Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!

Şeyhmus OZZENGIN

Di şeva 20.01.2022 an de DAÎŞ bi hêzek çekdar ku hejmara wan nêzî 300 kesî ve êrîş bir ser Zîndana Sînaî a li bajarê Hesekê. Di vê Zîndanê de nêzî 5 hezar terorîstên DAÎŞ girtî ne. DAÎŞ, ev êrîş bi çekên giran, bi erebeyên tije teqemenî û barhilgir anî ser zîndanê. Asayîşa herêma vê tarê jikest. Derîyê Zîndanê hilweşandin û ketin zîndanê. Bingehên leşkerî girtin destên xwe û dest danîn ser cebilxaneyên leşkerî. Sê rojan bi çekên giran şer meşandin!

Herdû rojên pêşî PYD û HSD berfirehîya vê êrîşê ji raya giştî re veşartin û di warekî bûyerek asayîşê de dan. Lê piştî du rojan hat eşkere kirin ku bûyer pir mezin e. Him pir kujtî hebûn û him jî pir kesên terorîst ji zîndanê bi serkevtinek mezin hatibûn revandin!

Sê rojan Zîndan di destê DAÎŞ de ma. Piştî sê rojan DAÎŞ perçe perçe xwe radestî hêzên HSD kir. Roja çaran jî HSD „zafer“ îlan kir, şahî û serkevtin lidar xist. Lê 7 rojan, hîn ne dîyare bê çiqas terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê hatin revandin? Çend terorîst di zîndanê de mane?

Bi şêweyek pîlankirî, êrîş hatîye ser zîndanê. Him asayîşa herêmê têk birîye û him jî sê rojan zîndan di destê wan de maye û ev terorîst hemû bi çekên giran bûn. Çiqas kes revandine, ne dîyare. Heta kesên ku revandin gihîştin cîhên xwe jî, zîndan di destê wan de ma, ku nasnameyên wan neyên dîyar kirin. Ev jî hesabekî emnî ye û îşaretek ji pisporîya amadekarîya pîlana êrîşê bi xwe ye.

Pir eşkere derdikeve ber me ku ev êrîş, di warekî profesyonel de hatîye amade kirin. Him ji hêla stratejîk de, him ji hêla leşkerî de û him di hêla wextê de hesabekî kûr li pişt vê êrîşyê heye. Him YPG, him HSD û him jî hêzên Emerîka, Hêzên hevpeymanan û dewleta Sûrîye li vê herêmê desthilatdarin. Yek ji van hêzan nikare bêje; „DAÎŞ bi 200-300 çekdarî hatin û êrîş anîn ser zîndanê û me ew nedît. Ji hêlek dizî de hatin û ev çalakî lidar xistin!“(!)

Wilo xwuya dike ku armanca vê êrîşê berfireh e. Pir hêz û dewlet di nav vê êrîşê de hene. Wê DAÎŞê carek din, bi şîweyek zînde raserî kurdan bikin. Helbet ev bûyer baş dîyar dike ku li hesabê Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê û beşek ji Şîeyên İraqê ye. Di nav de amadekarîyek tund a îstîhbaratî pir eşkere ye.

Wek ku em dizanin, piştî hilbijartinên İraqê, hewldanên DAÎŞê zêde bûn. Îran, bi hevalbendên xwe yên herêmê re di hewldanekê de, xwest pêşî li avakirina hikûmetek nû bigire. Ev daxwaz her berdewam e. Him li derdorê Kerkûk û Şingalê û him jî li derdorê Xaneqînê, êrîşên DAÎŞ bi berçav zêde bûn. Di van êrîşan de, Pêşmergên Kurdistanê nêzî 28 cangorî dan.

Li Iraqê encama hilbijartinan ne li gor dilê Îranê û Tirkîyê bû. Hikûmetek ku li hember Îranê û Tirkîyê xwedî helwest be û di berjewendîyên kurdan de be, li hesabê van herdû aktorên herêmê nayê.

Li hember DAÎŞ, ev demek dirêj e ku di navbera artêşa İraq û hêzên Pêşmergan de lihevhatinek heye, ku bi hev re van herêmên li gor madeya 140, ku li benda referandûmê ne, bi hev re biparêzin. Lê destek her dibe asteng û nahêle ku ev biryar pêk were. Li phişt vî destê reş kî û kîjan dewlet hene?

Li Şingalê, ji bona aramîya Şingalê û vegera koçberên herêma Şingalê, di navbera İraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymanek hat îmze kirin. Li gor vê peymanê „wê hemû hêzên çekdar yên li vê herêmê, çekên xwe radestî asayîşê bikirana û wê herêm terk bikirna. Wê koçberên herêmê vegerîyana ser ax û malên xwe.“ Kî û kîjan hêz û dewlet dibin asteng û nahêlin ku ev peyman derbasî jîyanê bibe?

Li Roavayê Kurdistanê bi garantorîya Fransa û Emerîka xebatek yekitîya nav mala Kurd destpê kir. Ev sê sal in ku hemû merc û îmkan hatin bikaranîn, lê bi qasî misqalekê pêşketin bidest neket. Destek, li Roavayê Kurdistanê her provoqatîf tev gerîya. Ev xebatên „yekrêzîya nav mala Kurd“ hatin sabote kirin. Ev di berjewendîyên kê de bû û kîjan hêz li pişt van destdirêjîyan heye?

Kîjan hêz berjewendîyên xwe di zîndekirina DAÎŞ de dibînin? Ev eşkereye. Dema ku em bi berpirsîyarî bersîva van pirsan bidin, emê bibînin ku di herêmê de, li hember destkevtinên kurdan, di navbera gelek hêz û dewletan de hemahengîyek heye. Vekirina derîyê Zîndana Sînaî a Hesekê jî hewlek ji wan e. Bi sedan terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê revîyane û ji herêmê re tehdîd in.

Çima di vê demê de derîyê vê zîndanê vebû?

Li pişt van karan kîjan hêz û îstîhbarat hene?

Wê berê van terorîstan bidin kîderê?

Bi raya min, yên ku nahêlin hemahengîyek di navbera dewleta İraq û herêma Kurdistanê de bêt avakirin!

Yên ku nahêlin hikûmetek çêker li Iraq bêt avakirin!

Yên ku nahêlin li Roavayê Kurdistanê, di nav mala Kurd de yekrêzîyek bêt avakirin!

Yên ku nahêlin Şingal ji destê hêzên tûndrev derkeve û herêm bigihêje astek aram ku Şingalî vegerin ser mal û milkê xwe; hemû yek bi yek tilîya wan di zîndekirina DAÎŞ de heye. Ev hêz û ev destên reş, yek bi yek dijminê Kurd û Kurdistanê ne.

27.01.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *