hêz bin, wê ne daxwazên gelê İraqê û ne jî daxwazê herêma Kurdistanê neyên bi cîhkirin. Ew hêza dewleta kûr a şîe û nîjadperest, ku li Bexda û di nav hêza çekdar de, xwedî hêz û bibandor e, wê bi hêsanî rê nede ku li İraq destûr bicîh bibe û dewletek yasayî ava bibe. Ev jî her ewlehî û aramîya İraq dixe bin tehlûkê.

Li İraq, di 10.10.2021 an de hilbijartin çêbûn. Hilbijartin ji hêla çavdêrîya navnetewî de bi kontrolek bihêz, di aramîyê de pêk hat. Beşdarîya gel a hilbijartinan 41 ji % derbas nekir. Ev jî pejirandina şikestina hêvîya gel a li ser hebûna dewleta İraq dide nîşandan, ne a destûr û dewleta Federal! Beşa ku beşdarî hilbijartinan nebûye 59 ji %î ye. Ev nerazîbûna gelê İraqê, rewşa dewletê eşkere dike.

Beşa ku beşdarî hilbijartinan bûye jî raya xwe pir eşkere kirîye, ku bandora Haşdî Şabî, sîyaseta mezhebî û tayfî qebûl nake. Daxwaz ew bû ku, gelê İraqê bi beşdarbûna hilbijartinan, Iraqê bibe qonaxeke nû. Ji ber wê jî Mustefa Kazimî di zûtirîn sibaha dengdanê de gazî İraqîyan kir ku:

“Divê bi rêya sindoqên dengdanê vê rastiya xwe biguherin, banga min bo Iraqiyan ew e ku deng bidin.”(!)

Gelo wê ev hilbijartin qonaxek nû ji İraqê re bîne?

Encama hilbijartinan erênî ye.

Di vê hilbijartinê (10.10.2021) de, hêzên bi ser Haşdî şabî ve wek Fetih û komikên Nuceba, Hizbullah, Rebûllah, Esayîbên Ehlê Heq û fermandeyên derveyî hikûmetê wenda kirin. Lê wê ev bandor li avakirina hikûmetek nû de çawa derkeve ber me ne dîyar e.

Di nav Şîeyan de, grûba herî mezin Tevgera Sedir e. Grûbên din yên Şie ji encama hilbijartinan nerazî ne. Dibe ku di siberojê de, li nav aliyên Şîe nakokî kûr bibe û rûbirûbûn serî hilde. Ev metirsî her heye. Ji ber ku grûbên ne yasayî yên dewleta kûr a İraq wê zû bi zû encamên hilbijartinan qebûl nekin.

Di daxûyanîya rêberê Tevgera Sedir de jî bêhna alozîyan heye. Mukteda es Sadir dibêje; hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne ser bi rojava ve be.“(!)

Kurd û Sûnne ji vê daxûyanîyê wê aciz bin. Ji ber ku ne Kurd û ne jî Sûnne naxwazin ku hêzên hevpeymanan û Emerîka ji İraq derkeve. Vê daxwazê wek sebeba alozkirina dewleta İraqê dibînin. Li İraq metirsîyek şerê mezhebî a raketî heye ku derkeve têkejîyanê. Îran bi îhtîmala ku li İraq wenda bike, wê van komên di xewde hişyar bike û daxe qadê.

Di van hilbijartinan de encam ne xerabin, lê wê ev encam bandorek û derîyekî nû ji İraqek Federal û destûrnas re bîne an na? Eerêkirina vê xwezîyê pir girîng e.

15.10.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *