Par çend Kurdan koçî Almanyayê kiriye?

Sala 2023an ji Tirkiyeyê 61 hezar û 181 kesan koçî Almanyayê kirine û ji wî welatî daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Ji van 51 hezar û 407 kesan nasnameya xwe wek Kurd diyar kirine û Almanyayê tenê daxwaza penaberiyê ya ji sedî 4,3yê Kurdan pesend kiriye.

Li beramberî vê yekê Almanyayê daxwaza penaberiyê ya ji sedî 13,1ê Tirkan pesend kiriye.

Ji sedî 84ê tevahiya kesên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala borî ji bo penaberiyê serî li Almanyayê daye Kurd in ku ev yek jî hejmareke rekor e.

Van salên dawî hejmara koçberên ku ji Tirkiyeyê koçî welatên Ewropayê bi taybetî Almanyayê dikin roj bi roj zêde dibe.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) û Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyan (CSU) ku li Almanyayê partiyên sereke yên mixalefetê ne derbarê zêdebûna hejmara koçberên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de pêşniyarpirsek pêşkêşî hikûmetê kiriye.

Di dîroka Almanyayê de rekor e

Li gorî bersivên ku hikûmetê dane wan partiyan rêjeya welatiyên sala borî ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye û ji wî welatî daxwaza mafê penaberiyê kiriye li gorî sala 2022yan bi rêjeya ji sedî 155,6 zêde bûye û ev yek jî di dîroka Almanyayê de rêjeyeke rekor e.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Xrîstiyan di pêşniyarpirsa xwe de ji hikûmeta Almanyayê pirsiye ku di sê salên dawî de çend welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Hikûmeta Almanyayê di bersiva xwe de eşkere kiriye ku sala 2021ê 7 hezar û 67 kesan, sala 2022yan 23 hezar û 938 kesan û sala 2023yan jî 61 hezar û 181 kesan ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye û ji wî welatî daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Serlêdana penaberiyê zêdebûyê lê pesendkirin kêm bûye

Di demekê de ku hejmara kesên ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye qat bi qat zêde dibe lê rêjeya pesendkirina koçberiya wan berovajî vê yekê daketiye.

Sala 2021ê rêjeya pesendkirina penaberiya welatiyên Tirkiyeyê ji sedî 40,5 erênî bûye lê ev rêje sala 2022yan ji sedî 28,2 û sala 2023yan jî heta ji sedî 13.1 daketiye.

Hejmara penaberên Tirk

Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyan (CSU) di pêşniyarpirsa xwe de ji hikûmetê pirsiye ka çend ji wan kesên ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kirine Kurd in an Tirk in û penaberiya çiqas ji wan hatiye pesendkirin.

Sala 2021ê 2 hezar û 285 kesên ji Tirkiyeyê koç kirine û ji Almanyayê daxwaza penaberiyê kirine gotine ku ew Tirk in.

Sala 2022yan 3 hezar û 820 kesan û sala 2023yan jî 8 hezar û 391 kesên ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kirine û daxwaza mafê panberiyê kirine nasnameya xwe li wî welatî wek Tirk diyar kirine.

Rêjeya pesendkirina penaberiya Tirkan li Almanyayê sala 2021ê ji sedî 78,7 bûye. Sala 2022yan ji sedî 74,7 û sala 2023yan jî ji sedî 55,2 bûye.

Hejmara penaberên Kurd

Lê hejmara welatiyên ku ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kirine û li wî welatî xwe wekî Kurd dane nasandin sal bi sal zêde dibe û rekoran tomar dike.

Tevî ku hejmara wan zêde dibe lê serlêdana wan a penaberiyê berovajî vê yekê her ku diçe kêm dibe.

Ji 7 hezar û 67 welatiyên Tirkiyê ku par li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kirine 3 hezar û 878ê wan gotine ku ew Kurd in. Lê rêjeya pesendkirina penaberiya wan 2021ê ji sedî 11,1 bûye.

Salek piştî wê wate 2022yan 23 hezar û 938 welatiyên Tirkiyeyê daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine û ji van 19 hezar û 500 kesan gotine ku ew Kurd in.

Lê Almanyayê heman salê tenê ji sedî 7,4ê daxwaza penaberiyê ya Kurdan pesend kiriye.

Sala borî 61 hezar û 181 kesan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê kirin û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

51 hezar û 407 kesan ji wan di dema serlêdanê de gotine ku ew Kurd in.

Lê Almanyayê ji wê hejmarê jî tenê daxwaza penaberiyê ya ji sedî 4,3ê Kurdan pesend kiriye.

Bi wateyeke din ji tevahiya wan kesên sala borî ji Tirkiyeyê serî li penaberiya Almanyayê daye ji sedî 84ê wan Kurd in ku ev yek jî rekor e lê Almanyayê tenê daxwaza ji sedî 4,3ê wan Kurdan pesend kiriye.

Lê rêjeya pesendkirina daxwaza penaberiyê ya Tirkan ji sedî 13 e.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *