Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di roja 02.10.2021ê li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Mustafa Özçelik, di derbarê helwesta Cîhgirê Serokê Grûba Parlamentoyê ya İyi Partîyê Lutfu Turkkan, ya li dijî yasayîbûna PAKê û partîyên ku di navê wan de ‘Kurdistan’ heye, di derbarê helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn û ya Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê de roja 02.10.2021ê li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist.

Mustafa Özçelik bi Kurdî û bi Tirkî axaft.

Telewîzyonên Kurdî eleqeyeke baş nîşanî civîna çapemenîyê dan.

Heyeteke PSKyê bi serokatîya Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek,nûnerên TEVGER û Pêlkurdê, nûnerê KKPyê Kendal Şîmşek, , nûnerê Partîya Azadîyê Cemal Satî , Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê Grûba Dîcle-Firatê Muhittin Batmanlı, hiqûqnas, sîyasetmedar İbrahîm Guçlu û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, li gel rêveber û endamên PAKê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik ragihand ku rêvebir û siyasetmedarên Tirkiyê di derbarê Kurdistanê de bi standardên dualî tevdigerin û got, “dema ku Kurdistan li hesabê wan bê qebûl dikin, lê dema ku li hesabên wan neyê jî tine dihesbînin û herwiha carna jî ji ber peyva Kurdistanê an jî Alaya Kurdistanê xelkê ceza dikin.” Ozçelik herwiha dibêje divê hemû qedexeyên li ser Kurdistanê bên rakirin.

Serokê Giştî yê PAKê roja Şemiyê 2yê Cotmeha 2021ê li Amedê derbarê wan nakokiyên ku niha li ser navê partiyan wan daxuyanî da û got ku PAK partiyeke rewa ye û mohleta wan a fermî heye.

Derbarê wan nakokiyên ku niha li ser navê wan partiyan heye ku Kurdistan pêve ye,  Mistefa Ozçelîk got: “Mohleta wan a karkirinê ya fermî heye. Raste doza li hember me dewam dike lê em partiyeke yasayî ne,”

Ozçelîk da zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn,  di rûniştina xwe ya taybet ya di heqê  budçeya PAKê ya sala 2018ê de, budçeya partiyê pejirand û ev biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn di roja 25.09.2021ê de di Rojnameya Fermî ya Dewleta Tirkiyeyê    de hate belavkirin.

Dierbarê bidestxistina mafê partibûnê de jî Ozçelik dibêje: ”Li gorî qanûna damezrandina partiyan, li Tirkiyê damezrandina partiyan ne bi îzna dewletê ve ye. Ango, 31 hemwelatiyên Dewleta Tirkiyeyê bername û destûra xwe û   nasnameya xwe, wekî dosyayekê teslîmî  Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dikin da ku vaye wan ev partî damezrandî ye. Di beramberî teslîmkirina vê dosyayê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ’belgeya ewraq teslîm wergirtinê’ dide damezranêren wê partîyê. Ev ’belgeya ewraq teslîm wergirtinê’ dibe belgeya fremîbûna wê partiyê

PAKê di roja 17.11.2014an dosyaya xwe ya damezrandinê teslîmî Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkiyê kir.Lê Rêveberên Wezaretê bi awayekî ne qanûnî, ‘belgeya ewraq teslîm wergirtinê’ nedan damezranêrê PAKê. Rêveberên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di roja 11.12.2014an de ‘dokumenta ewraq teslîm wergirtinê’  teslîmî rêveberên PAKê kirin û PAKê wek partiyeke yasayî jî dest bi xebata xwe kir.”

Têkildarî doza girtinê ya li dijî PAKê hate vekirin de jî Ozçelik diyar kir: ”Serozgerya Dadgeha Bilind a Tirkiyê di roja 11.02.2015an de, Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê jî di roja 22.12.2016an d ji PAKê re cuda cuda îxtar şandin û  gotin  nvê PAKê û bernemaye PAKê li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkiyê    û li dijî Qanûna Partîyan e. Divê PAK nav û bernameya xwe biguherîne.

PAKê li gel hiqûqnasan, roja 13.03.2015ê bersîva Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkiyê, di roja 22.12.2016ê de jî bersîva  Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê da û got `Em nav û bernameya partiya xweî naguherînin. Heger pêwîstîya guherînekê hebe divê ew jî guherîna  Qanûna Bingehîn a Tirkiyê û qanûnên  peywendîdar yên din bin.` Hebûn û navê miletê Kurd û Kurdistanê, daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd hemû meşrû ne. Herweha li gorî hiqûqa navnetewî û li gorî madeya 90emîn yaQanûna Bingehîn a Tirkiê jî, PAK bi bernameya xwe û bi vî navê xwe, weke partiyeke yasayî  dikare xebatên xwe bimeşîne. Piştî ku PAKê li gorî îxtara Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkiyê û îxtara Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê nav û bernameya xwe neguhert, Dadgeha Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkiyê di rûniştina xwe ya roja 17.01.2019an doza daxistinê li PAKê  vekir. PAKê parastina xwe  ya ewil di roja 24.04.2019ê , parastina xwe ya dawî ya, di roja 14.06.2019ê de teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir û bi Kurdî û bi Tirkî nav û bernameya xwe parast. Piştî doza girtinê di heqê PAKê de hate vekirin, Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi awayekî ne qanûnî û ne hiqûqî, navê PAKê ji lîsteya partiyên fermî derxist.

Nuha doza girtinê ya di heqê PAKê de hatiye vekirin dewam dike. Em li bendê ne ku, Qanûna Bingehîn a Tirkiyê ji bo parastina bi devkî bangî me bike û êdî biryar bê dayîn.

Berîya  ku doza girtinê vebe PAKê di sala 2017ê de Kongerya xwe ya Asayî ya Yekemîn, piştî ku doza girtinê vebû di roja 18.10.2020ê de jî  Kongerya xwe ya Asayî ya Duyemîn bi beşdarîya Nûnerên Lijneya Hilbijartinan a Dewleta Tirkiyê li dar xist. Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkiyê jî wek fermî herdu kongre jî pejirandîye.”

Ozçelik eşkere ki ku budçeya PAKê jî her sal ji alîyê  Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê ve tê pejirandin û got: “Eşkere ye ku biryara pejirandina  budçeya PAKê ya ku  Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê di roja 25.09.2021ê de di Rojnameya Fermî ya Dewleta Tirkiyê de belav kiriye jî, li dar xistina du Kongreyên Asayî jî nîşan û pejirandina yasayîbûna PAKê ne.”

“Kurdistan ne asteng e”

Serokê PAKê tekez kir ku nave “Kurdistanê” navê welatekê ye û li ber avakirina partîyeke yasayî ne asteng e û wiha pê de çû: “Me wek PAK, di parastina xwe ya ku di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê de kir jî bi awayekî zelal me got, Kürdistan navê welatê me ye. Me got, Kurdistan navê wê cografyayê ye ku kurd bi hezaran sal e lê dijîn û ew ji xwe re kiriye welat. Kurdistan li Asyaya Pêş û Rojhilata Navîn welatê herî kevn e û neteweyê kurd jî niştecîyê vê cografyayê yê herî qedîme.

Kurdistan welatekî parçebûyî ye. Kurdistan di sala 1639an da, bi Peymana Qesra Şirîn, di navbera Împaratorîyên Osmanî û Farisî da bû du parçe, di sala 1923yan da jî bi Peymana Lozanê, bû çar perçe. Piştî damezrandina dewletên Iraqê û Sûrîyeyê, Kurdistan bi daxwaz û erêkirina hêzên navneteweyî vê carê di navbera Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriyeyê da bûye mêtingeheka navneteweyî. Herêma Federe ya Kurdistanê di binyata Dewleta Iraqa Federal de herêmek e ku ji alîyê Qanûna Bingehîn ya Iraqê û hiqûqa navneteweyî ve hatiye nasîn û Tirkîye di asta konsolosxaneyê da lê tê temsîlkirin û têkilîyên siyasî, ticarî û dîplomatîk li gel wê hene.

Ji ber van sedeman, tu maf bi qasî vî mafî ne xwezayî û demokratîk e ku partiya me bi navê welatê xwe hatiye avakirin.”

“Qedexekirina navê Kurdistanê înkarkirina gelek tişta ne”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Ozçelik got: “Qedexekirina navê Kurdistanê, hem înkarkirina rastîyeka cografîk, etnîk û dîrokî ye, hem jî piştguhkirina navekî ye ku di biryar û belgeyên resmî yên Dewleta Osmanî û Dewleta Komara Tirkiyê de hatibû qebûlkirin.”

Ozçelik çend di heqê bikaranîna navê Kurdistanê de çend nimûneyan ji belge û dokumantên fermî yên Dewleta Osmanî û Dewleta Komara Tirkiyê pêşekeşî kirin:

“Têgiha Kurdistanê cara yekem ji alîyê Sencar Begê Siltanê herî dawî yê Împaratorîya Selçûqî ya Mezin ve, ji bo Eyaleta Kurdistanê hatiye bikaranîn ku paytextê wê bajarê Biharê bû ku îro navenda wê di nava sînorên Dewleta Îranê da nêzîkî  Hemedanê ye.  Piştî Şerê Çaldiranê (1514) yê Siltanê Osmanî Yavuz (I) Selîmî li dijî  Dewleta Sefewî kiribû, guherînen girîng di têkilîyên kurd û osmanîyan da çêbûn. Bi wesiteya Îdrîsê Bedlîsî ku mezinekî kurdan bû, statuyeka nû bi dest kurdan ve ket. 28 begên kurdan (Umera-yî Ekrad) yên ku ji Îrana dema me heta Îraqê, ji Sûrîyeya dema me heta bakurê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê  hakimên cografyayeka berfireh bûn; bi hinek îmtîyazan soz dan ku girêdayî Dewleta Osmanî bin. Di belgeyên wê demê da Kurdistan wekî têgiheka cografîk dihatbikaranîn.

Navê Kurdistanê dîsan wekî têgiheka cografîk di fermanên Qanûnî Siltan Silêmanî yên 1525 û 1553yan da jî hebû. Şerefxanê Bedlîsî yê ku wekî Mîrê Kurdan dihate nasîn, di berhema xwe ya Şerefnameyê da ku di salên 1596-97an da nivîsîbû, digot: Sînorên welatê kurdan ji peravên Deryaya Hurmizê (Kendava Besreyê) ya ji Okyanûsyayê veqetîyayî dest pê dike û li ser xeteka rast heta dawîya wîlayetên Mereş û Meletîyê dewam dike. Bi vî awayî, alîyê vê xetê yê bakurî ji Faris, Îraqa Ecem, (Eyaleta Kuzistanê ya başûrrojavayê Îranê), Azerbeycan û Ermenistanê pêk tê. Li başûrê wê jî Îraqa ereb, wîlayetên Mûsilû Dîyarbekirê hene.

Ehmedê Yekem ê Siltanê Osmanî, di fermana xwe ya sala 1604an da têgiha Kurdistana  Umûmî bi kar anîbû.

Ewlîya Çelebîyê nivîskarê sedsala 17emîn di gernameya (seyahetname) xwe ya navdar da, bi hûrgilî behsa kurdan, zimanê kurdî, herêma Kurdistanê û bajarên wê (Erzirom, Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Mûsil û gelek bajar û bajarokên din) kiribû. Ewlîya Çelebî  dibêje “Kurdistan welatekî mezin e. Alîyekî wê ji dîyarên Erzirom û Wanê dest pê dike û Hekarî, Cizîr, Îmadîye, Mûsil, Şehrizor, Herîr, Erdelan, Derne, Derteng ji tê da, heta Kendava besrayê bi qasî mesafeyeka 70 qonaxî dihê hesibandin. Heger ev şeş hezar eşîr û qebîleyên kurdan di nava van çîyayên bilind ên navbera Îraqa Ereb û Dewlet Osmanî da nebûna bendeka xurt, ji bo qewmê ecem dagîrkirina Anatolîyê dê pir hêsan bûya. (…..) Lê ev bi qasî berayî û dirêjîya Kurdistanê ne fireh e…” Çelebî bi vî awayî ew tezên Şerefxanê Bedlîsî ducare dikirin ku digot, otonomîya mîrnişîn û eşîrên kurdan, li gel siyaseta împaratorîyê ya ewlehîyê digunce.

Di dema Evdilmecîdê Padîşahê Osmanî da, piştî têkbirina serîhildana Bedirxan Begî ya sala 1847an, Eyaleta Kurdistanê bi awayekî resmî hat damezirandin. Li gor fermana ku di Teqwîmî Weqayî ya 14ê Çileya Pêşîn ya 1847an da hat weşandin, Eyaleta Kurdistanê ji Eyaleta Diyarbekirê, sencaqên Wan, Mûş û Hekarîyê û qezayên Cizîr, Botan û Mêrdînê pêk dihat. Paytextê wê, bajarê Xelatê bû û walîyê yekem jî Esad Paşayê Walîyê Mûsilê bû. Evdilmecîdî  ‘li ser şerefa ku herêm ji Bedirxan Begî ve bi şûn da hatibû stendin’, her heman salê Medalyaya Kurdistanê jî dabû çêkirin. Li ser wê medalyaya sêcureyî ya  ji zêr, zîv û bronzan ku çapa wê 29 mm bû, hilpişandina çîyayên Kurdistanê, navê Kurdistanê û 1263yê (1847) li gor salnameya Rûmî sala êrîşê hatibûn nivîsîn. Li pişta madalyayê jî tuxreya Evdilmecîdî hebû.

Di Qamûs el-Alema berhema Şemsedîn Samîyî ya ku  di 1889an da hat weşandin da, di benda wê ya “Anatolî”yê da navê herêma ‘başûrrojhilata Dewleta Tirkiyê ’, wekî herêmê Kurdistanê hatibû danîn.

Di Cografyaya Umûmi (nivîskarê wê Ahmet Cemalê Yenişehirî bû), ya ku di 1890î da hatibû weşandin û li dibistanên dewletê yên sivîl û leşkerî dihat xwendin, welatê Osmanî berê bûbû du beş; wekî Ewropaya Osmanî û Asyaya Osmanî; Asyaya Osmanî jî dabeşî şeş herêman bûbû: 1) Anatolî, 2) Adalar, 3) Kurdistan, 4) Îraq, 5) Sûrîye û Filîstîn, 6) Hicaz û Yemen. Ev binavkirin di pirtûkên nivîskarî yên din da jî hatibû ducarekirin. Bi kurtî, di dema Evdilhemîdê II-em da tu acizîyek ji navê Kurdistanê tune bû.

Heger em li wê tezkereya ku wezîrên Îtîhatçîyên ku Evdilhemîd ji ser textî daxistibû binêrin, Mihemed Elî Begê Wezîrê Karûbarên Hundirîn ji Ferîd Begê Wezîrê Karûbarên Derveyî ra di 13-14ê Nîsana 1335/1919an da şandibû, dê bê dîtin ku wê gavê jî tu acizîyeka birêvebirina dewletê  ji têgihên mîna Kurd û Kurdistanê  tune bû.

Em dizanin ku Mistefa Kemal jî di wan telgrafan da ku ji serokeşîrên kurdan ra şandibû,  di wê nameya xwe da ku ji bo Çîçerînê Wezîrê Sovyetê yê Karûbarên Derveyî ra nivîsîbû û di hin axaftinên xwe yên Meclîsê da gelek caran navê Kurdistanê bikar anîye. Herweha em wê jî dizanin ku ji wan endamên Meclîsa Yekema Komara Tirkiyê    ra ku ji ‘‘Rojhilatê  Tirkiyê   ’ hatibûn, “Parlamenterên Kurdistanê” hatiye gotin.

Di axaftinên Mistefa Kemal Atatirkî yên ku di Protokolên Meclisê yên nihênî da hene, gelek caran behsa navê Kurdistanê tê kirin. Serokkomarên Tirkiyê Turgut Ozal û Suleyman Demirel jî gelek caran behsa ‘realîteya Kurdan’ kiribûn.

Heger hûn Protokolên Meclîsê bixwînin, hûn dê bibînin ku herî dawî, gava ku Serokkomarê Tirkiyê    Recep Tayib Erdoganê birêz Serokwezîr bû, di axaftina xwe ya ji bo grûpa partîya xwe ya sala 2013an da gotibû,‘bajarên me yên rojhilat û rojhilatbaşûrê bi navê Kurdistanê hatine binavkirin’ û weha dewam kiribû: `Heger hûn li welatên pêşketî binêrin, li yekî ji wan jî tiştekî wekî tirsa ji sîstema eyaletê, endîşeya  ji sîstema eyaletê tune ye. Tam berevajî vê, sîsitema eyaletan li wan welatên xurt,  pêşveçûnan bileztirdike û di demokrasîyê da nemaze reqabeta siyasî çêdike. Ev yek nîşana bihêzbûnê ye. Heger em vegerin  ser dîroka xwe. Gava em li Dewleta Osmanî dinêrin, di wê Osmanîya xurt da, ji bo nimûneyê, pir balkêştir e ku Eyaleta Lazistanê heye, Eyaleta Kurdistanê heye. Em diçin alîyê başûrî, dîsan bi heman awayî sîstemên eyaletan hene. Çima? Çunkî Osmanî xurt e û bêyî ku bitirse, bi awayekî hêsanî ev mafê han dane.

Receb Tayyip Erdogan ê birêz, di serdana birêz Serok Mesud Barzan ya Diyarbekirê de jî behsa Kurdistanê kiribû. Belê, têgiha Kurdistanê hem ji alîyê Dewleta Osmanî ve, hem jî piştî avakirina Dewleta Komara Tirkiyê    jî di belgeyên resmî da gelek caran hatiye bikaranîn.”

“Standareke Rêvebirên Tirkiyê nebûye”

Serokê PAKê tekez kir ku divê tevahiya qedexeyên li ser Kurdistanê bêne rakirin û got: “Lê rêveberên Dewleta Tirkiyê  di bikaranîn û qebûl kirina nave Kurdistanê de her bi helwesteke cot standartî  tevgeriyane.Îro jî her ev cot standartî berdewam e. Dema ku Kurdistan li hesabê wan be û qebûl dikin, lê dema ku li hesabên wan neyê ji jî tine dihesbînin û herwiha carna jî ji ber peyva Kurdistan an jî ala Kurdistanê xelkê ceza dikin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *