PDKT û çend bûyerên balkêş (2)

Amadekirin: Zinar Soran

24 Tebax 2012 În 15:25

PDKT Û ÇEND BÛYERÊN BALKÊŞ (2) 3) Kongreya yekem ya PDKT-1973an

Piştî operasyona sala 1968an ya li ser PDKT, Mahkemeya Antalyayê û projeya Saîd Elçi û Saîd Kirmizitoprak ya ji bo amadekirina kadroyan û avakirina partîyek hevbeş, xebata rêxistinî ya PDKTyê çi bigre hatibû cemidandin. Civîna Koma Navkom piştî tahliya Mahkemeya Antalyayê bi du salan, di sibata 1971ê de hate çêkirin. Ango du salan Koma Navkom civînên xwe çê nekiriye. Ev bi xwe jî diyar dike ku PDKT ne resmî be jî xebatê xwe ya rêxistinî anîbû derece û asteya herî nizim.

Rahmetiyê Saîd Elçî çi bigre hemû hêz û hêvîya xwe daye ser projeya Başûr. Em ji agahdariyên Sakir Epözdemir û Derwêşê Sado dizanin ku Sekreterê Partiyê Said Elçî xwestiye vê proje û amadekariya şandina kadroyan pir bi dizî bimeşîne û heta di destpêkê de agahdarî nedaye endamên Koma Navkom. Piştî ku endamên damezrîner yên Partîyê di 25 sibata 1969an de hatine tahliye kirin, ew ji van pêwendiyan haydar dibin (9).

Li Kurdistana Iraqê şoreşa ku di 11 îlonê ya1961ê de, di pêşengiya Mele Mustefa Barzanî û PDK Iraqê dest pê kiribû, di 11 adarê ya 1970ê de zaferek dîrokî bi dest xist. Dewleta Iraqê neçar ma ku li Kurdistana Iraqê mafê otonomîyê bide Kurdan. Ev di dîrokê nêzîk ya kurdan de desketinek gelek mezin bû. Ev statuya resmî ya otonomîyê, li her çar perçeyên Kurdistanê morelekî mezin dabû miletê Kurd û hêvî û hestên neteweyî geştir kiribû.

Lê ew cejn û hêvîya kurdan li Bakurê Kurdistanê zêde dom nekir. Karesata herdu Saîdan ew cejn û şahiya kurdên Bakur di qirka wan de hişt. Bi bûyera Saîd Elçi û Saîd Kirmizitoprak tevgera siyasî û rêxistînî ya Bakurê Kurdistanê darbeyek mezin xwar û bê serok ma. Di tevgera siyasî û rêxistinî ya Bakurê Kurdistanê de erdhejek gelek mezin çêbû. Vê bûyerê bêmoralî, bêhêvîtî û xemgîniyek mezin afirand. Li Bakurê Kurdistanê bû sedemê perçebûn û berberîyek mezin ya bê ber. Piştî vê bûyerê partiya Dr.Şivan ya bi navê ” Partiya Demikrata Kurdistan Li Turkîyê (PDK-T)” xebata xwe çi bigre ji binî de da rawestandin. Piştî vê bûyerê, gelek endam û berpirsiyarên PDKTyê jî bê hêvî bûn û ji Partîyê bi dûr ketin; hinek ji wan ketin nav hewldan û lêgerînên din, hinek li malên xwe rûniştin; hinek kesên evîndarê PDKTyê di nav partiyê de xebata xwe domandin; hinek kesan jî xwestin li gor xwe PDKTyê ji nû ve dîzayn û kedî bikin.

PDKT di van şert û mercan de, di 1973.10.07an de bi beşdariya li derdora 40  nûneran, li ziyareta Siltan Şexmûs kongreya xwe ya yekem civand(10).

Lê di vê kongreyê de, ji endamên damêzrîner û Koma Navkomê tenê Derwêşê Sado beşdar dibe. Loma jî divê mirov hinekî li ser rewşa endamên damezrîner û Koma Navkom raweste.

Faik Bucak û Saîd Elçî hatine kuştin. Endamê damezrîner û Koma Navkom Şakir Epözdemir bêdestûrî ji Partiyê hatiye bi dûr xistin. Endamê damezrîner Av. Şerafettin Elçî di dema bûyera herdu Saîdan de di nav heyeta PDKTyê de dihere Kurdistana Iraqê; lê piştî wê serlêdanê ew vedigere welêt û bi dû re jî ew beşdarî nav xebata rêxistinî ya PDKTyê nabe. Endmê damezrîner û Koma Navkomê Derwêşê Sado li der dora sê salan li Kurdistan Iraqê dimîne. Rewşa endamê damezrîner û Koma Navkomê Emer Turhan çi ye, ne diyar e. Em vê gavê bi awakî zelal nizanin ku bê ji bo çi Emer Turhan di nav heyeta PDKT de ya ji bo bûyera herdu Saîdan çûbûn Kurdistana Iraqê tunebû. Herweha gelo ji bo çi ew piştî vê bûyerê ji PDKTyê dûr ket bi navê ”Partiya Şoreşger û Demokrat ya Kurdistana Turkiye” ava kir?

Ji derveyî wan endamên damezrîner du endamên din yên Koma Navkom hene ku bi biryara Koma Navkom ya PDKTyê hatine hilbijartin. Ew jî Feqe Huseyin û Seracettin Unlu ne. Ew biryar berî operasyona 1968an hatiye girtin, lê hê ev biryar teblîxî wan nabe, operasyon dest pê dike. Seracettin Unlu li Diyarbekirê tê serlêdana hepsê; Saîd Elçî ji bo zerarek negihêje wî; ji wî re dibêje ku careka din neyê serlêdana hepsê. Seracettin jî piştî wê ji Partiyê bi dûr dikeve. Loma jî ev biryar ji wî re nayê gotin û nakeve jiyanê. Lê biryara Feqe Huseyn di dema Mahkemeya Antalyayê de jê re tê gotin(11).

Feqe Huseyin qasidê pêwendiyên nav Saîd Elçi û Dr. Şivan e. Têkiliyên nav herdu Saidan yên di dema Mahkemeya Antalyayê de bi riya Feqe Huseyin hatiye birevebirin. Her weha ew birêvebirê şandina grûba pêşî ya ku ji bo vê projeyê Kurdistana Iraqê ye. Pêwendiyên nav vê grûbê û Saîd Elîçî dîsa bi riya Feqe hatiye meşandin. Lê dûre Feqe Huseyin bê ku hayê Saîd Elçî jê çê bike derbasî aliyê Dr. Şivan dibe û gelek endamê PDKTyê ku ew nas dike, dike endamê partiya Dr. Şivan.

Gava Ziya Avci, di bîr anîn xwe de behsa destpêka hûnandina partiya Dr. Şivan dike, ew behsa têkiliyên Feqe û Dr. Şivan û beşdariya wî ya nav pariya Dr.Şivan jî dike:

”Em ji notên Soro – hezar rahmet lê bin ku ev not ji me re hiştin- dizanin ku Feqe di 12yê nîsana sala 1970an de, diçe başûr û li gundê Qumrîyê dibe mêvanê Dr. Şivan û hevalên wî. Li wir navê wî Mele Silêman e. Di 2ê gulana sala 1970an de jî vedigere… ez nizanim Feqe li wir bi Dr. Şivan û hevalên wî re çi xeber dane. Lê ez tiştekî dizanim, ku ez bi xwe jî di nav de bûm: Ez û Çeko di hefteya dawî ya hezîrana sala 1971an de, çûne Tetwanê û me li wir di bin serokatiya Feqe de komîteya herêma Tetwan-Bidlîsê damezirand. Ew komîte komîte ji pênc kesan pêk dihat. Hemî jî endamên PDKTyê bûn. Bi ber vê re, me komîteya mehellî ya Tetwanê jî ava kir û endamên vê komîteyê jî hemî endamên PDKTyê bûn. Ez û Çeko jî bêyî ku di pêşî de bi Feqe û hevalên Tetwanê re nehatibe axaftin û soza xebatê bi PDK-T re û zemîna danîna wan komîteyên min behs kirin, hatibe amadekirin, em neçûbûn li wir. ” (12)

Di dema kongreya PDKTyê hatiye çêkirin de, li Tirkiyeyê amadekariya propaganda û mitîngên hilbijartina giştî ya 14ê cotmehê û mitingên Ecevit hebûn. Loma jî amadekarên kongreyê ev rewş ji bo civandina kongreyê kês û firsend dîtine û weke ku ew ji bo hilbijartinê li hev civiyane, li ziyareta Siltan Şexmûs kongreya yekem ya PDKTyê dicivînin.

Weke min li jor jî behs kiriye; di vê kongreyê de, ji endamên damezrîner û Koma Navkom, tenê Derwêşê Sado beşdarî dibe. Ji dema PDKTyê hatiye ava kirin û heta wê demê, gelek bûyerên girîng çêbûne. Projeye amdekariya partiyek hevbeş ya herdu Saîdan heye. Sekreterê PDKTyê Saît Elçî û hevalê xwe Mihemedê Begê li Kurdistana Iraqê ji aliyê Dr. Şivan ve hatine kuştin. Enadmekî damezrîner Şakir Epözdemir ji Partiyê hatiye ”avêtin”. Endamekî damezrîner Şeraffetîn Elçî, piştî ku ji Kurdistana Iarqê vedigerê, edî beşdarî nav xebata rêxistî ya Partiyê nabe. Rewşa endamê Damezrîner Emer Turan ne diyar e. Endamê Koma Navkom û qasid û birêvebirê projeya herdu Seîdan Feqe Huseyin ku ”qutîya reş” ya van têkiliyan e ûwd…

Cihê zelalkirina van pirs û pirsgirêkan kongre bû. Di wê pêvajoya de pêwîst bû ku hemû kesên berpirsiyar bihatina kongreyê û muhasebeya van bûyeran bihata kirin. Eger di derheqê hinek kesan de hinek îddea hebûna, divyabû li wê derê bihate vekirin. Îfade û parastina kesên di nav bûyeran de bûn bihata girtin û li gor destûra Partiyê hesab ji wan bihata xwestin. Eger sûcdar û gunehkar bihata dîtin, disa li gor huqua Partiyê pêwîst bû ku ew bihatina ceza kirin. Lê kesên muhatab û şahidên van bûyeran ji bo beşdarî kongreyê bibin, nehatin gazî kirin!

Ew kes wê bihata vê kongreyê an nehatina, em nizanin, lê ev maf û prensîbekî destûrî bû. Belkî bi vî awayî hinek bûyer bêtir bihatina eşkere û rohnî kirin. Bê guman di vî warî de wê biryara dawî ya kongreyê bûya. Lê weke gelek numûneyên neyînî yên nav rêxistinên kurdan, ev maf û prensêbên giştî, di vê kongreyê de jî pêk nehatiye.

  1. a) Biryara Komisyonek lêkolînê:

Di vê kongreyê de, ji bo lêkolînê li ser rewşa endamê damezrîner Şakir Epözdemir û endamê Koma Navkom Feqe Huseyin bê kirin, komusyonek ji Mele Mihemed Efe, M. Emîn Aslan û Mensûr Samancî tê hildibijartin. Li ser daxwaza Şakir Epözdemir endamê vê komusyonê M. Emîn Aslan bi tirkî vê aghdariya li jêr ji wî re dişîne. Ji bo ku ev aghadarî ji destê yekê ye, agahdariyek gelek girîng e. Min jî ew agahdarî wergeran kurdî û li jêr dinivîsim:

”Birêz Şakir Epözdemir, bersîva e-maila te ya 02.06.2012an- Hewlêrê ye.

Bi texmîna min mehek ji mehê payiza 1973an bû (meh û roja wê nayê bîra min, lê meha rojîyê bû) TKDP, li Siltan Şexmûsê kongreya xwe çêkir. Di vê kongreyê de Mihemed Emîn Aslan, Mele Mihemed Efe û karmendekî bankayê ku navê wî nayê bîra min, lê paşnavê wî Samanci û ji Hezroyê bû, ji bo di derheqê Şakir Epözdemir û Feqe Huseyin Sağnıç de lêkolînê bike û raporekê amade bike, bi desthilatiya mifetîşîyê hate wezîfedar kirin.

Mihemed Emîn Aslan daxwaz kir ku ew ne bi desthilatdariya mifetîşîyê; bi desthiladar û berpirsiyartîya dadgêrî bêne wezîfedar kirin û ancax bi vî şertî ew dê wezîfeyek weha qebûl bike. Vê daxwaza xwe jî weha şîrove kir: ”Rapora ku em bi desthilatdariya mifetîşîyê pêşkêş bikin, merkeza Partiyê dikre vê li gor xwe binirxîne û biryar û mueyîdeyek ku em nepêrene têxin jiyanê. Di vê rewşê de, komusyona lêkolînê wê bibe aletekî merkeza Partiyê. Ji bo em nekevin rewşek weha, desthilat û berpirsiyariya dadgêrî bidin me”. Kongreyê ev daxwaza me di cih de dît û desthilat û berpirsiyartiya dadgêrî da me. 

Hevalê Samancî nexwest berpirsiyartîya xwe hilbigire û wezîfeya xwe pêk bîne. Li ser vê rewşê, Mele Mihemed Efe û Mihemed Emîn Aslan weke komusyona lêpirsînê, lêkolîna xwe ya li ser Şakir Epözdemir û Feqe Huseyin Sağnıç qedandin û weke raporekê pêşkêşî merkeza Partiyê kir. Eger PDKT arşîva xwe parastibe, divê ev rapor hebe. Ji ber ku ev rapor li ser rewşa bûyerek ku di jiyana PDKTyê girîng e, hatiye amade kirin. Eger ev rapor hebe, wê rewşa rastî ya vê bûyerê raxîne ber çavan.

Teva vê yekê, tê bîra min ku me di dawiya raporê de ev tespît kiribûn.

Ji aliyê Koma Navkom ve endamên Koma Navkom Feqe Huseyin Sağnıç û Şakir Epözdir ji bo pêwendiyên navbêna PDKT û PDK-T ya jî pêwendiyên navbêna Saîd Elçî û Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) pêk bînin, hatine wezîfedar kirin.

Feqe Huseyin Sağnıç ji dewsa wezîfeya ku girtibû ser milên xwe pêk bîne, li gor rênîşandana Saîd Kirmizitoprak tevgeriyaye; li hemberî PDKT û Saîd Elçî tewanbar hatiye dîtin. Lê di dema di pêvajoya lêkolînê de, di helwest û refleksa PDKTyê de ya li hemberî vê bûyerê de jî helwestek sist û guhnedayî hatiye tespît kirin. Ev jî kêmaniyek mezin e. Ne bi zanebûn jî be, di vê bûyerê de parek girîng ya vê qusûr û kemaniyê jî heye. Ji ber vê yekê, divê Partî vê qusûrê jî bide ber çavan tevgerek maddî li hemberî Feqe Huseyin Sağnıç pêk neîne; lê ger ew hê jî endamê Partiyê be, divê ew ji Partiyê bê avêtin û weke dost û hawirê Partiyê neyê qebûl kirin.

Guneh û nêtnepaqijiyek Şakir Epözdemir nehatiye dîtin û bi dilekî paqij nêzîkî bûyerê bûye. Kêmaniya Şakir Epözdemir teva ku bi refleksê siyasî nêzîkî wezîfeya xwe bûye jî bêtir bi niyetek bawerîyê nêzîkî bûyerê bûye. Me pêşneyarî Şakir Epözdemir kir ku ew vegere nav Partîyê û weke yekî Partîyî xebata xwe ya siyasî bidomîne.

Divê PDKT xwe ji vê helwesta sist ya siyasî pak bike û ji vêya rizgar bibe. Ji bo vê yekê jî, em pêşniyar dikin ku vê refleksa xwe ya siyasî û helwesta xwe ji nû ve bihûne.

Bi rêzên min,

3.6.2012. Amed, Mehmet Emin Aslan” (13).

Gava ev komusyon ji bo lêkolînê dihere Tetwanê, diherin cem Seyîd Maşallah. Ew jî dihere Şakir Epözdemir tîne cem wan û dibe şahidê vê civîne:

“Şakirê Bira, Ew roj baş tê bîra min. Ez hatim min te anî  ba wan hevalan. Ew weka mifetîşên partî ji bona te û Feqi Hiseyn hatibûne Tetwanê.

Raporê te temîz derket. Ji te ra gotin ku tû xetayeke te tine. Eger te bivê tû dikarî carek jî dagerî  nava xebata partî. Ez jibo Xwedê şahidê daxaz û cewaba te me . Te pirsa navên wan kirî ye. Ez Mela Mihemed û Mehmed Emin nas dikim. Heja jî li heyatê ne. Selam û hurmetên xwe pêşkêş dikim – 02.06.2012 Seyid Maşallah Karataş – Tatwan.”

  1. b) Hilbijartina Sekreter û Koma Navkom ya 1973an

Di wê demê de, sekreterê Partiyê rast û rast ji aliyê Kongreyê ve dihate hilbijartin û Derwêşê Sado weke sekreterê Partîyê hate hilbijartin. Piştî hilbijartina sekreter, ji bo Koma Navkom 4 endamên din jî Mele Mihemed Efe, Mele Arif, Remazanê Haşim û Mele Alaadin hatin hilbijartin(14).

Piştî kongreyê, Derwêşê Sado û derdora wî xetek siyasî ya rast, neteweperweriyek teng û dijîtiyek tund li hemberî bîr û baweriyên şoreşgerî, pêşverû û çepitîyê meşandin. Ciwanên di nav Partiyê de, kitêbên li ser dîroka têkoşîna milletên kolonî yên weke Vîetnam, Angola û Mozambîk dahî bi dîzî dixwandin. Lê dibê ez diyar bikim ku hinek meleyan welatparêz yên di nav PDKTyê de bûn jî ciwanên di nav Partiyê de diparastin û ew weke pêşeroja Partiyê didîtin.

Li Bakurê Kurdistanê şert û merc dihatin guherandin, lê rêvebiriya PDKTyê ne xwediyê siyaset û vizyonek weha bû ku bikaribûna li gor van guherandinan, xwe nû bike û pêşengiyê ji tevgera rizgarîxwaziya neteweyî bike.  Ji dervî program û destûra Pariyê ya 1965an, tu belgeyên bi nivîskî yên Partiyê tunebûn. Partî ji weşanek merkezî bê par bû. Li ser bûyer û siyata rojane nikaribû belavokan dahî belav bikirna. Giraniya xebatê li ser propogandaya şoreşa Kurdistan Iraqê dihat kirin; lê ev jî bi devkî û bi awakî amatorî dihate kirin. Ev propoganda pirê caran aghadariyên di rojnameyên tirkan de dihatin weşandin, derbas nedikir.

Bê gûman divyabû Partî piştgirî, alîkarî û propogandaya şoreşa Kurdistan Iraqê bikira. Lê divyabû ev propoganda ne tene bi devkî, herweha ew bi awakî siyasî û weşanî bihata kirin. Lê ya herî girîng, divyabû PDKT ji bo Kurdistana Turkiyeyê jî xwedî siyasetek aktîf û programek xebatê bûye. Divyabû birêvebiriya Partiyê bi siyaset û xebata xwe ji hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê, herweha ji rewşenbîr, xwendevan û ciwanan jî kesên nû bikşandina nav refên xwe.

Piştî demêkê derket holê ku Partî bi vê rêvebirî û siyasetê pêş de nakeve û nikare pêşengiya tevgera siyasî, demokrasî û kulturî ya Bakurê Kurdistanê bike û bersîva pêvajoyê bide…

—————————————-

Têbinî û çavkanî:

(9)Yakin Tarihimizde Said Elçi – Dr. Şivan Olayi, Derwêşê Sado, r.1-2. Kovara War, Şakir Epözdemir, hejmar 5-6, r.12-13.

(10) Ji aghadariyê Derwêşê Sado yê taybetî.

(11) Ji agahdariyên taybetî yên Şakir Epözdemir.

(12) Bîranîn û Şahîdîya Hinek Bûyeran, Zîya Avci, Weşanên Perî, r.258.

(13) Ji bo orjînala vê nameyê ya bi tirkiya binere: Zinar Soran, Çend gotin li ser etîk û prensîbên nivîskarîyê, www.netewe.com

(14) Ji aghadariyên Derwêşê Sado û Mele Arif yên taybetî.

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *