PANORAMA 2020

Di destpêka şîroveya min a 2019an de berdewama rojeva Kurd û Kurdistanê, bi van hevokan destpê dikir:

„Dijminên Kurd û Kurdistanê, bi hemû metodên nemirovî hatin ser miletê me. Tenê girtin, kuştin, dardakirin, hilweşandina bajaran û şikenandina dînamîkên Kurdistanê, guhertina demografîya Kurdistanê ji xwe re kirin kar. Ev rewş, di seranserê sala 2020 an de jî berdewam kir.

Sîyasetmedarên Kurd, rêxistinên Kurdan ji astek netewî dûr, li henber hev çalak; Kurd bê stratejîyek netewî, bêçar, di nav destê dijminan de hiştin.“

Mixabin 2020 an de jî Ceribandina van metodan li ser her beşekî Kurdistanê hilbijare dom kir.

Sala 2020 an bi nexweşîyek kambax re destpêkir. Rojeva grîng a cîhanê û a Kurd û Kurdistanî di seranserê salê de bi vê vîrûsê (covîd 19) re rû bi rû derbas kir. Ev metirsîya vê nexweşîyê hîn berdewame.

Min di 06.04.2020 an de li ser vê şewba kambax bi van hevokan destpê kiribû:

„Şewba Koronayê (covîd 19), bi carekê de jîyan daye sekinandin û cîhan teslîm girtîye. Wê çiqasî bajo ne dîyar e. Du meh, sê meh an jî hîn pirtir?
Wê ev rewşa ku em niha têde ne, bi xwe re çi bibe û çi bîne?
Bandora Şewba Koronayê, wê jîyanek çawa derxîne ber me?
Hêla Erênî û neyênî, emê çawa ji hev veqetînin û binîrxînin?
Şewba Koronayê bi derketina xwe re, tehdîdek mezin çêkir li ser jîyana mirovan û aborîya cîhanê:
Dewletên ku hêla xwe ya tendurustîyê bi şêweyek zanistî baş organîze nekirine, bi girseyî tûşî tehlûkeyek mezin bûn. Dewletên wek Îran, İraq, Tirkîye, Hindîstan, Pakistan; Îhtîmala ku, bi tûşbûna milîyonan re tendurustiya van welatan hilweşe. Wê wextê wê xeterîyek mezin derkeve holê. Ev jî wê berpirsîyarîya îktîdaran derxe ber me. Di virde qîmeta tenduristîya mirovan zelal dibe, ku her dewlet wê ji bona tenduristîyek pêşketî mecbûr e xwe nû bike. Sazîyên tendurustîyê, di ber çavan re derbas bikin û parastina civatê esas bigirin.“

Demek dirêj perwerde, huner, aborî, çûn û hatin, kirîn û firotin û xizmetguzarî rawestîya û ev rewş berdewam e. Ev pirsgirêkên civakî, derûnî jî derdixîne ber me. Li Kurdistanê mal nema ku ev vîrûs neket pêsîra kurdan û bi hezaran wek temenî mezin; pîspor û rîhspîyên me cangorî bûn.

Di sala 2020 an de yek ji rojevên Kurdistanê jî, rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê a sîyasî bû. Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di bin siponsorîya nûnerekî Emerîka û piştgirîya Başûrê Kurdistanê de, ENKS û PYNK, „daxuyanîyek hevbeş ragîhandin ji raya giştî“ re. Li ber çavê medyayê, bi endamên ENKS, PYD, HSD û siponsorê Emerîkî, ev daxuyanî hat dan. Di van rojên ku çîyayên Kurdistanê di bin êrîşên Tirkîyê û Îranê de bû, helbet ev gav ber dilê me xweş dikir û ev xeber, hêvîyekê dida me. Ji bona ku em di pêşewazîkirina vê daxûyanîyê de xeteya nekin û hêvîya me neşkê, ez hişyar, xwedî agahî û bi mesafe nêzî vê bûyerê bûm. Divê em lîstik û xefikên Tirkîye û Îran baş bibînin û tedbîrên xwe li gor vê bistînin. Ez dan û stendinên li Başûrê Rojava ku bi sponsorîya Emerîka û Fransa dimeşin, hîn li ser xalên girîng (wek parvekirina îktîdarê, rewşa leşkerî û avakirina arteşek Kurdistanî, rewşa perwerdeyê, pîlanên hevpar) lihevhatin negihîştîye astek erênî. Lê wê ev xebat di sala 2021 an de bidomin. PKK di seranserê salê, li henber van dan û stendinan helwest girt û her xwest ku bi provakasyonan vê projeya navmala Kurd têk bibe.

Xalek din a ku rojeva Kurdistanê girt jî hebûn û helwesta PKK li Şingal û herêma Kurdistanê bû:

Dewleta Federal a İraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser „avakirin û bicîhkirina koçberên Şingal û paqijkirina Şingal ji hêzên bîyanî“ hevpeymanek îmze kirin. Li Şingal hêzên bîyanî Haşdî Şabî û PKK bû. Divê ev hêz ji Şingal derketana. Lê PKK li henber vê peymanê nerazîbûn nîşan da û li ser vê mebestê êrîş anî ser Başûrê Kurdistanê. Bi kujtin û teqandina borîyên nefta Kurdistanê re helwestek dijminane li henber xaka azad girt. PKK, di nav çalakîyên sivîl yên devera Silêmanîyê û derdorên wê de cîh girt, bi armanca talankirin û şewitandina malên kurdan, kujtina pêşmergeyek û  8 welatîyên bê guneh!

PKK, ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi hêzek mezin û bi çekên giran êrîş anî ser sengerên Pêşmergan. Nêzî du saetan şer dewam kir. Şeva ku PKK bi vê hêzê êrîş anî ser sengerên Pêşmergan; Tirkîye jî êrîş tanî ser Eyn Îsa!

Li henber vê helwesta PKK a dijminane, helwestek Kurdistanî derket holê û bi kampanyayên girsî me tepkî da.

Yek jê sebeba PKK û derxistina alozîyan ev bû:

PKK, bi dijmin re di nav pîlanek hevpar de, êrîşan tîne ser statûya herêma Kurdistanê û dixwaze deskevtinên miletê me têk bibe. Statatuya Herêma Kurdistanê nasnake, Ala Kurdistanê nasnake û serwerîya miletê Kurd li vê axa azad nasnake.

Ba û bahoz û alozîyên ku PKK derdixist li ser çiyayê Şingal, ne jibona berjewendîyên kurdan bû. Hebûna PKK li çiyayên Şingal, xizmetê ji Îran, İraq, ji Tirkîye û ji Surîye re dike. Armanca PKK parastina xeta şîe ya rojhilata Naverast bi xwe ye. Li pişt van alozîyan ew dilnexwazên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikirin hebûn. Îro mil bi milaneya hêzên PKK û hêzên para milîter yên Îran, li ser çiyayên Şingal, ev rastî pejirandin.

Bi kujtina Qasim Suleymanî re bêdengîya PKK, dide nîşan ku, bi vê bûyerê re, rêveberên PKK di bin şoqê de mane. Îran û Qasim Suleymanî, PKK di stratejîya xwe a herêmê de, li henber Kurd û Kurdistanê pir bi xerab bikartanî û tîne.

Di 2020an de rojewek din; a ku ji 2011an de di navbera Dewleta İraq a Federal û Herêma Kurdistanê de berdewame; pirsgirêka mûçe û para dahatên Herêma Kurdistanê û bicîhanîna madeya 140 bû.

Ev pirsgirêk çi ne, ku ji 2007an de her mezin dibin û nayên çareserkirin?

ji roja dewleta İraq, wek dewletek federal ava bûye û heta niha, damezirînerên dewleta İraq, “Iraq dewleteke Ereb”(!) dîtine û piştî çûna dîktator Sadam Huseyîn jî, ev nerîn nehatîye guhertin. Mejîyekî kevneşopî û nîjadperestî her pêşî li Kurdan girtîye. İraq; ti carî Kurd wek welatiyên pile yek, yên dewleta Iraqê nedîtine û ji ber wê jî, dema ku, buhaya neftê dikeve û mercên butçeya İraq xerab dibe, tenê qutkirina butçe û mûçeyên Kurdistanê tê bîra wan. Ti carî nehatîye bîra wan ku, ji ber ketina dahatên neftê, ne tenê dahatên Kurdistanê, divê bi giştî butçe û mûçeyên temamê İraqê bên qutkirin. Ev jî dide nîşan ku, sîyaseta Erebkirinê her bi çavekî xerab û dijminane li Kurd û Kurdistanê dinêre û heye, dimeşe.

Heta niha ji Nûrî Malikî bigire heta Mistefa Kazimî, çar serokwezîr li İraq hatine guhertin. Bê îstîsna van serokwezîran yek bi yek bi heyetan re Herêma Kurdistanê zîyaret kirine; sozên çareserkirina pirsgirêkan dane. Lê yekî ji wan sozê xwe nanîye cîh. Ji ber ku li Bexda rewş guhertîye û navendek Ereban a kevneşopîyek nîjadperestî û mezhebî heye, ku hemû rê û rêbazên sîyaseta Bexda di destê wan de ye. Ev navenda nîjadperest, bi çavê “axa Ereban“(!) li Herêma Kurdistanê dinêre û her dixwaze ku, vê herêmê û rêveberîya herêmê têk bibe. Kurd divê di vî warî de dev ji berjewendîyên hizbî, grûbî, şexsî berdin û vê rastîyê bibînin.

Bi sebeba nedana mûçe û dahatên herêma Kurdistanê re; çalakîyên ku li Silêmanîyê û navçeyên derdorê dimeşe; şewitandina avahîyên dewletê, talankirina malên welatîyan, êrîşên ser sazîyên medenî, kujtin û birîndarkirina welatîyan, eşkere dike ku, li pişt van çalakîyan, ne mafdarîyek rewa, lê dijminatîyek hevbeş a dijminên Kurdistan û hevalbendên wan yên nav mala Kurd, li henber Kurd û Kurdistanê heye.

Ji piştgirîya medya PKK û ji êrîşên vê medyayê eşkere bû ku, PKK yek ji aktorên van çalakîya bû. Di girtina van çalakvanan de jî dîyare, ku PKK ji Şingalê, ji Rojavayê Kurdistanê hinek ciwan kom kirine û anîne bi hêza xwe ya Silêmanîyê re ev malşewitandin, talan û kujtina navmala Kurd ji xwe re kirîye erk. Ev erkek taşeronî ye û raser têkilîya wê bi Îran û wê grûba dijminê kurdistanê ku li Bexda neyarê miletê me ye re heye!

Nefte Kurdistanê û radestkirina derîyên sînorî:

Divê herêma Kurdistanê, ticarî mafê kontrola sînorên erdî û ezmanî, berhemanîna nefta Kurdistanê nede destê İraq. Eger Herêma Kurdistanê xeteyek wilo bike, ti wateya federasyona Herêma Kurdistanê namîne.

Dîyaspora Kurd, kar û xebatên xwe yên bi rêk û pêk kirina civata Kurd û avakirina „Navenda Revanda Kurd“(NRK) li seranserê Ewrûpa û seranserê cîhanê berdewamin. Di sala 2021an de jî wê ev xebat hîn geştir û di warekî hesteyar de bimeşin. Daxwaza min ewe ku, bi ruhekî Kurd û kurdistanî ev xebat bigihêjin armanca xwe.

Rewşa Bakurê Kurdistanê bê guhertin, di sala 2020an de jî di bin zilma dewleta tirk de, bi girtin, kujtin û qedexeyan berdewam e. Hestên nijadperestî, dîktatorî di sala 2020 an de, li nav tirkan, li ser kurdan gihîşt astek bilind. Asîmîlasyon, di warekî metirsîdar de dimeşe û roj bi roj zimanê Kurdî raserî pizavek jiholê rakirinê dibe.

Sîyaseta dewleta tirk a dejenerekirin û entegrekirina civaka Kurd li gor pîlan û projeya asîmîlekirina Kurdan di astek metirsîdar de berdewam e.

Emê bi hêvîya çareserkirina van pirsgirêkan têkoşîna xwe bidomînin û rojeva Kurdistanê û dîyaspora Kurd jî bişopînin.

Bi hêvîya ku em van pirsgirêkên pêşberî miletê me çareser bikin û bigihêjin astek dewletbûnê û miletê xwe ji bin van êrîş û tunekirinan rizgar bikin; sala nû li Kurd û Kurdistanê û seranserê cîhanê pîroz be!

23.12.2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir