Di nav YNKê de Şer û li Rojavaya Kurdistanê zûlma PKK/PYD…

Îbrahîm GUÇLU

Piştî mirina Celal Talabanî YNKê ji nekokî û ji pirsgirêkan xelas nebû. Her ku dem derbas bû di YNKê de pirsgirêk bûn sedema krîzekê û tevliheviyeke mezin. YNKê nikarî kongreya xwe demeke dirêj li dar bixe û pirsgirêkên xwe di çarçewa demokrasiyê de minaqeşe bike û çareser bike. Loma jî di nav YNKê de gelek hêz û grubên mezin yên desthilatdar derketin holê.

YNKê xwe wek rêxistineke sosyal demokrat terîf dikir û di hemandem de endamê enternasyonala sosyalist bû. Lê hîç wextekê wek rêxistineke sosyal demokrat tevnegerîya.

Beşek grûbên di nav YNKê de çêbûn, ji derveyî neteweperwerî tevdigeriyan. Di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de gelek bir armancên xeter tevgeriyan.

Wek tê zanîn di sala 2017an de di bin pêşengîya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê hat wergirtin. PDK di destpêkê de gelek aşkere piştgiriya biryarê kir. YNKê piçek dereng û bi zehmetî ji biryara referandûmê re got “erê”. Lewra wê demê ji YNKê re gruba neteweperwer serokatî dikir. Heger serokatîya vê merheleyê berpirsiyarên YNKê bûna, zehmet bû ku YNKê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re bigota “erê”.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, di 25ê Îlona 2017an de da pêk hat. Encama referandûmê gelek baş bû. Kurdistaniyan bi gelek xurtî bi rêjeya ji %93ê dengan ji dewleta serbixwe ya Kurdistanê re “erê” gotin.

Hemû kurdên li dinyayê û kurdên 4 parçayên Kurdistanê bi vê biryarê gelek kêfxweş bûn. Lê dijminên Kurdistanê û neteweya kurd, li hemberî vê biryarê gelek eciz bûn. Lewra jêbara wan xerab bibû û diyar bibû ku statuya Kurdistanê dê li Başûrê Kurdistanê bê guhertin. Kurdên li Başûrê Kurdistanê bibin dewleteke serbixwe. Hîç şik tüne ye ku ev yeka ji bona çar dewletên kolonyalîst re dê bibûya xeter û modeleke girîng. Loma jî di pêşengîya Dewleta Federal ya Iraqê de, 4 dewletên kolonyalist ji bona ku pêşîya dewletbûna Kurdistanê bigrin û encama referanduma serxwebûna Kurdistanê ji holê rakin êrîşeke dijwar plan kirin.

Di Dewleta Federe ya Kurdistanê de jî grûbên li dijî serxwebûna Kurdistanê hebûn. Ev grûban di nav YNKê û Goranê de bûn. PKKê jî ji wan re piştgir bû. Goranê, di dawî de biryar dabûn ku dê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re bibe alîkar.

Şeva referanduma serxwebûna Kurdistanê gruba xiyanetkar ya di nav YNKê de xwest ku bi darbeyeke leşkeri pêşîya çêbûna referandûmê bigre. Lê pêşîya darbeya wan hat girtin. Lê piştî referandûmê, heman grûbê ji dijminên Kurdistanîyan û neteweya kurd re bûn alîkar. Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê hatin îsgal kirin. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê gelek vekirî got ku `ew grûbên xiyanetkar nebûyana, wan nedikarî Kerkûkê û gelek deverên  Kurdistanê îşgal bikin.` Hezar mixabin Emerîkayê û Îngiltereyê jî, ji dewletên kolonyalist re alîkarî kirin ku Kerkûk bê îşgal kirin.

Piştî îşgala Kerkûkê xwestin ku Hewlêr jî bigrin deste xwe û îsgal bikin. Lê hêzên dijminên kurdan li Pirdê şikesteke mezin xwarin û pişt re vegerîyan.

Ew gruba xiyanetkar piştî îşgala Kerkûkê gelek xurt bû. Di nav YNKê de bû hêzeke mezin ya xeter. Di kongreyê de jî desthilatdarîya YNKê girtin destên xwe. Ew kesên xiyanetkarên Kerkûkê kurê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed Bafil Talabanî û biraziyê Celal Talabanî, bûn hevserokên YNKê.

Wan piştî îsgala Kerkûkê dest pê kirin ku di nav YNKê de û li Kurdistanê xirabiyê mezin bikin. Kirin jî. Xirabî bi hev re kirin. Bi hev re ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bibe kar kirin. Wan bi hev re kaçaxçîtî û gendalî kirin. Wan bi hev re ji xelkê kurd xerac girtin. Wan bi hev re bi dewletên kolonyaklîst re pêwendîyên xeter û li dijî berjewendîya neteweya kurd meşandin.

Lê demek hat xirabîyên wan bê sînor bû. Xirabiyên bi hev re dikirin têr  nekirin. Ev car di nav wan de nekokî derketin. Hevûdu bi awayekî dizî xwarin. Lê ew nekokîyên wan derketin qada raya giştî. Nûha jî ew nekokîyên wan bûn sedema dijminatîya wan. Loma jî nûha ji bona ku hevûdu tüne bikin, xebat dikin.

Lê diyar e ku kurê Celal Talabanî û nêviyê Îbrahîm Ehmed Bafil Talabanî zora birazîyê Celal Talabanî Lehor Cengî bir. Rêvebirîya YNKê Lehor Cengî ji hevserokîya YNKê dûr xistin. Di YNKê de, hemû kontrol û bandor ket destê Bafil Talabiyê xiyanetkar.

Hîç şik tune ye ku ev şerê di nav YNKê de, dê dom bike. Divê hemû kurdek vî şerî bişopîne.

Di nekokîya xiyanetkaran de gelek rastîyên tehl yên Kurdistanê eleqeder dikin derketin qada jîyanê. Divê ew rewşa wan xiyanetkaran ji alîye hiqûqî de were qada darizandinê.

Divê ev xiyanetkaran dadgeh bibin û siza bibin. Divê ew bedela xirabiyên xwe yên ku li Kurdistanê kirine, bidin. 

ZULMA PKK/PYD-Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DOM DIKE…

 Li Rojavayê Kurdistanê zulma PKK/PYDê bi şidet dom dike. Kurdperwer tên revandin û li wan êşkence tê kirin û tên kûştin..

Çekdarên PYDê roja 17ê Tîrmeha 2021ê, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û karmendekê madyayê ji Qamişlo û derdora Dêrikê revandin.

Malpera fermî ya PDK-Sê dide xûyakirin ku; “Çekdarên PYDê şeva borî li bajarê Qamişlo Desteya endamê Rawêjkariyê ya PDK-Sê Mihemed Deham Eyo û endamê Encûmena Şaxê PDK-Sê Izedîn Mela revandin. Çekdarên PYDê şeva borî jî endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Mihemed Ehmed Salih li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikê ve revand.”

Li gorî malpera PDK-Sê, heta niha ti agahî û zanyarî li ser her sê endamên wan ên revandî tune ne û tometên li ser wan hatine sepandin ne diyar in.

Ji aliyekî din ve jî kanala ARK TV ragihand, çekdarên PYDê şeva borî peyamnêrê wan Barzan Husên ji bajarokê Girkê Legê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Berî 3 rojan jî asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) yê bi navê Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê revandibû.

Revandina van endamên PDK-Sê di demekê de ye, endamê PDK-Sê Emîn Îsa Elî piştî ku ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin, termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. PDK-S û Malbata wî jî dibêjin, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

Ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike 

Wek min li rêzên jor jî diyar kir: Li rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê cardin destpêkirine, endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriye direvînin û di derbarê wan de tu agahdariyekî nadin. Ji bo van bûyeran û revandina, endamên PDKSê NIvîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye roja 18.7.2021ê daxûyanîyek ji bo Raya Giştî ragihand:

 Li gel berdewamîya şert û mercên dijwar ên jiyana gelê me, kiryarên zordarî û tirsandina komên çekdar ên girêdayî hêzên ewlehîyê yên partîya PYDê jî berdewamin. Şeva borî, destpêkirin û hinek kadroyên Partiya me revandin.

Herweha parti di daxûyaniya xwe de behsa kesên revandî dike û navê wan eşkere dike:

Mihemed Salih Ehmed, endamê meclîsa mentîqê ya partiya me li Çilaxa

Ezedin Abidîn Mehmûd, endamê meclîsa mentîqê ya partiya me li Qamişlo

– Mihemed Daham Ayo, endamê desteya şêwirmendîya partiya me û serokê berê yê encûmena herêmî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Qamişlo.

– Barzan Huseyîn, endamê meclîsa mentîqê ya partiya me li Girkê Legê

Sêşema borî, 13ê Tîrmehê, heval Feremez Abdul Karim Ali ji Dêrikê, û di 22 Gulan de, heval Abdul Ghaffar Mihemed ji Çilaxa Axa hatibûn revandin.

PDKS dibêje: Bi van kiryarên tirsandinê û siyaseta bêdengkirina xelkê bi tenê tûkçûna karasayetî ya reveberîyê dide nîşandan., ji ber ku ew li hincetekê digere da ku raya dijber bişkîne û bi zora çekan otorîteyek de-facto ferz bike.

PDKS berdewamîya daxûyanîya xwe de dibêje ku; Em Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, di demekê de ku em van kiryarên zordar û binpêkirinên mezin, ku berevajî rêgezên bingehîn ên maf û azadiyên mirovî ne û ji pêşeroj û doza gelê me re xizmetê nakin, û herweha hewldanên ji bo serfirazîya yekrêzîya Kurdan bi sînor dikin.

Em bangî dezgehên navneteweyî dikin ku erkên xwe pêk bînin da ku pêşî li binpêkirinên li dijî kadroyên Konseyê bigirin û em bangî gelê xwe, hêzên wan ên netewî, dezgehên sivîl  û hêzên Kurdistanî jî dikin ku xwedî helwestbin . Em piştrast dikin ku ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê dike. 

Stenbol, 23. 07. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *