Wezîrê Fransayê: Em dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Stephane Sejourne re civiya.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi bi Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Stephane Sejourne hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ku Nêçîrvan Barzanî û Stephane Sejourne li ser rûdanên dawiyên yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê axivîne.

Nêçîrvan Barzanî û Stephane Sejourne ragihand, “Egera zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn, li ser aştî û aramiyê gefek e.”

Her du alî hevra bûn ku “Divê girjiya li Xezeyê were kontrolkirin” û “Hewl bê dayîn ku alîkariyên mirovî bigihin xelkê Xezeyê.”

Nêçîrvan Barzanî ji ber pêwendiyên wê yên dostane û dîrokî spasiya Fransayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi taybetî jî bal kişand ser rola erênî ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron.

“Dê piştgiriya me berdewam bike”

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Stephane Sejourne diyar kir, “Dê piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Îraq û Kurdistanê berdewam bike.”

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes û Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein re civiya.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *