PAK û PSKê li Qoserê Konferansa Referandûmê Lidarxistin

PAK û PSKê roja 18.03.2017ê li Qoser a Navçeya Mêrdînê di derbarê helweste xwe ya Referandûma 16ê Nîsana 2017ê de Konferansek lidarxistin.Konferans ji alîyê Teşkîlatên Mêrdînê yê PAK û PSKê ve hate organîze kirin.

Endam û alîgirên herdu partîyan û Serokê  Cemîyeta Rojnamevanan ya Yezopotamyayê Cemîl Aydoğan  û gelek  rojnamevan, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd li gel endam û alîgirên partîyên Rojavayê Kurdistanê wekî  PDKS û Şepêl beşdarî konferansê bûn.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Cihgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel  axaftvanên  Konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê derstpê bû.

Di destpêkê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik dest biaxaftinê kir.

Mustafa Özçelik got;

“Dema ku gengeşîyên guhertina referandûmê destpê bûn û piştî ku ev biryar ji Parlementoya Tirkiyeyê derket me wekî 5 partî û hareketên ku hevkarîya wan berdewam e, me biryar da ku helwesteke hevbeş em bi hevdu re tesbît bikin. Berîya ku hemû dor û alîyan di nava xwe de minaqeşaya xwe bidawî anîn, me xwest em li gel partîyên ji derveyî me jî helwesteke hevbeş pek bînin.Lê mixabin gelek partîyan beyî ku îhtîyacê bi helwesteke hevbeş bîbinin yeko yeko di derbarê referandûmê de helwestên xwe aşkere kirin. Piştî ku minaqeşeyên partîyan yên navxweyî û danûstendinên di navbera partîyan de, PAK, PDK-Bakur û PSKê bi hevdu re helwesta “Protesto”yê îlan kirin. Me dixwest helwestek hîn berfirehtir di vê derbarê de pêk bînin lê ev nebû. Piştî ku me van 3 partîyan helwesta xwe aşkere kir, di roja 17.03.2017an de hevalên me yên PDK-Bakurê bi daxuyanîyekê aşkere kirin ku dê ji vê xebata hevbeş ya referandûmê vekişin. Niha em wek PAK û PSK emê van xebatên xwe bidomînin. Jibo helwesta  xwe ya protestoyê em ê li çend bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê Konferansan lidarbixin. Ev helwesta hevbeş ya PAK û PSKê helwesteke dîrokî ye ku herdu partîyan xwestîye bi hişmendîyeke neteweyî helwesteke bigirin. Em hêvî dikin ku ev helwest bibe bingehê tifaq û yekîtîyên hîn berfirehtir.”

Mustafa Özçelik berdewamîya axafitna xwe de wiha got;

“Qanûnên bingehîn yên heta nuha çêbûne û ya nuha heyî jî û ev 18 xalên tên behskirin jî bi tu awayî behsa miletê Kurd, behsa zimanê Kurdî , behsa mafê neteweyî û demokratîk yên miletê me nekirî ye. Ev referandûma di bin qedexeyên rewşa awarte de,  di nav berdewamîya şerî de û beyî ku ji gelê Kurdistanê û ji gelê Tirkîyeyê jî bê pirsîn li ser me hatîye ferzkirin. Em jiber vê jî dibêjin ‘Terciha me qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal e’  û em referandûmê protesto dikin. Em dibêjin Qanûneke Bingehîn ku  Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê tê de hebe û divê şirîkatîya li ser esasê du milet û du welatên tarîf bike di Qanûna Bingehîn de he be.Yên ku dibêjin  ‘erê’  dibêjin ‘yek welat, yek milet, yek dewlet’;  yên dibêjin ‘na’ jî dibêjin ‘Dewlata me dê perçe bibe, divê em yek welat, yek milet, yek dewlet û  yek ala xwe biparêzin’;  hinekên dibêjin ‘na’ jî dibêjin ku ‘jibo Cumhurîyeta demokratîk, jibo netewa demokratîk, jibo welatê me ye hevbeş em dibejin na’. Helbete ku yên ‘na’yê  li ser parastina mafê netewî yên miletê Kurd  tarîf dikin jî hene; lê ev kêm in. Ya esasî alîyê kemalîst û nîjadprestan û alîyê ku  dibêjin ‘jibo cimhûrîyeta demokratîk û welatê hevbeş na’ ne.Di encamê de , wekî  sîyasî ‘na’ dê ji wan re xizmet bike”.

Konferans Referandum Qoser (58)“Başe pirsîyar dikim kanî miletê Kurd, ka mafe wî yê neteweyî,ka Kurdistan ka Statu bo Kurdistanê? Tiştek  li holê  tune ye. Em dibêjin wek miletekîû wek welatekî  ji pencere ya xwe de li vê meseleyê binêrin. Divê em xwe perçeyek ji sîyaset û tevgerên partiyên tirkan nebînin. Helbete ku her guhartineke di Qanûna Bingehîn de û rewşa maf û azadîyanme eleqadar dik e. Helwesta me ya protestoyê ne bi maneya ku ev referandûm me eleqadar nake ye. Jiber ku me eleqadar dike, lêem bi tu awayî nehatinin hesibandin,  em wek helwesteke Kurdistanî dibêjin protesto. Piştî ku ev sal û nîv e şer berdewam dike û piştî ku ev şerê di nav kolanan, şerê  xendek û barîkatan, bingeha protestoyeke xurt bûy e. Gelê me ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê jîû ji encamên vî şerî ji aciz e. Heger me wek alîyên Kurdan destbidana hev, me yê vê lehîsteka referandûmê bi helwesta protestoyê zêdetir pûç derxista. Dîsa jî em dibêjin helwesta rast wek alîye Kurdistanî em bêjin bêyî me, bê îradeya me û bêyî maf û azadîyên me hûn nikarintu guhartinan çêbikin. Ev jî protesto ye.”

‘’îro li gel vê destûra heyî jî,   partî, dezgehên sivîl, polîs, leşker, medya û piranîya cıvata Tirk, li himber miletê Kurd bûne yek.Qanûna Bingehîna heyî tune dihesibînin.Kes nabêje bila şer raweste.Kes nabêje çima ev neheqî û zilm tê meşandin. Bi vê Qanûna Bingehîn HDPê 60 parlamenter û 100 beledîye bidest xist, her bi vê Qanûna Bingehînhema hema hemû beledîye jê hate stendin û parlamenter  di hevsan de ne, hebûna parlamenteran bê mane bûye. Dewleta Tirkîyê gava mesele dibe mesela Kurdan, tu Qanûnên Bingehîn û tu maf û azadîyan nas nake.Û temama partîyan Tirkan jî yek helwestê digirin.Ma ne bi vê Qaûna Bingehînê bû ku 17000 însanên  me bi navê ‘faîlî meçhûl’ hatin qetil kirin, 5000 gundên me hatin şewitandain, hatinxera kirin.Divê em meseleya guhartina 18 xalan zêde mezin nekin.Helbete dê ev guhetin zêdetir sîstemeke otorîter, ya takekesî bîne. Lê miletê Kurd gelek caran tûşî rewşên weha bûye. Ya mihîm yekitÎya Kurdan e.Heger em yek bin, çi dîktator jî derkevîn dê nikaribin rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigirin’’.

Di dawîya axafitna xwe de Mustafa Özçelik wiha got;

“Fikrên me helwestên me çidibe bila bibe. Divê em rêze li hevdû bigirin. Heger herkes xwe li ser yê din ferz bike, heger herkes yê wek wî nefikiri “terorîst, xayîn” û bi sifatên wek bi vî rengî terîf bike ma dê azadîya ramanî ya birêxistinbûyinê çawa pêk were. Divê em baş bizanibin ku ya muhîm diyalog, hevkari, rêzgirtin û tifaqên navbera Kurdande ye . Fikrê mi çi dibe bila bibe divê em zarare nedin van nirxan.Di encamê de divê em  bi ‘’protesto’’yê li himber şerê heyî, li himber Rewşa Awarte, li himber Qanûna Bingehîn a heyî û li hiber van 18 xalên guhertinê derkevin”.

Pişî axaftina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , Cihgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel bîr û rayên partîya xwe anî ziman.

Bayram Bozyel jî bi kurtî anî ziman ku;

” 16ê Nisanê de wê referandûm xilas bibe. Lê tişteke li paş referandûmê bimîne helwesta me herdu partîyên Kurdistanê ye. Cara ewil e ku di pêvajoyek wek referandûmê de du partîyên Kurdistanê helwesteke mişterek pêktînin. Ya diduya jî ew e ku, em herdu partî bi bernameyek zelal, bi daxwaza destûrek demokratîk û federal derdikevin pêşberê raya giştî.

Helwesta me ya referandûmê jibo pêşerojê wê bibe bingehek girîng. Jibo yekitîyek netewî ya rêk û pêk, ev helwesta me li rojên pêş wê wek destpêk bê hesibandin.

Îro her du aliyên referandûmê jî kampanya xwe li ser dijîtîya Kurdan dimeşînin. Bereya AKPê û MHPê dibêjin Tirkiye di bin xetera perçekirinê da ye û ji ber vê yekê jî divê guhartina destûr were erê kirin. Yên ku li dijî paketa desturê derdikevin, CHP û neteweperestên Tirk jî dibêjin “heger paket derbas bibe, wê Tirkiye ber bi federasyonê ve biçe û perçe bibe”. Bi vê hincetê jî bi tundî li hember paketê derdikevin.

Di referandûmê de “erê” jî derkeve, “na” jî derkeve dinya xira nabe û qiyamet çênabe. Tişta muhim ew e ku Kurd li ser hev bin, bi hêz bin û xwedî bernameyek vekirî bin. Divê Kurd xwe ji pêş ra hazir bikin. Kurd bi vî awayî dikarin bigihîn mafê xwe, ne ku bibin pereçeyekê lehîstikek bi vî awayî.”

Piştî axaftina partîyan, beşdaran di vê derbarê de hinek pirs kirin.Yek ji van pirsan jî  ev bû:’’Dibêjin helwesta protesto yan boykotê, di eslê xwe de piştgirîya ‘erê’yê ye. Ma weha ye?’’

Mustafa Ozçelîk jî Bayram Bozyel jî bersîva vê pirsê dan û bi giştî weha gotin: ’’Ev gotinên manîpulasyonê ne.Em bi aşkereyî  daxwaza anûneke Bineghîn ya demokratîk û federal dikin.Em behsa mafên  netewî û demokratîk yên miletê Kurd dikin.Lê piranîya ku yên dibêjin ‘na’  ‘ji bo Tirkîye perçe nebe, ji bo yek dewlet û yek alê’  dibêjin  ‘na’. Baş e  ewên ku dibêjin ’jibo Cimhûrîyeta demokratîk, ji bo netewa demokratîk, ji bo welatê hevbeş em dibêji na’ , xizmeta ‘Ere’ya ku dibêjin ‘Yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet’ dikin an yên behsa Kurd û Kurdistanê dikin? Di eslê xwe de piranîya ‘na’cîyan  xizmetê ji ‘erê’yê dikin; jiber ku herdu jî bi hevdu  re di   xizmeta  Dewleta Tirkîyê ya ku miletê Kurd û mafên wî  yên  netewî û demokratîk înkar dike de ne’’.

18.03.2017

PAK, PSK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *