Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraq û Sûriyeyê û şandeyeke pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraq û Sûriyeyê Joel Vaul daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û şandeya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl jî amade bû.

Hat ragihandin ku di çarçoveya civînê de, kurteyek li ser kar û çalakiyên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li herêmê hat pêşkêşkirin.

Her du alî li ser berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hevdeng bûn.

Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya hevahengî û alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan re hat kirin.

Di beşeke din a civînê de, gavên dawî û pêşhatên pêvajoya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmergeyan hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan amaje bi pêwîstiya berdewamiya wê pêvajoyê kir û piştevaniya xwe ji bo gavên wê diyar kirin.

Çend mijarên din ên girêdayî rewşa herêmê û berjewendiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *