Neyartîya Bîrdarîya Şêx Seîd!

Mêtinkarîya Tirk, bi qasî çavsor, zordar û êrîşkar e, ew qas jî derewîn, kîndar û bêperwa ye!

Ev nêzî sed salî ye ku Serokê gelê Kurd yê netewî û dînî ku her Kurdekî di şûûra Kurdbûna xwe de, wî û hemtayên wî wek kalê xwe dibînin, çima ku doza mafê netewî, statuya Kurdistan û azadîya gelê Kurd kir û di berxwe da, hat dardakirin!

Piştî Şerê Cîhanê I. bi piştgirîya dewletên emperyal, li ser kavilê Împaratorîya Osmanî bi dehan dewlet hatin avakirin.

Wek her netewê, gelê Kurd jî ket nava tevgera bi destxistina mafên netewî û rizgarkirina welatê xwe.

Di wê heyamê de rêxistina Azadî bi rêbertî û piştgirîya rewşenbîr û serokên tevgera Kurd yên mîna Yusuf Zîya, Xalit Begê Cibrî, Qedrî Cemîl, Celadet û Kamîran Bedirxan, Şêx Seîd efendî û hevalên wan ketin nava tefgera rizgarîya Kurdistan.

Lê Komara Tirk ku ji alî nîjadperestên Tirk ku li ser kavilê dewleta Osmanî hat avakirin, hemû daxwazên dewletên emperyal, di serî de jî yê Brîtanya qebûl kirin û bi wan re ket nava hevkarîyê, bi rêya sîxûrên xwe û xwefiroşên Kurd, tevgera Kurd anîn provokasyonê, pêşî Yusuf Zîya û Xalit Beg qetil kirin û piştre êrîşî Şêx Seîd Efendî û hemû endamên Komela Azadî kir.

Berîya ku tevgera Kurd xwe ji şerê rizgarîyê re amade bike, dewleta tirk xwe amade kir, bi piştgirîya Brîtanya, Fransa, Îtalya û heta ya Sovyetê êrîşî tevgera Kurd kir. Dewleta Tirk, tevgera Kurd wek “serhildanek îrtîca û Sultanet û Xelîfetîyê bi şûnde bîne” da naskirin. Lê armanca Komara Tirk ya nîjadperist û mêtinkar, wek gelê Ermen ji holêrakirina gelê Kurd û hemû rûmetên Kurdistanê bû.

Ji dîndarên Tirk bigire heta bigehê çepgirên Tirk yên vê Komara mêtinkar diparêzin tev Kalê Şêx Seîd Efendî û endam û serekên Komela Azadî wek hevkar û “ajanê Înglîz” rêdide.

Bala min dikişand: çepgîrên Kemalîst yên mîna Ugur Mumcu û Îlhan Selçuk, her ji hefteyekê carekê bê westan û navbên wê di makaleyek xwe de behsa Şêx Seîd Efendî bikirana ku “ajanê Îngîlîz” bû. Lê ji bîr dikirin ku M. Kemalê wan û hevalbendên xwe ajan û mirovên Înglîza yên xas bûn; bi alîkarî û daxwaza Înglîzan Komara Tirk avakirin; bi çek, top û firokên Îngîlîzan Kurdistan seranser kirin gola xwînê.

Helbet sebebê vê dijminahî û kîndarîyê heye: yek jê, Şêx Seîd Efendî him di warê manewî/dînî û him jî di warê netewî de serokekî civata Kurd bû, doza maf û azadîyê dikir. Piranîya Kurdan pê bawerî tanî. Lê ji ber ku civat bê rêxistînî û bê çek bû û tu dewletekê alîkerîya tevgera Kurd nedikir, tevger têk çû.

Li gorî belgeyên `Mahkemeya Îstîklal`ê ya dewleta Tirk jî, “Şêx Seîd û hevalên xwe, ji bo ku bi armanca dewleta Kurd ya serbixwe avabikin, serî hildane û li hember Komara Tirk asê bûne”, loma biryara dardakirina Şêx Seîd û hevalên wî dide û wan înfaz dike.

Tevlî ku qaşo vê hukumeta AKP ji xwe re dibê ez Musluman im û komarê li Dêrsim`ê qetlîam kirîye jî hîna ji doza Kalê Kurd Şêx seîd û hevalên wî ditirse. Hîna jî cîyê termê wî û belgeyên di derbarê wî de vedişêre.

Çima ku gelê Xinûsê û nevîyên wî dixwazin bîrdarîya wî çêbikin, karmendên dewleta mêtinkar êrîşî wan dike, doza bi 15 sal cezayê zîndanê li wan vedike.

Ev çavsorîyek bêperwa û bêînsaf e!

Ev helwest, mîna ku ji nû de gelê Kurd qetil bike û serokê wan dardake!

Armanc înkar û redkirina maf û azadîya gelê Kurd e!

Dewlet dixwaze qetlîam, teror û mêtinkarîya xwe veşêre!

Heta ku em li hêjayîyên xwe yên dîrokî û netewî xwedî derneyên, em rastîya rewşa civat û welatê xwe jî fêr nabin.

Armanca Şêx Seîd, Seyîd Riza, Yûsif Zîya, Xalit Beg, Qedrîcan, Îhsan Nûrî, Bedirxanî û hemî hevalên wan ya Serxwebûn û Azadîya Kurd û Kurdistan, îro jî wek heqekî xweristî, wek berpisîyarîya li hember şehîdên vê dozê û gelê Kurd wezîfeyek namûs û şerefê li pêş hemû Kurdan sekinîye!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *