Jİ ROJ Ê RE

Hevalên hêja,

Rojnama ROJ, bi berpirsîyarekî girîng û bi pêwistîyekî nû dest bi jîyana çapamenî kiriye. Ez bi nîyazên hevalbendî û dostanî ji rojnama ROJ’ê re temenek dirêj û têkoşîneke serfirazî dixwazim. Heta niha, (ji xencî hejmara 5 an) çar hejmarên ROJ’ê bi destê min ket in. Ev name jî, di dawîya wan çar hejmaran de hat nivîsandin.

Em hemû dizanin ku di hoyên îroyîn de çapemenî gellek karekî zor û girîng e. Lê belê, çapamenîya sosyalîst û welatparezî herî zor û giran e. Lewra di jîyana pratîkê, ku em tê de dijîn de dide xuya kirin ku li pêşîya vê rêyê kuştin, windakirin û îşkenceyên giran hene. Yên ku di dawîya van tetbîqan de bi siûd be, wê xwe di girtîgehan de bibîne, kesên di vê qadê de kar dikin ne xerîbê van gotinan in. Ji ber vê yekê, em karin ji bo van dîtinan gellek mînak nîşan bidin. Cengiz Altun, Hafiz Akdemîr, Talat Tepe, Aysel Malkoç Apê Musa û rojnamevanên din mînakên jîndar in, ku her roj em van mînakan dibînin, dibihîsin û dijîn.

Çawa ku komara nijadperest, di hemû qadên jîyana civatî de polîtîka xwe ya qirêjî didomîne, wilo ji li hemberê gelê Kurd şer dike. Ji alîyekî de polîtîka xwe yên pişavtînî (asimilasyoncu) didomîne, ji alîyê din ve jî, rê nade kesî ku dengên xwe bilind bikin, li çand û hunermendîya xwe xwedî derkevin. Ew qedex kirin bi pêşanî ji bo gelê Kur û ciwata kedkaran re hatîye naskirin (dane naskirin). Di deste dijmin de gellek çekên têvel hene. Xwendegeh, vênegûhez (tv.) û radyo di domandina polîtîka yên pişavtîne de wezîfekî mezin dibînin. Ji ber vê yekê di hemû qadê jîyanê de dive em tu car rê nedin dijmîn û nehelin ku armancên me di bin bêdengî û tunebûna polîtîka yê de bê pelixandin.

Rojnamevanîya Kurdî îro demek pir dijwar de derbas dibe. Di bin zilma dewletên dagirker de derxistina/çapemenîya rojname û kovarên Kurdî ne karekî hêsan e. Lê belê, di vê dijwartîyê de piçek para Kurdan jî heye. Lewra heta niha bi kemasî û bi polîtîka xwe yên çewt (bêxemdîbe ji) bûne alîkarê dijmin. İro astengên ku em dijîn ji nezanî, kemasî, bêîmkanî, dijwartîya hoyên têde tê dijîn û bandorîya polîtîka yên pişavtînê yên ku ji sed salan vir de tên domandin. Ji ber vê yekê astengên pêşîya me têvel têvel in. Sedemên hinekan bi me ve girada ye yên hinekan jî bi devletên dagirker û bi hoyên têkoşînê ve giredaye.

Hevalên heja, di bin tîrêja van dîtinên gelemperî de hun jî dizanin ku tiştekî bêxebat pêş nakeve. Li her derî û di her tiştî de xebatek bêhempayî û têkoşînên bijûn dive. Di rojnameyanîya kurdî de ROJ hin di merhalekî pir nû de ye. Bi qasî ku tê dîtin ROJ dixwaze li ser şopek nû û bi têkîlêyên nû ve bimefle. Hêvî û daxwazîya me jî ew e ku ev mefl bi serfirazî dombike û demek nêzîk de yekîtîya sosyalîstan pêkbîne. Ji bo ev çê bibin jî, divê ROJ di jîyana xwe de pratîkekî dewlemend bide xuya kirin û der û dora xwe re bibe mînakek nû.

Ez dixazim di derheqê rojnama ROJ’de çend gotinan bibejim û dîtin û ramanên xwe nîyaz bikim. Li gor dîtina min kêmasîyên balkêş ev in.

1- Di rojnamê de nivîsên kurdî têr cîh nagirin. Li gor min a baş ew e ku, nûçe, şîrove û nivîsen lêkolîn %50 di nav zimane kurdî û tirkî de be pay kirin. Ger hun bibêjin “di hoyên îroyin de xwendewanên me hê negihiştîne wê merhalê” ve gavê qet nebe bila di rûpel bi kurdî be.

2- Di der heqê germîya şer de nûçe û şîrove têr nayên dîtin. Divê germîya şer di rûpelan de bê dîtin.

3- Ez bawerim kêmasîyên ku di derheqe mîzanpaj û yên teknîk de hene hun jî dibînin. Daxwazîya me ew e ku di demek kurt de wana ji holê rakin.

4- Rojname ji alîyekî ve dengê platforma sosyalîstên Kurdîstanê ye. Ji ber ve yekê, divê di derheqe bûyer û guhertînan de di derheqe pêvajoyê de perspektifan bide xwendewanên xwe. Wek tê zanîn ku rîya yekîtîyê ancax bi şirîkaya raman û dîtiên bijûn çê dibe.

5- Kêmasîyeke din jî tune bûna rupelên jinan û ciwanan in.

6- Kêmasîya dawî jî, di derheqe xwendewanan de ye. Divê hemû xwendewanên ROJ’ê bi berpirsîyarekî mezin li rojnama xwe xwedî derkevin. Çi ji destê kê divê bi cîh bîne. Xwendewan û xebatkarên ROJ’ê divê wek kulmekî hişk bin û ji bo serfirazî çareserîkî rast peyder bikin. Divê em li seran serê welat de torekî nûçevanan sazbikin û nûçeyan bi germî bigihînin navenda rojnamê. Ev tor jî ancax bi alîkarîya xwendewanên zana û berpirsîyar ve mumkun e. Li ku derê be bila bi be divê em vatinîyê xwe bi cîh bînin. Divê em hemû di pratîkê de bidin xuya kirin ku her xwendewan nûçevanekî xweza ye.

Hevalên heja, min xwest di bin tîrêja van ramanan de, ku min li jor rêz kîri ye, dîtinên xwe diyar bikim. Ez bawerim ku ev rexne û dîtinên tên diyar kirin ne dûrî rastîya me ne. Lewra ev kêmasî yên gelerî ne. Hemû hêj û rêxistin ji şirîkê van kêmasîyan e. Hun jî dizanin ku bîranîn û rexne kirina kêmasîyan ne tiştekî xirab e. Dijane (aksîne), rexne û xwerexne di warê sîyasetê de pêwîstîyek e. Mirov bi alîkarîya vê pêwîstîye rîya xwe ronî dike û kêmasî yên xwe bi çavekî zelal dibîne. Em hemû dizanin ku rexnên rast û durust ji dostan, ji hevalên tên. Di bin germîya van dîtinan de ez bawer im ku ev name wê bala we bikşîne.

Hevalên hêja, ez bi daxwazîyên herî germ û bi hesên (hîsên) şoreşgerî ji xebatkarên ROJ’ê re silavên dostanî û hevalbendî dişînim. Di demek nêzîk de bi mîzgînîya nû, nûçên nû û bi têkîlîyên nû ve ji rojnama ROJ’ê ne temenek direj û jîyanek serfirazî dixwazim.

Bi hêvîya têkoşînek xurt û germ  jî hemû hevalan re silavan dişînim.                       21.07.1995

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir