Nexweşîyên Zegani û Paranoyayê, tirkan dîn û har kirine!

Siddik Bozarslan

Balkêş e ku kolonyalistên tirk, tenê tade û zulma hovane li ser kurdên bin destên xwe nakin; digel wê ew her tim destdirêjîyê parçeyên dî yên Kurdistanê jî dikin û her pêşveçûnek li parçeyên Kurdistanê, xewa Ankarayê direvîne. Ev jî bilasebeb nîne. Ji ber ku Sistema Ankarayê naxwze dev ji hovîtîya xwe berde û pirsên Kurdistanîyan û yên dî bi awayeke demokratik çareser bike; ew hem ketine nav nexweşîya paranoyayê- Paranoya, nexweşîyeke psikolojik e ku ji her tiştên dervayê xwe şupheyan dike û jibo xwe xeter dibîne. Ev nexweşî, di dereceya şizofrenik da însên dixe nav haleta tirs û gumanê. Gelek tirk difikirin ku li cîhanê dostên wan tunene û hemî civat an dewletên dî dijminên tirkan in û wd. Ev gotin ji zimanê yunanî çêbûye-. Digel wê nexweşîyê, tirk bi nexweşîya Zegani jî ketine.

Zegani jî, nexweşîyeke psikolojik e. Kesekî ku karek kirîye û ew kar nîvî maye, yanê temam nebûye û loma dixwaze wî karî bidomîne û temam bike. Numûne; Atatirk berîya mirina xwe ji İsmet İnönü ra gotîye ku wî nikaribûye Eyaleta Musulê bide ser Tirkîyeyê û her weha “Misak-î Millî” ya Osmanîyan pêk bîne û eger ew bikaribe, divê wê pêk bîne. Heman Tişt, Îsmet İnönü ji Bülent Ecevit xwestîye û ev bûye wek wesîyet di navbera berpirsîyar û Serokên Dewleta Tirk da. Wer xuya dibe ku Recep Tayyip Erdoğan jî bi heman nexweşîyê ketîye û ew dixwaze sînorên Dewleta Tirk wek sînorên împaratorîya osmanîyan fireh û mezin bike. Di vî derbarî da jî pratika Ankarayê gelek qirêj e. Wek numûne ez dixwazim li jêr çend hewildanên Ankarayê pêşkêşî we xwendoxên hêja bikim ku rêvebirên tirkan di eyara harbûnê da çawa dîn û har bûne û li her perçeyên Kurdistanê êrîşî destkeftîyên kurdan dikin. Vaye çend ji van numûneyên dînbûnê û harbûnê li jêr in:

Çend numûneyên desdirêjîya tirkan li ser mafên kurdan 

1.Ridvanbeyoğlu Hüsrev Gerede, di navbera 1930-1934an da li İranê li ser navê Tirkîye wek Sefîrêmezin xebitîye. Ev sefîrê tirk di kitêba xwe ya bi navê “Hatıratım” da têkilîyên xwe û Îranê di derbarê mijara kurdî da hin ragihandinan nivîsîye. Sefîrê Tirk ji Şahê Îranê ra dibêje:

“ Em mecbûr in digel hev dijminê xwe yê muşterek kurdan ji navê rakin (îmha bikin). Divê em  kurdên ku li ser sînor qaçaxîyê dikin, heydûdîyê dikin û dostanîya me xirab dikin, pêwist e em wan ji ortê rakin (tune bikin).”

Balkêş e ku ev axiftina Sefîrê Tirk û Şehînşahê Îranê Riza Pehlewî, rastê 15yê îlona 1930yî tê ku wê demê serhildan û berxwedana Îhsan Nûrî Paşa li Agrîyê didome. Li Îranê jî di navbera Tahran û Simko Axa da şer û têkoşîna kurdan dom dike. Li ser wê  pêşnîyara Sefîrê Tirk, Şahê Îranê jî kêfxweşîya xwe dîyar dike û pêdivîya dostanîya herdu welatan nîşan dike û dipejirîne.

Tiştên ku Sefîrê Tirk di kitêba xwe da nîşan dike; careka dî nîşan dide ku sînorên ku li ser înkar û qedexekirina neteweya kurd hatine çêkirin; dema pêwist be her du dewlet di warê eskerî, politik û ideolojik da hevkarîyê dikin û hewildanên hevbeş lidardixin. Ji ber ku her du dewlet jî jibo menfeetên dewletên xwe, dixwazin kurdan ji nav bibin û bi vî awayî xwedêgiravî ewletîya welatên xwe diparêzin. (İsmail Beşikçi, Orgeneral Muğlalı Olayı Otuzüç Kurşun, Bilim Yöntemi Türkiye´deki Uygulama: 5, Belge Yayınları 1991 İstanbul, s. 50, 51)

Yek ji van encamên têkilîyên kargêrîyên tirk û îranî ew bû ku bi şerkirin û bombekirina herêma Agrîyê ji alîyê tirk ve encam nedabû. Hukumeta Ankarayê tê gihîştibû ku ew bi hêsayî nikarin têkoşîna kurdan li Agrîyê têk bibin; loma wan bi Tahranê ra lihevhatinek çêkirin û li gora wê peymanê alîyê tirk, herêma Agrîyê Biçûk dan Îranê û Îranê jî perçeyek erd da Tirkîye. Bi vî awayî têkilîya Agrîyê ji her alî ve hat birrîn û Agrî bû wek zindanek ku her çar alîyê wê bi dîwarên hesinî ve were pêçandin û di wê encamê da serhildana Agrîyê di nav xwînê da fetisî.

Dewam dike…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir