Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) Li Mêrdînê Seredanên Partîyên Sîyasî û Sazîyan Berdewam Dike

Şandên Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di rojên 10-12/02/2024an de li Qoserê bi şandên cuda seredana hinek partîyên sîyasî, komele û sazîyên sivîl û meslekî kirin.
 
Şandên PWKyê, ji bo danasîn û pêşkêşkirina sîyaseta PWKyê ya ) di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê ku bi şîara “werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re birêvebivin” bi tirkî û kurdî( kurmancî, kirdkî-zazakî, li gel bername û deklerasyona PWKyê pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin.
 
Di roja 10/02/2024an de bi şandeke kû ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran ACAR, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ û Nûrettîn Kiliç û rêvebirê PWKyê Osman ÇEPER pêk hatibû, seredana Serokê CHPyê yê Teşkîlata Mêrdînê birêz Mahmut DÛYAN, Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Anatolîyayê birêz Cemîl AYDOGAN, Serokê Qoser TVyê birez Îsmet KETBOGA û Serokê Egitim Bir SENê birêz Tarık YILMAZ kirin.
 
Di roja 12/02/2024 an de şanda PWKyê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran ACAR, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ û Nûrettîn KILIÇ û rêvebirê PWKyê Osman ÇEPER pêk hatibû, serdana Serokê Odeya Bazirganîyê ya Qoserê birez Mahmut DUNDAR, Serokê Yekîtîya Borsa û Bazirganîyê ya Qoserê birez Mehmet ŞAHÎN , Serokê Federasyona Piştgirîya Civakî ya Merdînê birêz M. Şerîf ÖTER , Serokê Komeleya Otobusên Gel yên Taybet yên Qoserê birêz Zeynelabîdîn ÎNCESÛ kirin.
 
Di van hevdîtinan de, revebirên PWKyê helwest û proja kû PWKyê di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê de dîyar kiribû, bi nivîskî pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin û bi awayekî giştî helwesta PWKê di derbarê tifaqên mîlî demoqrat û Kurdîstanî pênase kirin.
 
Berpirsên partîyê sîyasî, komele û sazîyan ji ber van seredanan kefxweşî û spasîyên xwe pêşkêş kirin, gilî û gazincên xweyî bê hevkarîyê û bê tifaqîya Kurdan anîn zimên.
 
Di van hevdîtinan de dîyar dibe ku, pêwîstîyeke mezin bi dîyalog û danû stendinên di navbeynan partîyên sîyasî û saziyan de heye.
 
13.02.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *