PDKT Û ÇEND BÛYERÊN BALKÊŞ (3)

PDKT Û ÇEND BÛYERÊN BALKÊŞ (3)

4) Kongreya duyem ya PDKT -1975an

Di 6ê adara 1975an de dewleta Îran û Iraqê Peymana Cezayirê îmze kirin û dawî li “Şoreşa Îlonê” ya Kurdistana Iraqê anîn.

Di tevgera nêzîk ya Kurdistanê de, ev darbeya herî mezin bû. Di her warî de tofanek pir mezin hat serê miletê Kurd. Aşbetaliyê, şûn, bêhêvî û bêmoraliyek mezin xist nav kurdan. Li dijî PDKT Iraqê û serokatiya wê rêxneyên di cih û ne cih de, toz û dûxan radikir ku gelek zahmet bû mirov bikiriba rewşê bi zelalî fêm bikira, anlîz bikira û dersên pêwîst jê derxista. Li Bakurê Kurdistanê PDKT jî dibû hedefa êrîş û rêxneyên neheq û ne di cih de. Kês û firsend ji bo hinekan derketibû holê û wan jî di vî warî de çi ji destên wan dihat, texsîr nedikirin.

Di vê navbênê de, li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê dikir. Gelek welatprêz û şoreşgerên kurdan ji zîndanên tirkan derdiketin û di nav lêgerînekê de bûn. Grûb û rêxistinên nû derdiketin qada siyasî, kitêb, kovar û weşanên bi kurdî ya jî li ser kurdan rengekî nû dida xebata siyasî. Bayê soyalîzmê û çepîtiyê ya ji aliyê metropûlê bilind dibû, xwe gîhadibû Kurdistanê û roj bi roj gûrtir dibû. Xwendekar û ciwanan kurd bi heyecanek mezin di nav grûbên siyasî de cih digirtin û di pêşketina tevgera neteweyî û demokratîk de rolek aktîf dilîstin. Lê ji bo wan PDKT ne merkez û navendek balkêş bû.

Ciwanên di nav PDKTyê de jî, di nav vê civatê de dijiyan û pêşketinên li Kurdistana Bakur rûdidan, tîn û tesîra xwe li wan jî dikir. Ne bi awakî plankirî û rêxistinî be jî beşek ciwan û kadirên pêşverû û şoreşger yên nav Partiyê ketin nav lêgerînekê. Du rê li pêşiya wan hebû. Ya wê ji Partiyê veqetîyana û beşdarî nav wan grûb û rêxistinên nû bibûna, ya jî wê di nav Partiyê de bimana û bixwasta li gor pêşketin û mercên nû Partîyê biguherîne da ku bikariba li gor rewş û mercên nû tevgera rizgarîxwaziya netewî û demokratîk bi rê ve bibe.

Beşek endamên ciwan yên nav Partiyê riya hêsan hilbijartin; ji Partiyê weqetiyan û beşdarî nav grûb û rêxistinên din bûn, lê piraniya kadirên di nav vê Pariyê de dest bi jiyana siyasî û rêxistinîyê kiribûn jî riya dudan hilbijartin.

Di wan şert û mercan de, PDKTyê di payiza 1975an de kongreya xwe ya duyem li gundê Mala Eliyê Ûnis, Derşiwanê çêkir. Li ser roj û meha kongreyê aghdariyên cihê hene. Li gor henek nûnerên ku beşdarî wê kongreyê bûne, kongre di meha dehan yanî cotmehê de çê bûye û li derdora 40 nûneran beşdar bûye; lê di kitêba bîranên Derwêşê Sado de, tarîxa kongreyê 18.11.1975 û hejmara nûneran jî 65 hatiye nivîsandin (14). Mixabin ji bo ku protokola kongrê ya bi nivîskî tuneye, di vî warî de jî mirov nikare vê gavê agahdariyek misoger bide.

  1. a) Hilbijartina sekreterê PDKT ya kongreya duyem

Li gor destûra pêşî ya PDKTyê serokê Partiyê ji aliyê Kongreyê ve dihate hilbijartin. Lê pîştî serokê Partiyê Av. Faîk Bûcak hate kuştin, Koma Navkom ya Partiyê biryar da ku cihê wî vala bihêle û Saît Elçî bi payeya Sekreter ev wezîfe da meşandin. Yanî sekreterê Partiyê xwedî wezîfe û desthilatdariya serok bû.

Dema dor hate ser hilbijartina sekreterê Partiyê, Derwêşê Sado nemzetiya xwe danî û bi yek dengê zêde ya piraniya nûnerên kongreyê, weke sekreter hate hilbijartin.

Ji bo di wê demê de gelek tişt û îdea ji bo wî dihatin gotin, grûbek ji nûneran li dijî hillbijartina sekreterîya Derwêş derketin; diyar kirin ku ew dê di bin sekreterîya Derwêş de nexebitin û ji odeya kongreyê derketin. Kesên grûba pêşîn yên ji kongreyê derketin Mustefa Fislî, ez, Muhsîn Melik û çend kesên din ku navê wan nayê bîra min bûn. Ji xwe me gelekan hevdû nas nedikir û navên hevdû jî nizanîbûn. Em li hewşa malê li benda ku kongre xelas bibe û amadekarên kongreyê me bi rê bikin man. Ji ber ku ji bo selametiya kongreyê me rast nedît ku em bi serê xwe cihê kongreyê biterikînin. Lê di wê navbênê de gelek nûnerên din jî ji odeya kongreyê derketin û hatin cem me. Di demeke kurt de, hejmareke zêde ya nûnerên kongreyê derketin û hatin hewşê. Di wê navbênê de di kongreyê de çi hate peyivandin, em nizanin. Lê diyar bû ku Derwêşê Sado “neçar” mabû ku ji sekreteriyê îstifa bike. Çend kes ji nûnerên navosere hatin derve û gotin ku “Derwêş ji sekretrîye îstifa dike, em dixwazin hun werin beşdarî kongreyê bibin û em xebata kongreyê bidomînin”. Li ser vê daxwazê, em vegeriyan kongreyê. Piraniya me ciwan bûn, weke hinek îdea dikin ne haziriyek me ya “grûbî” hebû, ne tecrûbeyek me ya zêde û ne jî niyetek me ya ku em Partiyê perçe bikin hebû. Ew helwestek ji ber xwe û spontan bû. Ji xwe piraniya me cara pêşîn bû ku beşdarî kongreya Partiyê dibûn.

 

Di vî warî de Derwêşê Sado di bîranînên xwe de weha dibêje:

“Kongra duyemîn ya PDK-T, di 18.11.1975an de li Dêrşiwanê çebûye. Di kongreyê de 65 nûnerên partiyê beşdar bûne, di encamê de de 42 deng ji Derwêşê Sado re derketine. Lê hinek kes dijayetî kirine û xwestine partiyê perçe bikin. Derwêşê Sado gotiye: “Ew partiye me damezirandiye bila perçe nebe lê bila canê min perçe bibe” û ji hevalekî bi navê Tahir re feraxet kiriye, ango serokatiya wî bi dengên beşdarên Kongreyê wergirtibû, dest jê berdaye û daye tahirî” (15).

Kesên ku hinekî bi siyaset û xebata rêxistinîyê mijûl dibin, baş dizanin ku di kongreya Partiyekê de, gava ji bo wezîfeyekê yek hatibe hilbijartin, lê sedem çi dibe bila bibe dûre îstifa bike, desthilatdariya wî tuneye ku wê wezîfeyê bide yekî din. Yanî bi gotinek din, ew nikare îradeya kongeryekê bi serê xwe bi kar bîne. Ji xwe mesele jî ne weha bû. Weke min li jor jî bahs kir, piştî Derwêşji sekreteriyê îstifa kir, nûnerên kongreyê li namzetekî din geriyan, bi bergerîn Av. M. Elî Dînler hate qanex kirin û bi yekdengî weke sekreterê PDKTyê hate hilbijartin.

 

Tiştên ku em di vê kongeryê de bêtir li ser rawestiyan, awayê piştgirî û pêwendiyên bi PDK Iraqê re, granîdayina xebata ji bo nav Kurdistana Turkiyeyê û destpêkirina jiyaneke weşanî bûn.

Piştî îstifa kirina Derwêşê Sado ji sekreterîyê û hilbijartina Av. M. Elî dînler, gava derbasî hilbijartina Koma Navkom bû, Derwêşê Sado xwe ji bo Koma Navkom jî weke namzet nîşan da. Ji xwe bi bo endametiya Koma Navkom zêde kesekî xwe neda pêş. Piraniyê me xort bûn û tecrûbeyek me ya zêde tunebû. Loma jî piraniya namzetên Koma Navkom bi îqnakirina hevalên din çê dibû.

Ji bo Koma Navkom 9 endamên eslî û 3 cîgir hatin hilbijartin. Li gor agahdariyên Mistefa Fislî ku endamekî Polît Buroyê bû dide; piştî kongreyê çend kes ji endamên Koma Navkomê di pratîkê de ev wezîfeya xwe pêk neanîne û beşdarî civînê Koma Navkomê nebûne. Polît Buro jî ji sekreter Av. Elî Dînler, Mistefa Fislî, Derwêşê Sado, Mele Mihemed Efe û Muhsîn Melik pêk hatiye (16).

  1. b) Weşandina kovara XEBATê

Piştî kongreya yekem ya 1973an, di destpêka sala 1974an de, Mele Mihehemed Efe ku endamekî Koma Navkom ya Partîyê bû, gazî Mustefa Fislî dike û dibeje ku Derwêş dixwaze ew here hepisxaneya Diyarbekirê bi Mumtaz Kotan bibîne. Eger ew werin nav Partiyê, em dikarin di warê çapkirina kitêb û weşanan de alîkariya wan bikin. Herweha ger ew bixwazin, ew bi xwe jî dikare here hepsê wan bibîne.

 

Mistefa dihere hepsê Mumtaz Kotan û Îbrahîm Guçlu dibîne. Ew dibêjin, ku ew munasib nabînin Derwêş were hebsê û gava ew ji hepsê derkevin, ew dê li ser van meseleyan bipeyivin. Ji xwe di wê demê de rewşa Efûya giştî di rojevê de bû. Piştî wê hevdîtînê û efûya giştî jî Mistefa carekê dihere Ankarayê lokala Komalê. Orhan Kotan jî li wê derê ye, lê Mistefa wî nas nake. Ew li benda Îbrahîm Guçlu dimîne û li wir dixwaze Mumtaz Kotan jî bibîne. Lê Mumtaz ne li wir e û Îbrahîm Guçlu dibêje ku ew di vî warî de wezîfedar e.

Îbrahîm Guçlu ji Mistefa re dibêje; divê hun bixwînin, xwe pêş de bibin, ew kesên “paşverû” ji nava xwe bavêjên, dûre ew dikarin li ser vê meseleyê bifikirin. Di sala 1976an de jî PDKTyê dîsa dixwaze bi derdora “Rizgarî”yê re pêwendiyan dîne û heyetek PDKTyê li Amedê bi Îbrahîm Guçlu re rûdinên. Lê di vê hevdîtinê de jî negihêjin tu encamê.

Gava PDKT bi derdora “Rizgarî”yê ne gîhaştin tu encamê, wê gavê, wan bi xwe dest bi hewldana derxistina kovareke siyasî kirin. Mistefa Fislî berî kongreya 1975an têkiliyê wî bi Sîrac Bilgîn re çê bûbû, lê Derwêş û Mele Mihemed Efe li hatina wî ya nav Partiyê germ nedinerîn. Piştî kongreyê Sîraç Bilgîn dibe endamê Partiyê. Di wê demê de gotin di cih de be, “teorîsyenê” Partiyê Sîrac e. Kesên zêde bikaribin binivîsin û gotûbêjên teorîk bikin tuneye. Mistefa Fislî, Sîraç Bilgîn, Murad Ciwan û Ferhad Aydin li Diyarbekirê dicivîne û dest bi haziriya kovara XEBATê dikin. Pêşgotina Xebatê Mûrad Ciwan dinivîse, Sîrac jî hinek nivîsan dinivîse û li Diyarbekirê bi awakî dizî “XEBAT” dest bi weşanê dike. Di binê navê XEBATê hejmara 1ê de, “Xebat, bona yekbun û rêya azadî” hatiye nivîsandin. Di binê vê nivîsê de jî Sal:1 û Jimar:1 hatiye nivîsansin, lê tarîxa ku ev hejmar kîjan mehê hatiye weşandin nehatiye nivîsandin.

Bi vî awayî piştî damezrandina PDKTyê cara pêşin kovarek merkezî ya Partiyê hatiye weşandin.

 

XEBAT ne bi awakî rêk û pêk be jî heta beriya kongreya PDKTyê ya 1977an weşana xwe domandiye. Lê mixabin ahengek baş di nav kesên “Xebat” derdixistin tunebû. Piştî demekê Mûrad Ciwan dihere Meterpolê û li wê derê pêwendiyê wî bi derdora DDKDyê re çê dibe û beşdarî nav wan dibe. Ji derveyî hinek nivîsên çend kesan, giraniya nivîsên “Xebat”ê ji aliyê Sîrac Bilgin ve hatiye nivîsandin (17).

Ji bona ku di dîroka PDKTyê de “Xebat” kovara pêşî ye, ew xwedî cihekî girîng e. Nivîsên di hejmara yekê ya Xebatê de derketiye bi rêzê ev in:

 

1- ’Niçin Çıkıyoruz’ (Çima em derdikevin)

2- Helbesta Cegerxwîn ya bi navê “Li Dinyê Bêserî”

3- ’Halkımız Üzerindeki Sömürgeci Baskı Bütün Şidetiye Devam Ediyor’ (Zoradariya kolonyalîst ya li ser gelê me bi hemû dijwariya xwe dom dike)

4- Helbesta nivîskarê Sovyetî ku bi eslê xwe Ûkraniyayî ye, Vasyl Symonenko ya bi navê ‘Mücale et kazanırsın’ (Têbikoşe tê bi ser kevî)

5- ‘KDP (Irak) Bildirisinin Düşündürdükleri (Remandinên Belavoka PDK-Iraqê)

6- ’Raç Kotan ve Raman Direnme Hareketleri (9 -12 Ağustos 1925)’ (Tevgera Berxwedana Reşkotan û Reman 9-12 tebax 1925)

7- Belavokê Newrozê bi îmzeya Xebatê (Belevok bi tirkî hatiye nivsandin).

8- Helbesta “Newroz”

9- Helbesta Cegerxîn ya bi navê “Hêj dey nakim”

10- Kurte çîrokek bi navê “Melak” (bi kurdî hatiye nivîsandin).

  1. c) Pêwendiyên bi PDK-Qiyada Muwaqet re

Piştî şikestin û aşbetaliya Şoreşa Kurdistana Iraqê ya di pêşengiya PDK Iraqê û Serok Berzanî de, di nîvê meha nîsana 1975an de di serokatiya Mesûd Berzanî û bêtir ji kadirên ciwan “PDKT – Qiyada Muwaqet” hate ava kirin. Qiyada Muwaqet li îranê, bi destûra serok Mele Mustafa Barzanî û bi awakî pir bi dizî hate ava kirin. Mesûd Berzanî di derheqê avakirina Qiyada Muqaqet de weha dinivîse:

“Min ji bo ku ez têkoşînê ji nû ve bidim dest pê kirin; dezgehên Partiyê û rêxistina leşkerî di ronahiya tecrûbeyên berê de û li gor şert û mercên nû bihûnim, destûr ji bavê xwe xwest. Di cih de daxwaza min pejirand. Bi her awayî desthildarî da min, ji bona ku ez bi ser bikevim dua kir. Min deqîqeyek dahî derbas nekir, piştî ew ji kampê derket, bi taybetî bi kadirên me yên ciwan re, test bi tevgerê kir.

Grûbek bijare hebû ku wan barê ser milên min sivik kirin. Hewldanên wan ji bo berdewamkirina têkoşînê, ji hewldanên min yên şexsî ne kêmtir bûn. Bi rastî wezîfeyên xwe bi heqê wê bi cih anîn. Di nîvê meha nîsana 1975an de me civîna xwe ya pêşî pêk anî. Di vê derê de, me rêxistina bi navê Qiyada Muwaqet ava kir. Bi vî awayî me tovê Şoreşa Gulanê ya muhteşem avêt… Kadirên ji bo têkoşînê canfeda teva hemû tiştî amadekariyên xwe pêk anîn” (18).

  1. d) Amadekariya Şoreşa 26ê Gulanê-1976

Li gor aghdariyên Derwêşê Sado dide, di destpêka meha cotmehê de du berpirsiyarên Qiyada Muwaqet, Namiq Cewher (Selîm) û Kerîm Sincarî (Hesen) derbasî Geverê dibin, di 07.10.1975an de ew wan tîne Misircê. Demekê wan li cihên cûda, li cem malbatên endamên PDKTyî dike mêvan. Bi dû re wan dişîne Midyadê cem endamên Partiyê Husênê Hiso û birayê wî (19).

Lê weha xuyaye ku haya dewletê ji wan çê dibe; Namiq û Kerîm xeberê dişînin pê Ebdurahmanê Gundîkî. Ebdurahman tê Midyatê wan dibîne. Ew ji Ebdurahman re daxwaz dikin ku wan ji wê derê derxîne, li Şirnaxê li ser sînor li derekê bi cih bike. Piştî Ebdurahman bi malbata xwe jî dişêwire, ew wan dibe Şirnaxê, Gunduk. Ji bo Gunduk nêzîkê rê ye, Ebdurehman dihere Sinê û li wê derê xanîkî ji bo malbata xwe û wan herdu mevanên xwe ava dike.

Ebdurahman teva zarokên xwe û Cewher û Kerîm li Sînê bi cih dibin. Sinê ji rê dûre e û ji bo tene çend malên malbatê lê hene jî cihekî ewle ye. Li Sinê dest bi haziriya Şoreşa Gulanê dikin. Lê îmkanekî zêde li ber destên wan tuneye; tenê daktîloyek û makîneyek teksîrê ya wan heye. Ew makîna teksîrê jî ji aliyê PDKTyê hatiye temîn kirin. Bi wê daktîlo û makîneya teksîrê belovok û nivîsan derdixîne û bi alîkariya Ebdurehman û pêşmergeyan wan belavokan belav dikin. Di warê çek û sîlahan jî îmkanên wan gelekî kêm bûn. Gava mufrezeyek diçû nav Kurdistana Iraqê û vedigeriya; wan îstirhet dikir, bi çekên wan mufrezeyek din dihate şandin. Piştî ew haziriya xwe hinekî berfirehtir dikin, ji Sinê ber bi hudûdê Kurdistana Iraqê ve diherin; ew diherin mintîqeyên goyan û qeşûran. Têkilîyê nava “Qiyada Muwaqet” û PDKT êdî bi riya Ebdurahman tê bi rêve birin.

 

Berî navê “Şoreşa Gulanê” lê bê kirin, ew ji bo çalakiyên lêşkerî çend mufrezeyan dişînin nav Iraqê. Hinek pêşmergeyên di nav wan mufrezeyan de kurdên Bakur in. Mufrezeya ku êrîşî ser qereqolek hukûmeta Iraqê dike û teva hinek malzemeyan 19 simînofan bi xwe re tîne, weke çalakiyan pêşî ya şoreşê tê qebûl kirin û navê Şoreşa 26 Gulanê ya 1976an li vê çalakiyê tê kirin (20).

  1. e) Konferansa Qiyada Muwaqet û Stratejiya Nû

Qiyada Muqaqet di 11-15 tebaxa 1976an de bi desthilatdarîya kongreya giştî, Konferansa PDKI civandin. Di vê konferansê de, bi navê “Stratejiya Nû ya PDK Iraqê” raporek pêşkêşî konferansê kir û di encama gotûbêjên berfireh de, ew rapor hate qebûl kirin. Di vê raporê de, Şoreşa Îlonê tê analîz kirin û kêmaniyên wê tê rexne kirin û herweha bingehê siyaseta Qiyada Muwaqet ya nû tê diyar kirin. Weke numûnê ez dixwazim çend nuqteyan ji vê raporê li jêr binivîsim:

“Partiya me temsîla karker, gundî, esnaf, senatkar û rewşenbîrên şoreşger dike.

Menfetên van çînên gel ku em wan temsîl dikin, di sosyalîzmê de ye… Partiya me wê di ronahiya teorîya Marksîst-Lenînîst de, têkoşîna xwe ya di warê siyasî, civakî û aborî bi rêve bibe; ew dê kadir û endamên xwe bi vê teorîyê bighînin. Partiya me herweha wê ji tecrûbeyên têkoşîna neteweyên din yên bindest sûdê bistînin. Partiya me ya ku ji sosyalîzma ilmî bawer dike, wê hewl bide ku sosyalîzmê li gor menfaetên gelê Kurdistanê û şertên Iraqê pêk bêne…

Em bi tu awayî destûrê nadin zihniyetên ku menfaetên nufusa feodalên eşîrî diparêzin derbasî nav dezgehên Şoreşê bibin û hele hele di birêvebiriya Şoreşê de cih bigrin…

Şoreşa Kurd wê baweriya xwe ne bi piştgirîya dewletên cîran, wê bi kurdên di nav welatên cîran de bîne…

Şoreş divê bi gelên herêmê û tevgerên neteweyên rizgarîxwaz re di nav hevkariyê de be û baweriya xwe bi piştgiriya wan bîne. Di qada navneteweyî de jî Şoreş divê pişta xwe bide hêzên sosyalîst û raya giştî ya pêşverû ya Dinyê; herweha nasname, armanca xwe û siyaseta dijmin ya nîjadperest bide nasandin… ” (21).

Piştî bi piştgiriya PDKTyê Şoreşa 26ê Gulanê dest pê kir û ew bîr û baweriyên di “Stratejîya Nû ya PDK Iraqê” pêwendiyên nava herdu partiyan xurtir û geştir bûn.

Ev pêwendiyên di nav PDKTyê û PDKI – Qiyada Muwaqet de, herdu tevger û partî xurtir û piştgiriya wan ya di nava xelkê de jî berfirehtir dikir. Li Kurdistana Bakur PDKT dibe “Dengê Şoreşê”. Şîar û slogana “Bijî Pêşmerge” dibe nîşana pêwendiyên nav herdu partîyan. Di wê demê de, li Bakurê Kurdistanê ji dervî PDKTyê tu tevger, rêxistin û patiyên din yên kurdan alîkarî û piştgiriya PDKI-Qiyada Muwaqet nedikirin û tevgerek “paşverû û neteweperestên burjuvazî” didîtin. Ji aliyê gelek grûb, rêxistin û tevgeran de li dijî PDKI-Qiyada Muwaqet û tevgera wê propogandayek dijwar dihate meşandin. Ji van rexne û dijîtiyan, PDKTyê jî bê par nedima û di nav wê û grûbên din de devjengî û gotûbêjên tund çê dibûn…

Zinar Soran

 

—————————-

Têbinî û çavkanî:

 

(15) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.183.

(16) Ji aghadariyên taybetî yê Mistefa Fislî.

(17) Ji aghadariyên taybetî yê Mistefa Fislî.

(18) Mesûd Barzanî, Barzani Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, İkinci Baskı, Cild IIr. 391-392.

(19) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.192.

(20) Ji agahdariyên taybetî yên Ebdurahmanê Gundikî.

(21) Ji bo vê behse binere: Irak Kurdistan Demokrat Partisi Yeni Stratejisi, Üçüncü Dünya Yayınları, İstanbul 1978, r. 149-159.

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir