Cejna Gelê Kurd Newroz!

Her gel netewe û cemaetên olî, xwedîyê rojên taybet cejn, şîn û şahîya ne. Heyva Adarê ku jê re heyva Newrozê jî tê gotin, ji bo gelê Kurd heyvek bi salvegera rojên şîn û şahîyan tije ye.

Roja herî girîng ya vê heyvê roja 21ê Adarê ya Newrozê ye! Newroz, cejna gelê Kurd ya netewî ye. Newroz, ji bo gelê Kurd roja serxwebûn û azadîyê ye. Loma di rojên bindestîyê de Newroz, tekoşîna rizgarîyê û serhildanê di bîra gelê Kurd tîne.

Di roja Newrozê de du sembolê girîng yên neteweyî derdikeve pêş: yek jê vêxistina agir û ya din jî bilindkirina Ala Rengîn e!

Li gorî salnameya gelên Îranî Newroz, destpêka salê, yanî roja nuh/rozî newe ye. Ev roj, di bawerîyên gelê Kurd yên olî de jî xwedîyê girîngîyekê ye. Ji bo bawerîyên olên Ezîdî, Yarsan, Alawî û Zerdeştî Roja Newrozê û Agir`ê tê dadan girîng û pîroz e!

Helbet hemû gelên Îranî û hin gelên Qafqas bi hin egerên dîrokî û bandora van bawerîyên olî, Newrozê wek cejnek civatên xwe jî pîroz dikin. Ev jî wateya cejna Newrozê, ji sînorê neteweya welatekî derxistîye; kirîye cejnek navneteweyî.

Di sala 2009 an de, UNESCO cejna Newroz`ê, ji bo ku li cîhanê zêdetirî 300 mîlyon mirov vê cejnê pîroz dikin, wek Mîrata Mirovî ya Manewî û Çandî naskir.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di rûniştina 14 Sibat 2010 an de, cejna Newrozê wek mîratek çandî ya mirovahîyê binav kir û wek cejnek fermî ya navneteweyî qebûl kir û Newroz xist nava rûpelên salnameya cîhanê.

Wateya Newrozê bi gelek bûyer û vegotinan di çand, bîr û bala gelê Kurd de bi cîh bûye: mîna efsana Kawa û Dehaq, Memo û Zîn`a Ahmedê Xanî û di vê rojê de pêşandan û serhildanên gelê Kurd.

Piştî Peymana Lozan`ê ku Kurdistan kirin çar perçe û vî sedsalê dawîn, mêtinkarên Tirk, Ereb û Faris, tevlî ziman, çand û dîrokê, Cejna Newroz û hemû rûmet û hêjayîyên gelê Kurd jî înkar û qedexe kirin. Loma destûr nedan gelê Kurd ku vê cejna xwe ya civatî û netewî jî pîroz bikin. Dema gel xwestin pîroz bikin jî bi hemû dijwarîya xwe êrîşî gelê Kurd kirin. Dema dîtin ku nikarin pêşî li pîrozkirina Newrozê ya gelê Kurd bigirin, vê carê bi wê gire-girîya resmîyeta xwe ya zordar û derewîn, derketin meydanan û gotin: “ev cejna me ya baharê ye, ya `Ergenekonê` ye(!)” bi rûyekî reş û bêfedî xwe di ser agiran re avêtin û sindan kutan!

Lê îro çarenûsa gelê Kurd berbe azdîyê dagerîyaye. Gelê Kurd ji her demê şîyartir li rûmetên xwe xwedî dertê û bi hêztir Newroza xwe pîroz dike!

Îro li Başûrê Kurdistanê, pêk bi pêk hîmê dewleta Kurd tê avakirin. Li Başûr Newroz, bi azadî û bi wateya xwe ya herî rast û xurt tê pîrozkirin! Hêzê welatperwer yê çar perçê Kurdistanê, di nava yekîtîyek biratî de, li hember neyarê hov DIÎŞ şer dike, gel û welatê xwe diparêzin û Kurdistan ava dikin! Bi tenê PKK, bi mêtinkaran re hevkarîyê dike, li dij Hukumranîya Hukumeta Herêmê, yekîtîya erda Kurdistanê û avakirina dewleta Kurd dertê!

Li Rojavayê Kurdistan, tevlî ku rejîma mêtinkarîya Baas serwerîya xwe wenda kirîye û gelê Kurd li ber şêmûga rizgarîyê ye, PKK/PYD a ku wek rêxistinek Kurd tê naskirin, di gazîya vê rejîmê tê û Newrozê li gelê Kurd qedexe dike! PYD, ji dêvla ku bi partî û hêzên Kurdistanî re hevkarîyê bike, bi rejîma Sûrî û hêzên hevalê rejîmê re yekîtîyê dike û neyartîya Kurdên welatperwer dike.

Li Rojhilatê Kurdistan, Newroz, bi agirê çekên pêşmergeyan tê pîrozkirin. Sofîkên mêtinkar yên celat û hevkarên wan yên xayin, nikarin Newrozê li wir qedexe bikin û ji wateya wê dagerînin. Hêvîya me ew e ku hemû hêzên rizgarîxwaz, yekîtîya xwe pêkbînin û bi piştgirîya hemû hêzên Kurdistanî û cîhana demokrat, xurttir li mêtinkarîya Îran bidin û Kurdistan rizgar bikin! Helbet PKK/PJAK, bi hevkarîya Îran, ji hêzên Kurdistana Rojhilat jî re asteng in, lê êdî neyar û hevkarê wan yên Kurd, mahkûmê têkçûnê ne. Îro neyrê gelê Kurd, piştgirîya xwe ya cîhana emperyal qismî wenda kirîye. Tekoşîna gelê Kurd, li raya cîhanê, ji her demê bêtir mafdar û rewa tê dîtin.

Pîrozkirina Newrozê, çi ji alî dewletê , çi ji alî partîyên mîna HDP`a Turkîyevan bê kirin, ku ne di xizmet û berjewendîya gelê Kurd de be, divê kes beşdar nebe û pîrozbahîyên alternatîf bên kirin. Divê rewşenbîr, partî û rêxistinên Kurdistanî,  helwesta PKK ya Turkîyevan  û çalakîyên wê yên ku zerarê digehîne gelê Kurd teşhîr û mahkûm bike. Pêwîstîya tevgera Kurd, bi yekîtîyek netewî  û  nûjenkirina kadir û rêxistinîyê heye.

Îro li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên neteweyî, cejna Newrozê bi çalakîyên cûr bi cûr pîroz dikin. Pîrozkirina Newrozê ya herî watedar ku li her derê, hemû partî û rêxistin tevlî gelê xwe li meydana, di roja wê de pîroz bikin.

Bi hêvîya pîrozkirina Newrozê, di Kurdistanek yekbûyî, serbixwe û azad de!

Bijî Cejna Netewî ya gelê Kurd!

Bijî Newroz!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *