Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê: Li Hemberî Xeterîyên PKKê û Şerê Hûndir û Parçekirina Başûrê Kurdistanê Bê Deng İn…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

PKKê roja ku wek grubek biçûk derket holê, herkesekî ji xwe pirsiya ku “gelo hewcedarî li Bakûrê Kurdistanê bi van heye, an na?”  Bersîv ew bû ku hewcedarî bi van tune ye. Ew gruba bi çêbûna xwe xeteriyek nîşan dida. Rastî jî di demek kurt de xeteriya wê grûbê derket holê. Wan hemû rêxistin û kategorî/grûbên cıvata Kurdistanê dijmin îlan kırin. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê û civata Kurdistanê jî bi lezî dest bi êrişê kirin. Kurdperwer kûştin. Gelek kesên civata kurd kûştin. Ji bona ku eşîretekî bikin hevalên xwe, bi eşîretek din re hevaltî kirin. Pişt re jî vegeriyan ser ev eşîreta ku alîkarî  ji wan re kiribû.

Ew bi gelek navan hatin bang kirin. Lê “Apocitî” wek nav baş li wan dihat. Di nav wext û pêvajoyê de jî, vî navî şikil girt û naverokek qezenç kir. Loma ez îro jî, wan bi “Apocitî” binav dikim.

Xeteriya PKKê di nav pêvajoyê de mezintir bû. PKKê li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kurdperwer (ji nav xwe û ji derveyî xwe) û kurd kûştin. Ji bona ku pêşiya çareseriya miletê kurd bigre xebat kir û nûha jî dike. Loma jî li dijî deweletbûna kurdan derdikeve û bi taybetî jî li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê derdikeve. Dibêje: “dewleta ava bibe, dê bibe  dewleta 2-emîn ya îsraîlê.”

PKKê li beşên din jî, ji bona ku pêşiya dewletbûna kurdan bigre bi dewletên kolonyalîst re plan û projeyên qirêj dixe jiyanê.

                                               *****

Xeteriya PKKê li vê merhelaya stratejîk mezintir bûye. PKKê demek e ku bi taybetî piştî ku DAÎŞ pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigre, li dijî Serokê Kurdistanê, li dijî Hikûmeta Kurdistanê, li dijî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdisatanê qempenyayek gele kreş û tarî û qirej dest pê kiriye.

PKKê ew qempenya xwe pêştir bir. Got ku “bila Şengal bibe kantonek bi serê xwe û ji Kurdistanê veqete.” Piştî ku li hemberî ev siyaseta PKKê helwestek hişk ji desthilatdariya Kurdistanê de hat diyar kirin, gav paşve avêtin. Lê dîsa jî ji ew helwesta xwe dev bernedan. Ev car bi rêya Duran Kalkan parçebûna Kurdistanê xwestin û ji bona şerê hûndir yê birakûjiyê jî propaganda kirin.

Baş tê zanîn ku dema ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê) jî, ji bona ku dewletên dagirker û kolonyalîst herêma azad têk bibin, bi destê PKKê gelek caran êriş organîze kiribûn. Ew di wan êrîşên xwe de bi serneketibûn.

                                            *****

Dema ku li Başûrê Kurdistanê di ev dema dawî de kêr hat li hestî sekinî, Serokê Kurdistanê mecbûr bû ku di derbarê xeteriya parçekirina Kurdistanê û şerê birakûjiyê de bala Gelê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, Partiyên Siyasî yên Kurdistanê bikşîne ser vê mijarê girîng.

Daxuyaniya Serokê Kurdistanê di heman dem de ji tevayî Kurdistaniyan û rêxistinên Kurdistanê yên hemû beşan re bû jî. Lewra Serokê Kurdistanê xeteriyek mezin dianî ser zimên. Diviya bû ku hemû rêxistinên Kurdistanê jî li hemeberî vê xeteriyê helwestek hevbeş û xûrt nîşan bidin.”

                                                       *****

Piştî ku Min û Kek Zahîd Bozarslan, me dît ku partiyên Bakûrê Kurdistanê, helwestek hevbeş nîşan nedan, me biryar da ku bi rêxistinên siyasî û sıwîl yên Bakûrê Kurdistanê re danûstandin bikin û bîrûreyên xwe bi wan re parve bikin û ji wan daxwaz bikin ku li hemberî xeteriyên li Başûrê Kurdistanê helwestek hevbeş diyar bikin û li dijî van xeteriyan çalakiyên xûrt bimeşînin.

Lewra em her dem beşdarî çalakiyên wan dibin û piştgiriya wan dikin. Wê demê maf û wezîfa me jî heye ku em pêşniyaran ji wan re bibin.

Me, ji bona danûstandin û pêşniyar pêşkêş kirinê, di 18ê Nîsna a 2015-an de biryar da. Me bi piralî mijar şirove kir. Rêxistinên em pê re danûstandin bikin, me tespît kir.

Me, girêdayî vê biryarê bi lezûbez bi gor şertan bi dorê bi PAKê, bi HAK-*PARê, bi PDK-Bakûr, bi KADEPê, bi Komeleyas Tevgera Cıwanên Kurdistanê, bi ÇIRAyê, bi ÇARPELê û bi kes û hewidrdorên siyasî re danûstandin kir. Me xwest ku bi PDKTê re jî danûstandin bikin. Serokê Wan nexwest ku bi me re danûstandin bike. Me got ku dema hemû rêxistin bên cem hev, dê bangî wan jî bikin.

Me di danûstandina da ev mijaran diyar kir:

1-Serokê Kurdistanê kesekî berpirsiyarekî bilind e û cidî ye û bi kelecanî tevnagere. Loma jî daxuyaniya Serokê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji du xeteriyan qal dike û bala her dezgehî û kesî Kurdistanê dikşîne û bang dike. Banga wî bes ji bona kes, dezgeh û rêxistinên Başûrê Kurdistanê nîne, ji bona Bakûrê Kurdistanê yanî ji bona me ye jî.

2-Ev xeteriyên li Başûrê Kurdistanê nû neqewîne. Ew xeteriyan demek dirêje ku hene. Lê wusa diyar e ku ew xeteriyan mezintir û rojanetir bûne ku Serokê Kurdistanê mecbûr bûye ku vê bangê belav bike. Bala hemû Kurdistaniyan û rêzxistinên wan bikşîne. 

3-Ev xeteriyan bi destê PKKê, beşek kesên YNK çê dibin. Dewleta kolonyalîst ya Îranê û hevalbendên wê jî, bes piştgiriyê nakin, raste rast xwewdiyê ev plana qirêj in..

4-Dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigrin, şer û êrişa DAÎŞê organîze kirin. Nikarîn bi vî şerî pêşiya dewletbûna Kurdan bigrin, nûha dixwazin plana xwe ya duyemîn bixin rojevê.

5-Heger desthilatdariya û partiyên Başûrê Kurdistanê hevbeş û yekrêz bin, dikarin gelek bir rehetî zora PKKê û piştgirên wan bibin. Xeteriya mezin eww e ku beşek YNKê jî piştgirê wan in. Divê pêşiya vê bê girtin û bala YNKê bê kişandin. YNKê ji PKKê bê dûr xistin.

6-Divê partiyên Bakûrê Kurdistanê bên cem hevûdu li ser vê mijarê tîfaq bikin, pêşengî ji rêxistinên sivîl û gel re bikin ku li hemberî vê xeteriyê derkevin.

7-Divê partiyên me lez bikin û bi hemû hêza xwe beşdarî vê xebatê bibin.

8-Divê di destpêkê de li ser manîfestoyekê li hev bikin. Mijar û karên bikin zelal bikin. Bi girseyî ji gel û raya giştî re vê manîfestoyê diyar bikin. Ji bona ku gel bê şiyar kirin bala hevalbendên PKKê yên dilsoz bê kişandin, panel, konferans, semûîner bên li darxistin. Heger şert pêk hatin xwepêşendanekê li darxin.

9-Ev pêşniyarên me ne. Lê hûnê nexşerêya xwe bi xwe tespît bikin.

10-Em jî, bi her avayî amade ne ku ji we re bibin piştgir.

                                        *****

Di danûstandinên me de, berpirsiyarên hemû partî û rêxistinên sivîl ji me re sipas kirin. Wan jî got ku “em jî daxuyaniya Serokê Kurdistanê dişopînin. Em jî di wê baweriyê de ne ku li Başûrê Kurdistanê xeteriyek heye. Heger Serokê Kurdistanê rewşekî ecîl û xeter nebibûya, ev daxuyaniya û an jî nameya hewce nedidît. We zêdetir bala me kişand se mijare. Emê di organên xwe de vê mijarê gengeşî bikin bigihîjin biryarê. Dûr nîne ku emê bi hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê re bên cem hev. Emê siyasetek û stratejiyek hevbeş tespît bikin. Xebatên bên kirin yanî nexşerêya xwe diyar bikin.”

                                          ***** 

Hezar mixabin di ser danûstandinên me re 17 roj derbasbûye, rêxistinên me hewildanek nekirine. Nehatine cem hev. Di derbarê vê mijar û pirsê de agadariyek jî neda me.                 

                                            *****

Gorî baweriya min, li Başûrê Kurdistanê xeterî hîn dom dike. Lê rewşa baş û xweş ew e ku Serokê Kurdistanê piştî daxuyanî û nameya xwe, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê, civatên kêmneteweyan, bangî civîne kir. Di civînê de biryarên hevbeş li hemeberî xeteriyên li Kurdistanê qewimîne wergirtin. Ew biryaran, bi daxuyaniyekê jî, ji raya giştî re diyar kirin.

*****

Daxuyaniya civîna Serok Barzanî ya li gel hêzên Kurdistanê 
li jêr e:

Bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serok roja dûşem 20.04.2015 li Selahedîn bi mebesta raguherîn û duvdaçûn û şîret kirina pirsên niha yên Herêma Kurdistanê civîna hêzên Kurdistaniyan birêveçû.

Kombûn bi mebesta nirxandin û danustandina bîr û ramanên di derbarê şerê terorîstên Da’îş û serkeftinên Pêşmerge û her wiha rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê û serdana çaverê kiriya Serok Barzanî ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka bû û her wiha armanç û naveroka nameya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Parlemen û Hikûmet û aliyên siyasiyan û xistinerûya nêrînên aliyan ya di derbarê destûr û pirsa Serokayetiyê bû.

Di destpêka kombûnê da Serokê Herêma Kurdistanê amadebûyên kombûnê ji rewşa dawî ya bereyên şer û rewşa meydanî ya bereyan û serkeftinên Pêşmerge û rewşa navçeyên azad kirî agahdar kir. Li beşekî dinê kombûnê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê nameyê kir ku pêşkêşî Parlemen û Hikûmet û aliyên siyasiyên Kurdistanê kiribû û wê yekê xisterû ku ev name pêşkêşî hemû aliyek û hemû takekî Kurd hatiye kirin û daxwaz jî kir ku hemû aliyek kar ji bo ewe bikin ku li ragihandinan da bangeşe ji bo alozî û girjiyan neyê kirin. Her wiha nêrîna xwe ya di derbarê pirsa destûr û Serokayetiyê ji bo aliyên beşdarbûyên civînê şîrove kir û balkişand li ser wê yekê ku berî dû sal li nameyek da daxwaz ji Serokayetiya Parlemen û aliyan kiribû ku bi zûtirîn dem li ser meseleya destûr û aliyeta hilbijartina Serok de bigihin encamekî û niha jî bila Parlemen û hemû alî bigihin çareseriyê û destûrê bigihînin qonaxa rapirsiyê. Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz jî kir destûr ji bo gel û welate û pêwîste bi giyanekî nîştîmanî û dûrî li muzayedat bê çareser kirin û di derbarê meseleya Serokayetiyê de wê yekê behs kir ku babet li cem aliyên siyasiyane û bila pêkve bigihin rêkkeftinê û biryarê li ser meseleya Serokayetiyê bidin. Paşê jî daxwaz ji amadebûyan kir ku nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê şerê Da’îş û azad kirina Musil û ajandaya serdana Serokê Herêma Kurdistanê û pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û meseleya destûr û Serokayetiya Herêmê de bixin rû. Piştî guftûgoyekî têr û tije aliyên beşdarbuyên kombûnê gihîştin van encamên xwarê:

Yekem: Beşdarbûyên kombûnê qurbanîdan û cangoriya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya ji bo parastina ax û jiyana hemwelatiyan û pêkhatên neteweyî û olî yan bilind nirxand û tekez li ser palpiştî kirina berdewamiya hêzên Pêşmerge û yekxistin û bihêz kirina şiyana serbaziyên Pêşmerge û her wiha baştir kirina rewşa jiyana Pêşmergeyên qehreman kirin. Her wiha beşdarbûyên civînê hewlên Serokê Herêmê ya li serpereştî kirin û amadebûna li bereyên şer û piştevanî kirina hêzên Pêşmerge bilind nirxand û spasiya hêzên hevpeymanan û dostên gelê Kurdistanê kirin ku hevkariyên serbazî pêşkêşî gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirine.

Dûyem: Civînê de ji bilî li berçav girtina rewşa hestiyar û çarenûssaza ku Kurdistan û Iraq û navçe têde derbas dibe, tekez li ser parastina yekrêziya hêzên aliyên siyasiyan kir ku wekî zaminek ji bo mîsoger kirina serkeftinên gelê Kurdistanê û parastina destkeftan kirin û her wiha aliyên siyasiyên beşdarbuyê kombûnê tekez jî li ser mafên rewayên gelê Kurdistanê kirin û palpiştiya xwe ji bo wan hemû hengavan nîşan dan ku bi berev mîsoger kirina mafên gelê Kurdistanê û parastina destkeftan û pêşveçûna doza rewaya gelê Kurdistanê ve diçin. Li gel ewe jî bi pêwîstî zanîn hewlên aliyên siyasiyan û dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çaksazî û nehiştina kêmasiyan bê bi hêztir kirin.

Sêyem: Beşdarbûyên kombûnê tekez li ser berdewamiya guftûgo û baştir kirina peywendiyan û bi cîhkirina rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha berfireh kirina peywendiyên dostane û hevseng li gel cîranan kirin û wê yekê dûpat kirin ku Herêma Kurdistanê sedema aramî û geşbûna navçeyê û aştî û çareser kirina kêşe û giriftan dibê.

Çarem: Beşdarbûyên civînê palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Serokê Herêmê û şanda li gel ya Amerîkayê ragihand û pêşniyar û nêrînên xwe yên di derbarê ajandaya vê serdanê xistinrû.

Pêncem: Civînê de ji bilî tekez kirina li parastina siyade û yek perçeyî ya axa Herêma Kurdistanê û kar kirina ji bo serxistina proseya yek xistina hêzên çekdarên Herêmê li bin sêwana Wezareta Pêşmerge, eve jî dûpat kir ku pêwîste aliyên siyasiyan kar ji bo hêwirkirina ragihandinê û dûr xistina wê nefesê bikin ku dijî bexteweriya hemwelatiyan û yekrêziya nîştîmaniye. Civînê de refza hemû hewl û bangeşeyek jî kirin ku ji bo sepandina nêrînek ku li derveyê yasa û serwerî û taybetmendiyên Herêma Kurdistane.

Şeşem: Di derbarê meseleya destûr û Serokayetiya Herêmê aliyan tekez li wê yekê kirin Destûr û Serokayetiya Herêmê pirsekî nîştîmaniye û divê hemû alî bi nefesekî nîştîmanî û dûrî li girjî û muzayeda siyasî û ragihandinê muamele li gel da bikin û derfet bi wê lîjneyê bidin ku ji aliyê Parlemen ve ji bo nirxandina Destûr hatine hilbijartin û her wiha pirsa Serokayetî jî li çarçêweya yasa û komdengiya aliyên siyasiyan bê çareser kirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamî
Partiya Sosyalîsta Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Komunist a Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşan(Kedkaran)
Nûnerê Kutleya Turkmenên li Parlemena Kurdistanê
Nûnerê Kutleya Mesîhiyên Kurdistanê

Amed, 04. 05. 2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir