Di êrîşa Îranê de ya mûşekan li se Hewlêrê kuştî û birîndar hene

Li Hewlêrê û derdora wê li pey hev dengê çend teqînan hat bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya êrişa li Hewlêrê girt ser xwe û eşkere kir ku êrîş bi mûşekên balîstîk hatiye kirin.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, û li navçeyên Pîrzîn û Bineslawayê yên Hewlêrê îşev dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên payebilind ji Rûdawê re axivîn.

Li gorî agahiyên çavkaniyan, bi gelek mûşek û dronan êrişî Konsulxaneya Amarîkayê ya Herwlêrê û baregeha hêzên hevpeymanî hatiye kirin.

Hinek welatiyan jî ji Rûdawê re ragihand ku zêdetirî 10 caran dengên teqînan bihîstine.

Di dîmenên ku gihiştine Rûdawê de, xuya dike ku li taxên cuda yên Hewlêrê teqîn çêbûne û xisar gihiştiye hinek xaniyan.

Li aliyê din Supaya Pasdarên Îranê ragihandin ku êrişên li Hewlêrê ji aliyê wan ve pêk hatiye.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku êriş tenê ji yek alî ve nehatine kirin û ji gelek aliyan ve hatine encamdan.

Piştî êrişan, li Konsulxaneya Amerîkayê dengê sîrenan hat bihîstin.

Piştî van teqînan Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan ev êriş encam dane.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan wekî “bersiveke sûcên terorîstên dijminên Îranê” ev êriş kirine.

Supaya Pasdaran herwiha ragihand ku wan ev êriş bi mûşekan kirine.

Kuştî Birîndar hene

Nûçegihanê Rûdawê Sîdad Leşkerî li nêzîkî Mala Omerê agahiyên nû ragihand.

Leşkerî da zanîn ku zêdetirî 4 mûşekan bi mala bazirganekî Hewlêrî yê bi navê Pêşrew Dzeyî ketin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku 3 ambulansên hatine cihê bûyerê birîndaran veguhastin nexweşxaneyê.

Li aliyê din nûçegihanî Rûdawê Ferhad Dolemerî jî da zanîn di encama êrişan de 4 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên berdest herê kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Di êrişa mûşekî ya Îranê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya hîn nebûy yek salî û mêvanê wî karsazekî ji Bexdayê canê xwe ji dest da.

Supaya Pasdaran a Îranê got ku wan navendek ji bo “pêşxistin û plansazkirina çalakiyên Îstixbaratî” kir armanc lê hat ragihandin ku mala karsaz êşrew Dizeyî kiriye armanc.

Yekem daxuyaniya parêzgarê Hewlêrê

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî êrişan got, “Hewlêr naheje, nalerize û natirse.”

Umed Xoşnaw herwiha da zanîn ku ew dê piştî zelalbûnê hejmara qurbaniyan eşkere bikin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha êrişan îşev wekî êrişên terorîstî pênase kir û got, “Ev karekî terorîstî û nemirovî ya li dijî Hewlêrê ye.”

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Êrişî sivîlan hat kirin

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrişa Îranê li Hewlêrê de belav kir û tê de diyar kir ku Îranê sivîl bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê Supaya Pasdaran a Îranê îşev saet demjimêr 23:30an bi çend mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir û got:

“Pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên mixalefeta Îranê bûye.

Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Di heman demê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got:

 “Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Pentagonê têkildarî êrişa Îranê daxuyanî da Rûdawê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re ragihand ku haya wan ji êrişên Supas Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê heye.

Li aliyê din du berpirsên Amerîkayî got ku ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne armanc.

Her du berpirsên Amarîkayî bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin ji Reuterê re axivîn.

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişên mûşekî de, zerer ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî bi rêya maîlê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda da.

Pentagon ragihand ku haya wan ji êrişên mûşekî yên Supas Pasdaran a Îranê yên Hewlêrê heye lê zanyariyên berfireh di destê wan de nîne.

Mesrûr Barzanî: Divê Bexdayê helwesteke tund li hemberî binpêkirinan hebe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û ew êriş wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir.

Mesrûr Barzanî got:

“Hewlêra serbilind careke din bûye armanca êrişên mûşekên Supay Pasdaran a Îranê. Mixabin di encama vê êrişa nemerdane de sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.

Ez hêvî dikim ku Xwedayê mezin şehîdan bi biheştê şad bike û birîndar jî di zûtirîn dem de derman bike. Em vê tawana li beranberî gelê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha bangî hikûmeta Bexdayê kir û got:

“Ez ji hikûmeta federal dixwazim helwesteke tund li beramberî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê nîşan bide.”

Mesrûr Barzanî herwiha ji civaka navdewletî jî xwest ku li hemberî zordariya li ser xelkê Kurdistanê dengê xwe derbixe û got:

“Di rojên pêş de em dê li gel civaka navdewletî di nav pêwendiyan de berdewam bin daku bi dawî li êrişên hovane yên li ser xelkê bêguneh ên Kurdistanê bîne.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *