PIRTÛKEK MINAQEŞEYA SIYASÎ ”KULTUREKE POLÎTÎK Û PARADÎGMAYEK NÛ”

Lokman Polat

Li gor dîtina min niha ji bo pirsa doza netewa kurd û Kurdistanê dîtinên herî rast dîtinên ku di deklerasyona TDK-Tevgerê de hatine nivîsîn û ji raya giştî re hatiye belavkirin û herweha wek şexsiyet dîtinên birêz Mehmet Selîm Uzun û birêz Fuat Onen in.

Pirtûka rahmetî Abit Gurses di nav weşanên ”Rûpel”ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk bi kurdî ye û 192 rûpel e. Di destpêka pirtûkê de bi sernavê ”Çîroka vê kitabê” da agahdariya amadekirina pirtûkê û pêvajoya nivîsîna wê tê qal kirin. Abit û hinek nivîskarên kurd ên din di şûna peyva ”pîrtûk”ê de peyva ”kîtab” bi kar tînin.

Di pirtûkê de 21 sernav hene. Mijara hemûyan curbecur e. Ez ê behsa hemû sernavan na, qala hinek mijarên ku bala min kişandine û ji bo min balkêş in bikim.

Armanca nivîsîna pirtûka Abit Gurses ji bo li pey peydakirina alternatîfeke siyasî, girseyî, pirrengî, pirdengî, legal, meşrû, qanûnî bûn e. Ew pêşî wek reşnivîs/taslak nivîsek 35 rûpel dinivîse û ji hinek dostên xwe re dişîne. Bi pêşniyarên wan nivîsa xwe berfereh dike û paşê weke pirtûk diweşîne. (Nivîs tirkîye paşê werdigerîne kurdî.)

Di pirtûkê de digel ku li gorê dîtina min, bîr û raya min ango li gorê fikir û ramanê min hinek şaşî hene jî, ez ê rexne li şaşiyên wî, li fikrên wî ên ku ez nerast dibînim, rexne negrim. Ji bo ku nivîskarê pirtûkê Abit Gurses bi nexweşiya penceşêrê/qanserê çû ser heqiya xwe, ez ê rexne lê negrim û wî bi rêz bi bîr tînim.

Gelek baş bû ku ew beriya here ser heqiya xwe di pirs û pirsgirêkên siyasî de, di pirsa doza netewa kurd û Kurdistanê de dîtinên xwe nivîsî û pêşkêşê raya giştî a gelê kurd kire. Ez di serî de bibêjim; pirtûk hejayê xwendinê ye û divê kurdên welatparêz bi taybetî jî kurdên siyasî vê pirtûkê bixwînin.

Ez ê di vê nivîsa xwe de derbarê naveroka pirtûkê. Mijarên ku têde ne weka agahdarî binivîsim û cih bi cih binirxînim, şîrove bikim, lêbelê şîroveyên nerexneyî. Ez ê bal bikşînim ser mijaran û behsa dîtin û ramanên Abit bikim.

Abit Gurses dibêje; di lêgerîna alternatîfeke nû a legal de kadroyên siyasî xwe ji kultura berê rizgar nekirine û lewre jî gelek şaşiyan kirine. Ew di şûna kultura berê a siyasî de kultureke polîtîk a nû diparêze û pêşkêşê xwendevanan dike.

Li gor argumentên/îdîayên Abit Gurses tevgera siyasî a bakurê Kurdistanê nikare xwe nûjen bike. Abit ji bo nûjentiyê, pêkanîna kultureke nû pêşniyazên xwe di pirtûka xwe de pêşkêş dike. (Ew di şûna peyva tevger de hareket û peyva çandê de peyva kulturê bikar tîne.)

Di pirtûkê de di derbarê ”kultura polîtîk çi ye?” de agahdariyên berfereh tê dayin. Ev pirtûk di esasê xwe de ji hêla naveroka wê, divê kurdên ku kar û xebata rêxistinî dikin û bi siyasetê re, bi çalakiyên têkoşîna gelê kurd a ji bo doza netewî têdikoşin bêxwendin ji bo wan kadiran gelek baş e.

Digel mijara kultura polîtîk, gelo çima problem rêxistinî ye? Çima kurd mezintirîn mîletê/neteweyê bêdewlet yê dinyayê/cîhanê ne? Bêtifaqiya nav kurdan de û gelek mijarên din di pirtûkê de têne rave kirin. Mijarên di pirtûkê de girîng in, lewre jî ez dibêjim divê kurdên siyasî, nivîskar û rewşenbîr pirtûkê bixwînin. Helbet pêşniyara min a ji bo xwendina pirtûkê nayê vê maneyê ku ez yan jî yê ku bixwîne bi tevayî dîtinên di pirtûkê de ne rast dibîne yan jî wan dîtinan diparêze.

Ji derê naveroka pirtûkê, wek gelemperî ez vê bibêjim; di dema niha de îdeolojî û siyaseteke rast parastin, ji bo pirs û pirsgirêka doza netewa kurd û Kurdistanê dîtinên rast û maqûl parastin pere nake. Tu çiqas dîtinên rast biparêzî jî dema partî an rêxistina te xurt nebe, tu xwedî hêzek gewre nebî, piştgiriya gelêrî li pey te nebe, nikaribî çalakiyên girseyî pêk bînî, nikaribî têkoşîneke netewî û demokratîk bimeşînî, qîmeta wan dîtinên rast zêde tune.

Niha di vê demê de hêza herî xurt ku xwedî gelek dîtinên şaş e û ji hêla îdeolojî û siyasetê ve miriye, ji bo ku hêza wê xurt e, piştgiriya gel li pey e, dikare çalakî û xwepêşandanên girseyî pêk bîne, di siyasetê de xwedî bandor e. Bandora wê a siyasî neku ji bo siyaseteke rast dimeşîne ye.

Di hêlek din de partiyên ku bi nav û nasnameya kurd û Kurdistanî hatine damezrandin û dîtinên wan ji bo doza netewa kurd dîtinên baş in, ras in lê ji bo ku hêza wan tune nikarin bandorê li ser siyasetê daynin û bimeşînin. Li gor dîtina min niha ji bo pirsa doza netewa kurd û Kurdistanê dîtinên herî rast dîtinên ku di deklerasyona TDK-Tevgerê de hatine nivîsîn û ji raya giştî re hatiye belavkirin û herweha wek şexsiyet dîtinên birêz Mehmet Selîm Uzun û birêz Fuat Onen in. Herdu jî kedkarên siyaseta doza kurd û Kurdistanê ne, serxwebûnxwaz in û siyaseteke rast diparêzin. Lê ka ev herdu şexsiyetên hêja çiqas dikarin li ser birêvebirina siyasetê bandor daynin û wê bimeşînin.

Piştî van çend gotinên min ên gelemperî, em vegerin pirtûka rahmetî birêz Abid Gurses. Di pirtûkê de, di beşa sernivîsa ”Hîn tespîtên giştî” de behsa wezîfe û mîsyonên partî û rêxistinên kurdan tê qal kirin. Ew bi xalên giştî, taybetmendiya rewşa civaka kurd, realîteya objektîf a kurdan radixe ber çavan. Di pirtûkê de bi berferehî tê qal kirin ku dewleta tirk hebûna xwe, refleksên xwe li ser înkarkirina kurdan ava kiriye. Civaka tirk çiqas pir bi dewleta tirk ve girêdayiye û çawa ordiya/artêşa tirk pîroz dibîne, bi mînakên berbiçav tê rave kirin.

Abit Gurses dibêje; gelê tirk dua dike, dibêje; ”Xwedê zevalê nede ordiya me, dewleta me.” Bi rastî jî tirk ecêb dewletparêz in, artêşperest in û di mejiyê wan de runiştiye ku hebûna wan li ser zilm û zordariya li ser kurdan, bi domandina dagirkeriya Kurdistanê dikare bidome. Kurd tunebin ew hene, kurd hebin ew tune dibin. Ev mentalîte di mejiyê tirkan de runiştiye.

A rastî jî, îngilîzan ji tirkan re dewlet damezrandin û ew dewlet bi xêra xulamiya kurdan heta niha hatiye meşandin. Sîyaseta esasî a dewleta kemalîst siyaseta înkarkirin û dijminahiya kurdan e. Ev siyaseta dewleta tirk a şoven, nîjadperest û faşîst li hemberê kurdan di rojhilata navîn û li tevahiya dinyayê/cîhanê pêk tê. Ev siyaseta înkar kirin û dijminahiya kurdan ji dema damezrandina komara Tirkiyê ta îro berdewam e.

Di pirtûkê de ji bo têkçûna serîhildan û şerên çekdarî çend pirsên gelek girîng hene. Abit Gurses bersîva pirsan nedaye, lê pirsên gelek girîng in û ji bo bersîvên van pirsan divê lêkolînên berfereh werine kirin, kar û xebatên curbecur û şîroveyên teorîk, akademîk pêwîst e.

Li ser mijara nexweşiya bêderman a kurdan bêtifaqî jî dîtin û şîroveyek berfereh heye. Ew bi gotina nemir Ahmedê Xanî dest pê dike, ji dema Sultanê Osmanî Yavuz Selîm ta îro dinirxîne, şîrove dike. Di pirtûkê de rewşa başurê Kurdistanê tê nirxandin û rexneyên di cî de li YNK û PDKê tê girtin. Herweha li ser rojavayê Kurdistanê jî şîrove heye û rexne li PYD û ENSKê hatiye girtin. Rexneyên ku nivîskar Abit Gurses li wan girtiye rexneyên çêker in, di cî de ne û bi heq e.

Nivîskar Abit Gursesê rahmetî di pirtûka xwe de di beşa ”Ziman û nasname” de bal dikşîne ser girîngî û pêwîstiya li ziman û nasnameya kurdî xwedîderketinê. Di pêwîstiya kurdî axaftinê de rexne li partî û rêxistinên kurdên bakur tê girtin ku civînên xwe de bi tirkî axifîne û diaxifin. Wek mînak jî rêxistina ku ew bi xwe tê de xebitiye ango li Rizgariyê rexne digre.

Di beşa ”Ol, kultur û dîrok”ê de tiştên gelemperî tê rave kirin û bal dikşîne ser dewletên dagirker çawa Îslamiyetê wekî çekekî îdeolojîk û siyasî li hemberê kurdan bi kar anîne û tînin. Di beşa sernavê wê ”Dîrok” de pêwîstiya zanîn û fêrbûna dîroka kurd û Kurdistanê aniye zimên. Ji dema damezrandina T.C./K.T. ta niha bu sed salin ku dewleta kemalîst têgeha dîrokê li ser bingeha derewan bi awayeke sexte û bi derewan hatiye bicihkirin.

Li ser rewşa kurdên metropolan jî dîtin û pêşniyar hene. Di beşa sernivîsa ”Tevgerek çawa, rêxistinek çawa?” de pêwîstiya partiyeke girseyî, demokratîk, sekulerî, pluralîst û mayînde ji bo hebûn û mafê netewa kurd pêwîst dibîne. Di vê beşê de nivîskar rexneyan li HDPê û HUDAPARê girtiye.

Di sernivîsa ”Legal û Îlegal” de sedemên ku partî û rêxistinên kurdan îlegal hatin damezrandin tê qal kirin. Siyaseta dewletê a li dijê kurdan, înkarkirina kurdan û kurdan wek cudaxwaz dîtin bubû sedem ku kurd rêxistinên îlegal damezrînin.

Di mijara ”Vî eqilî ji kê re xizmet kir” de rexne li partî û rêxistinên kurdan ku di dema çûyî de siyaseteke şaş meşandin û şaşiyên ku hatin kirin ji çi re xizmet kir şîrove dike û çend mînak ji kovara Rizgarî, Xebat, Ozgurluk Yolu/Riya Azadî, Pêşeng/Ddkd, Kawa, Pkk û hwd dide û wan şaşiyên wan şîrove dike.

Di beşa ”Çewtiyên me yên berê çine” de gelek çewtiyên berê, xetayên dema çûyî, şaşiyên siyasetên partî û rêxistinên kurd tê rave kirin. Xeta û şaşiyên îdeolojîk û siyasî û mijara antî feodalîzmê, antî emperyalîzmê jî tê şîrove kirin.

Di beşa ”dema çewtiyên berê” de ji hevûdu kuştina partî û rêxistinan û kuştinên ji nav xwe, ji nav rêxistinî ango di ji hevûdu veqetandina rêxistinan û kesên ku ji bo ji rêxistina xwe veqetiyane ji alî rêxistinê ve hatine kuştin tê rexne kirin. Lê ew kuştina rahmetî Mursel Delen bi yek rêzek dinivîse. Lêbelê ew behsa piştî wê bûyera kuştinê ku ji alî Rizgariyê ve bi belavokeke bi îbret û sosret li wê kuştinê xwedî derketin û parastin nake, wê broşûra ku bi tirkî navî ”Bîr olunun yan jî bir olumun anatomisi” bû rexne nake. Di hêla kuştinên nav xwe û kuştinên ji rêxistinê derveyê xwe de ji blî Ala Rizgariyê destên hemû partî û rêxistinan bi xwîn e, destên wan ketiye xwîna hevalên wan, xwîna welatparêzên derveyê wan ên ji rêxistinên din. Di vê hêlê de tenê Ala Rizgarî pak e, paqij e.

Rahmetî Abit Gurses ji bo nirxandina dema çûyî rexne li hemû partî û rêxistinên kurd digre, lêbelê di rexneyên xwe de li Ozgurluk Yolu/Riya Azadî neheqî dike û ew ji bo Rizgariyê jî bi tolerans e. Ji bo şaşî û xetayên ku di dema çûyî de, di paşeroja jiyana rêxistinan de yê ku herî pir rexneyê heq dike û divê rexne lê were girtin digel Pkk, Ddkd, Kawa û Ozgurluk Yoluyê, Rizgarî ye. Heger mirov xeta û şaşiyên Rizgariyê bi tevahî û bi teferuat binivîse nivîseke ji Rizgarî hejmar 7 zêdetir bi qasî pirtûka rahmetî Abit Gurses pirtûkek derdikeve holê. Min digot qey dê Abit Gurses ji bo dema çûyî herî pir rexne li Rizgariyê bigre, lê wî herî hindik rexne li Rizgariyê girtiye û diyare tiştê ku hesabî nehatiye qet bahs nekiriye. Lê min di seriya nivîsa xwe de gotibû ez ê rexne li rahmetî Abit negrim û gotara xwe bi çerçeweya naveroka pirtûkê sînor bikim û derbarê naveroka pirtûka wî de agahdarî bidim. Min weha jî kir. Xwezî min pirtûka wî dema ku ew sax bû, dijiya bixwendana û hinek tiştan û herweha gelek şaşiyên Rizgariyê pê re minaqeşe bikira,

Min ê ne ji bo pirtûka Abit Gurses ji bo gelemperî derbarê siyaseta kovara Rizgarî de, bêîstîqrariya dîtinên wan, guhertina fikir û ramanên wan, nakokiyên di navbera hejmarên wan de, teoriya ditîna di çar parçeyan de yek rêxistinek, di hêla îdeolojîk û siyasî de li hemberê partî û rêxistinên kurd ên din bi şêweyeke zimantûjî û êrîşkariya îdeolojîk, sosreta dîtinên ku di broşura ”Bîr olumun anatomîsî” de parastina dîtinên dijminahiya kesên ji xwe veqetiyayî û kuştina wan kesan rewa dîtin, ji welatparêziya wan ta Troçkîstiya wan, ji dîtînên wan ên partiya girseyî û damezrandina partiya wan a komunîstiyê bi helwesteke rexnegirî binivîsiya, lê nivîsa min a derbarê pirtûka rahmetî Abit Gurses dirêj bû, loma êdî pêwîst nake ez van mijarên ku min li jor bahs kir binivîsim. Di esasê xwe de divê Rizgarîcî û Ala Rizgarîcî bi xwe dema xwe ya berê binirxînin û şaşî û xeletiyên xwe destnîşan bikin, binivîsin  hîn baştir û rastir e.

PÊVEK / TÊBINÎ

Rahmetî Abîdîn Gurses bi nave Evdo hatibû nasîn. Wî berê nivîs, nûçe û gotarên curbecur bi vî navî lê bi tirkî dinivîsî. Dema min bihîst ku wî bi kurdî pirtûkek siyasî nivîsiye keyfa min hat. Pirtûkên îdeolojîk û polîtîk yên bi kurdî kêm in û ev xebatek baş bû ku bi kurdî nivîsîbû.

Dema wî ji bo danasîna pirtûka xwe li kitêbxaneya kurdî a li Stockholmê civîn çêkir, ji bo ew nexweş bû û ez jî nezle/grip bubûm ez neçûme civînê. Piştî ku ez baş bûm, min xwest ez ji serokê şaredariya /belediya Tatwanê ê berê birêz Mehmet Ozalp re telefon bikim û em herdu bi hevre herine serlêdana wî. Lê, çi heyf ku di heman rojî de min bihîst ku Evdo çûye ser heqiya xwe.

Min Evdo cara pêşîn li bajarê Amedê, di buroya weşanên Komalê de dîtibû. Weşanên Komalê li Amedê di binê sînemaya Dîlanê de dikanek vekiribû hem wek buroya weşanxaneyê bû û hem jî li wir pirtûkên Komalê û kovara Rizgarî difrotin. Ez çûm wir, min ew li wir dît, min pirtûka Xalfîn a li ser dîroka Kurdistanê kirî. Sala wê nayê bîra min, sala ku pirtûka Xalfîn nû derketibû, ew sal bû. Pirtûka Xalfîn pirtûkek hêja ye û divê her kurd wê pirtûkê bixwîne. Min xwend û ji wê pirtûka li ser dîroka kurdan gelek hez kir. Paşê jî li Swêdê min ew carek din xwend.

Piştî darbeya leşkerî a faşîst, dema ez li Suriyê bum Evdo jî li wir bû, lê me hevûdu nedît. Dewleta Suriyê 3 endamên Rizgariyê girtibû teslîmê komara Tirkiyê kiribû û lewre jî zilamên Rizgariyê newêrabû serbest bigerin, li wir jî wek ku di îlegalîteyêdebin.

Piştê ku ew jî û ez jî em hatin Swêdê, Rizgariyan dest bi weşana rojnameya ”Kurdistan Press”ê kirin, rojek ez çûm buroya rojnameyê û me hevûdu li wir dît. Min rahmetiyê Orhan Kotan û Mehmed Uzun jî li wir dît. Xortekî bi navê Çeko jî li wir dixebitiya. Çeko kurê Rûşen Aslan e û wî xwe di hêla siyasî de baş gihîştandiye. Ew ji bavê xwe bihuriye. Niha di hêla şîroveyên siyasî de analîzên siyasî ên gelek baş dinivîse.

Rojnameya Kurdistan Press rojnameyek baş bû. Nûçeyên baş û carna jî ên sansasyonel belav dikir. Di rojnameyê de hevpeyvînên girîng bi kesayetiyên kurd re dihatin kirin. Beşa rojnameyê a bi kurdî jî ji hêla rahmetî birêz Mehmed Uzun ve dihatin birêvebirin. Li ser daxwaza Mehmed Uzun min jî ji bo beşa kurdî carna alîkariya wan dikir, ji wan re nivîsên kurdî dinivîsî.

Îlon 2022

 

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir